Li 32 bajarên Tirkiye û Kurdistanê proseya dengdanê bi dawî hat

kurdistani 04:19 PM - 2019-03-31
Li 32 bajarên Tirkiye û Kuridsrtanê proseya dengdanê bi dawî hat

Li 32 bajarên Tirkiye û Kuridsrtanê proseya dengdanê bi dawî hat

Ji vê sibê ve, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya hilbijartinan dest bi dengdanê kiriye û kêmek beriya niha jî bi dawî bû.

Li gorî agahiyên ku bi destê PUKmedia`yê ketine ku di piraniya bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê de, rêjeya beşdarbûna gelê kurd di proseya dengdanê de, pir bilind bû, serbarî ku rêgirî û astengî li wan dihate kirin.

Roja Yekşem ê 31-3-2019`an hilbijartinên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên Encûmana Şaredariyên dest pê kir, ku serokê Tirkiyê Receb Tayb Erdoxan ev huilbijartina wek mijareke mirin an mandin ê daye naskirin. Her weha Perwîn Buldan jî tekez li ser serkevtin HDPê li proseya hilbijartinên îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir.

Jêderên agahdar li Amadê aşkire dimkin ku rêjeya dengdanê gihîşte asta 83% ku ev rêjeya pir baş tê nirxandin ku li gorî helûnercên ku gelê Tirkiye û Kurdistanê tê de derbas dibe. Her weha jêderên agahdar wiha dibêjin ku wê li Bakurê Kurdistanê namzetên HDPê di rêza yekemîn de bin û piştre jî wê namzetên AKPê bin. Ev yek wê çarenûsa desthilatdariya AKPê ji bo demên pêş destnîşan bike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket