Zelal Ceger; Şoreşa Rojava ya jinê ye

kurdistani 03:44 PM - 2019-03-25
hevseroka TEV-DEMê Zelal Ceger

hevseroka TEV-DEMê Zelal Ceger

Di dengê gelê Kurdistanê de Zelal Ceger got; Şoreşa Rojava ya jinê ye.

Îro roja duşemê di heyama beşdarbûna hevseroka TEV-DEMê Zelal Ceger ragihand; Serkevtina HSDê bi pêşengtiya YPG-YPJê bi ser DAIŞê de, girîngiya xwe ji bo tevahiya cîhanê heye û li Sûriye jî ji bo tevhiya pêkhat û gelên ku tê de dijî heye û ev pêngav li malbatên şehîd û birîndaran pîroz be.

Ceger destnîşan kir ku Gelên Sûriuye tev bi serkevtina Hêzên Sûriye Demokratîk kêfxweşin û pêwîste mirov ne tenê ji aliyê leşkerî ve temaşeya nemana DAIŞê bike, ji ber ku pêwîste ji aliyê raman û bîrdozî ve jî, DAIŞ jinav biçe, DAIŞ metirsiyeke li ser her kesî, jinavbirina DAIŞê tenê leşkerî ne bese, dibe ku hemû hevpeymanên li dijî DAIŞê bizanin ku bbi navên cuda cuda DAIŞê maye, li Efrîn û Cereblus û Babê û Udlibê hene.

Derbarê rola jinê di serkevtina li ser DAIŞê de jî , Hevseroka TEV-DEMê wiha anî ser ziman; Di Rojavayê Kurdistanê de, şoreş ya jinê ye û jinên qehreman wek Arîn Mîrkan û Barîn Kobanî û Avesta Xabur Jînda Silavan tev sembolên serfiraziya jina Rojavayê Kurdistanê ne û ji ber wê jî, em dibêjin ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya Jinê ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket