Beşdariya di parlemanê de girêdayî bi Rêkevtina YNK-PDKê ye

kurdistani 05:26 PM - 2019-03-30
Ala YNKê

Ala YNKê

Beşdariya di parlemanê de girêdayî bi rêkevtina ku di navbera YNK-PDKê de pêkhatiye ve ye.

Peyvdarê fermî yê YNKê dibêje ji bo ku fireksyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê tevlî rûniştinên Parleman Kurdsditanê bibin, pêwîstî bi biryareke heye ku li gor lihevhatina di navbera YNKê û PDKê be.

Peyvdarê YNKê ragihand: Heya niha ti biryarek nîne ku em beşdarî civîna îro ya parlemana Kurdisdtanê bibin, ji bo wê jî, hîn jî civînên di navbera YNK û PDKê de berdewam in.

Di derbarê civîna îro ku tê de tenê Tevgera Goran û PDKê beşdarin û wê yasaya serokatiyan Herêma Kurdisdtanê hewmar bikin û bidin pejirandin ku wê hemû desthilatên serokatiya Herêma Kurdistanê radestî serokê Herêmê wek berê bikin û wê di hundirî parlemanê de deng li ser bidin di wê barê de jî peyvdarê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Şêx Omer got; Beşdarîkirina YNKê di wê rûniştinê de girêdayî bi rêkevtina di navbera herdu aliyên sereke yê Herêma Kurdistanê YNK-PDK ku wê biryar bidin an na. Her beşdarbûne YNKê girêdayî bi biryarên PDK-YNKê heye li gorî ew rêkevtina di navbera wan de pêktê ye.

PUKmedia-Goran Wehab
        

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket