Talebanî serkevtina li ser DAIŞê pîroz kir

kurdistani 05:12 PM - 2019-03-24
Salih Miuslim û Qubad Talebanî..Erşîv

Salih Miuslim û Qubad Talebanî..Erşîv

Qubad Talebanî serkevtina HSDê li ser Rêxistina DAIŞê pîroz kir.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bi boneya ragiahndina nemana DAIŞê got; Cihê serfiraziyê ye ku rêxistineke terorîstî mezin di cîhanê de li ser destên kurd û hevpeymanên wê pêk were.

Di peyameke xwe ya taybet ji bo pîrozbahiyên li serkevtina hsdê bi ser rêxistina terorîstî ya DAIŞê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di heyama rûpela xwe ya veghîştina civakî de belavkiriye ku  dema ku DAIŞ di sala 2014`an de derket holê, di demeke pir kin de, dikarî 3 çarîkên axa êraqê dagîr bike û nîvî axa sûriyê jî dagîr bike.

Her weha hêzên pêşmerge û şervanên kurdên Sûriye bi tenê bûn ku xwe ji bo şer û cenga li dijî DAIŞê ku bi vîneke bihêz û çekên normal û sivik ketin şer. Di wê şerî de, bo yekemîn car DAIŞ li ser destê kurdan bi hevrêziya hêzên Hevpeymanên Navneteweyî gund û bajarok û bajarên Herêma Kurdisdtanê hweya Kobanê tev ji destên DAIŞê rizgarkirin û DAIŞ dane revandin û rev û têkçûna herî dawî jî li Baxozê bû li ser destên keç û lawên kurd û hevpeymana navneteweyî jinav hat birin.

Di dirêjahiya peyama xwe de, Qubad Talebanî dibêje ku êdî pêwîste cîhan ji îro û pê ve nameya gelê kurd nas bike û têbighe, ew name ya aştî û stemlêkirin û demokratîxwazan e.

Gelê kurd pir tişt pêşkêşî cîhanê kir û ew destkev bi riya 2 hezar şehîdên pêşmerge û 11 hezar şervanên kurdên Rojavayê Kurdistanê û bêhtir ji 30 hezar birîndar û gazî û kêm endam hene, ji ber wê jî, dibe ku civaka navneteweyî di piştgiriya kurdan de berdewam be, li vir pêwîste mirov hişyar be ku DAIŞê desthilatdariya xwe li ser erdê nemaye, lê, metirsî li ser ewlehî û aramiyê her maye .

Her weha di dawiya peyama xwe de, Qubad Talebanî pîrozbahî li gelê kurd kir ku bi ser DAIŞê de serkevtin kirin û rêz û hûrmet ji bo canpakiya pakrewanên gelê kurd xwest û ji bo pêşmerge û şervanên qehreman ên kurd jî serkevtin û serfirazî xwest.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket