Hilbijartinên şaredariyan dengên CHP-HDP-IP zêdebûne

kurdistani 02:33 PM - 2019-04-02
.

.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê  Îro 56 911967  welatî dengên xwe dane namzetên xwe.

Wek hat zanîn ku di hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, 13 partî dikarin beşdarî hilbijartinên şaredariyan ku di roja 31-3- 2019an birêve çûne bûn.

AK Partî - CHP -MHP - HDP - İYİ Parti - Partiya Komunist a Tirkiye (TKP) -Partiya Demokrat - Partiya Demokrat a Çep - Partiya Serxwebûna Tirkiye (BTP) - Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) -HUDA-PAR - Partiya Saadetê -Partiya Niştimanî.

Wê dengdan ji bo hilbijartina serokatiyên 30  Şaredariyên Mezin, her weha 81 bajar, li gel 922 navçe, û 386 bajarokan ango tev  8270 namzetên şaredariyan ên aliyên siyasî ku beşdarî proseyê bûne tên hilbijartin.
Di vê hilbijartinê de 13 partiyên Siyasî tevlî proseyê bûne û 3 hevpeymanên fermî hatine ragihandin. (AKP û MHP) her weha Hevpeymaniya Cumhur. (CHP û Iyî Partî û Seadet). Hevpeymaniya Milet. (HDP û 6 Partiyên Kurdî) Hevpeymaniya Kurdistanî saz kiribûn û bi wê regî tevlî hilbijartinên şaredariyan ya sala 2019`an bûn.

Di roja 31-3-2019`an de, proseya hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê birêve çû, li gor encamên ne fermî ku di asta Bakurê Kurdistanê Partiya Demokrata Gelan (HDP)ê li 8 parêzgehan serokatiya şaresdariyan bi destxistiye û 61 navçe û bajarokên  Bakurê Kurdistanê tê de bi serketiye, her weha partiya CHPê jî serkevtinên pir mezin li bajarên herî girîng û stratîjîk ên Tirkiye tomarkiriye ku ji wan bajaran Enqere, Stenbol, Ezmîr, Adene  û Ak Partî bajarên mezin ji dest dan ku Enqere, Stenbol û Ezmîr Antaliye û gelek bajarên din .

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket