Koçberiya milyonan ji Başûrê Kurdistanê

kurdistani 06:33 PM - 2019-04-03
.

.

Salvegera 28`mîn ya koçberiya bi komî ya Başûrê Kurdistanê

28 sal berê, li Başûrê Kurdistanê, kareseteke mirovî rûda. 2 milyon kurd ji mal û gund û bajar û bajarokên xwe koçber bûn.

Di encama serhildana gelê Kurd a Başûrê Kurdistanê ku di 5/3/2013`an li bajarê Ranyayê destpê kir û hêdî hêdî tîşka wê serhildanê li tevahiya bajar û bajarok û navçeeyên Kurdistanê belav bû, Herêmên kurdî yên Başûrê Kurdistanê tev ji rêjîma dîktetor a Sedam Hisên rizgar bû.

Lê mixabin, piştî serkeftina mezin ya dîrokî a gelê kurd li dijî rêjîma Êraqê, rêjîma xwînvexwer bi awayekî hovane êriş anî ser Kurdistanê û di encamê de, gelê kurd rastî koçberkirina komî bû.

 Li gorî amareyên wê demê ku nêzîkî 2 milyon kes di roja 31`ê adarê sala 1991`an, bi kom ber bi sînorên Sûriyê û Tirkiyê û Êranê ve çûn û koçber bûn, bi rojan di mercên gelekî bi dijwar de meşiyan li ber sermê û birçîbûnê ji zulma êrişên hovane yê artêşa Sedam Hisên reviyan..

Ji ber girîngiya gotara nivîskarê Kurd Zinarê Xemo, me gotar bi vê nûçeyê re weşand.

Danîelle Mîtterrand, dosta roja teng

Min bîstek berê di telewîzyona Kurd1-ê li hevpeyvîna bi xatûn Danîelle Mîtterrand temaşe kir.
Danîelle Mîtterrand, dosteke kurdan ya bêemsal e, ya rojên giran e, dibê kurd pir û pir qedrê wê bigrin.
Hevpeyvîn berî çûna wê ya kurdistanê bû.
Wek tê zanîn, li ser vexwendina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, xatûn Danîelle Mîtterrand do çû Kurdistanê.
Ez gelkî kêfxweû bûm ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ew vexendiye Kurdistanê û navê wê li mektebekê kirine.
Piştî hevpeyvînê, beşek ji çûna wê ya 22-ê nîsana sala 1991-ê, dema koçberiya kurdan jî nîşan dan.
Dema ku bi milyonan kurd bi çol û çepelan ketibûn û di halekî pir xerab da bûn. Dema ew dîmenên trajîk nîşan dan bûyer weke şirîdê fîlmekî sînemayê ji nuh ve hatin ber çavên min.
Dîmenên telewîzyonan, rismên rojnameyan, jin û zarokên li serê çiyan xwasî, çavsorî û çoyê leşkerên tirk, meş û mîtîngên me yek bi yek li ber çavên min zindî bûn û ez çûm wan rojan.
Piştî ku hêzên mitefikan artêşa Îraqê ji Kuwêtê derxistin, kurdan jî di meha adarê da hemû Kurdistan rizgar kirin.
Lê artêşa Seddam, di 5-ê nîsanê da bi hêzeke mezin êrîş bir ser gund û bajarên kurdan û kurd jî ji tirsa çekên kîmyayî bi çolan ketin.
Din nava çend rojan da li dora 3 milyon kurd derketin serê çiyan, 1,5 çûn Îranê û li dora 800 hezarî jî derbasî Kurdustanê Tirkiyê bûn.
A piştî vê êrîşa Saddam bi du heftan Danîella Mîtterrand li serê çiyayên Kurdistanê, li Hacî Umranê li ba Mesûd Barzanî û Noşîrwan Mistefa û bi hezaran kurdên perîşan bû.
Çûbû gazî û hawara miletê kurd.
A di rojeke wiha girîng û teng da xatûn Danîelleyê ji Fransayê daye rê û çûye serê çiyayên Kurdistanê, ji Mesûd Barzanî û Noşîrwan Mistefa dipirse, dibêje, ”hûn ji min çi alîkariyê dixwazin, ez dikanim çi bikim?”
Dost û dijmin di rojên wiha teng da ji hev diyar dibin, xatûn Danîelle, di roja kurdan ya herî dijwar da destê alîkariyê dirêjî gelê kurd kir û ew bi tenê nehîşt, çi ji destê wê û mêrê wê Francois Mitterrand hat texsîr nekirin.
Dema Mesûd Barzanî û Noşîrwan Mistefa, li serê wan çiyan, di nava bi hezaran însanên bi çolan ketî da bi Danîelle Mîtterrand û heyeta wê ra dipeyivîn, herdu jî gelkî hustuxwar bûn, di nava xem û xeyalên giranda bûn.
Kî dizane di wê kêliyê da çi difikirîn?
Bi milyonan însanên wan bi çolan ketibûn û hema hema tevayiya Kurdistanê ketibû destê dijmin û ji bo guhertina vê rewşa malkambax tiştekî zêde ji dest wan nedihat.
Trajediyeke pir mezin li ber çavên wan dom dikir û nikanîbûn tiştek jî bikirana, lê vê bêçaretiyê dirêj najot.
Piştî dmeke kin, Neteweyên Yekbûyî midaxele kir, parelele 36-an kişand û derbasbûna vê xetê li artêş û balafirên Seddam qedexe kir.
Piştî vê birayara Neteweyên Yekbûyî, ji bo kurdên başûr dewreke nuh dest pê kir û heta roja îro hat.
Îcar dema meriv wan rojan û wan dîmenên serê çiyan û roja îro, destkeftiyên îro dibîne meriv nikane ji çavên xwe bawer bike.
Ez tenê dibêm dibê meriv tu carî bêhîvî nebe, bêhîtî mirin e.
Di hevpeyvîna xwe da Mîtterrandê bi xwe got, wê demê jê ra bigotana ku Celal Talabanî ewê bibe serokkomarê Îraqê û Mesûd Barzanî jî ewê bibe serokê Kurdistanê ewê qet bawer nekira, ne mimkûn bû ku bawer bikira.
Lê îro serokatiya herduyan jî ev rastiyeke.
Loma jî ez dibêjêm ev "surprîza" dîrokê ji bo me jî mimkûn e, ji ber vê yekê jî dibê em bi bawerî û hêviyeke mezin têkoşîna xwe bidomînin û tu carî newestin, bêhêvî nebin…

Nivîkar; Zinarê Xemo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket