Ey Reqîb Her DAIŞê têkbir

kurdistani 03:17 PM - 2019-03-24
Avahiya ku tê de alaya HSDê hat bilindkirin

Avahiya ku tê de alaya HSDê hat bilindkirin

Ji bo nûçeya pîroz ya bi dawîbûna Iperatoriyeta DAIŞê di Newroza 2019`an de, dikarim wiha bi dilsozî û ji dil van wateyên heyî bidim xuyakirin û ku Newroz wiha ye; Newroza Me Serkevtin e, Newroza Me Serfirazî ye, Newroza Me Pîroz e, Newroza me dubare pîroz bû, Newroza me vejiyan bû, Newroza me zindîger bû, Newroza me şashîger bû, Newroza me mizgînger bû, Newroza me Efrîn û Kurdsitan bû.

Ez di lêkolîn û lêgerîna xwe ya di derbarê serkevtinên pir mezin bi ser neyarên pir hov û stemkar û bê wêne de di dîroka gelê kurd e, gihîştim wê encamê ku 2 serkevtinên Newrozê yên dîrokî ji gelê kurd re, Newroza 612 û Newroza 2019`an piştî zayînê ye.

Avakirina dewletan ji xelkêre pir ji aliyê xwefiroşan ve bû ye, lê rûxandina dewletan an jî imeratoriytên stemkar tenê 2 caran ji aliyê kurdên mêrxwesan ve pêkhatiye ku Kawayê Hesinkar di Newroza 612`an berî zayînê û di Newroza 2019`an piştî zayînê ji aliyê YPG-YPJê neviyên Kawayê Hesinkar ve hatine rûxandin.

Ji ber wê jî, ez wek Efrîniyek wiha dizanim ku piştî vê serkevtina mezin û dîrokî, Efrîn li benda YPG-YPJ-HSDê Hevpeymanên Navneteweyî ye. Efrîniyan baweriya xwe bi hêzên xwe YPG-YPJê bilind kirine û li benda hêzên xwe yên resenin. Baweriya me bi hêzên me hene ku Efrînê çi bi rêkevtin an jî bi her riyekê be, wê Efrînê vegerînin hembêza Kurdistanê. Ji ber ku her kurdekî bi xîret û xwedî Wîjdan û dozger gihîşte wê baweriyê ku “Bê Efrîn Kurdistan na be”.

Nîşana herî li ber çavan e ku îro roja şemiyê 23-3-2019`an, serkevtina Rojavayê Kurdistanê bi ser Dewleta Islamî ya li Îraqê û Şamê (DAIŞ) bi merşa (Ey Reqîb) dest pê kir. Piştî 2719 salan Newroza me dubare bi serkevtina li hemberî împeretoriyeta DAIŞê hat Pîroz kirin

Wek tê zelalkirin ku êdî dîroka gelê kurd ku ji serkevtina Mediyeyan di 612`an pêş zayîn û vir ve, careke din xwe li Baxozê dubare kir û vê carê jî, li ser destên neviyên Kawayê Hesinkar YPG-YPJê bû.

Di şeva Newrozê de, ango di roja 20-3-2019`an, Hêzên Sûriye Demokratîk ragiahndina nemana DAIŞê li Rojavayê Kurdistan û rojhilatê Sûriye wek mizgêniyek da gelê kurd û Kurdistanê.

Ew serkevtin bi merşa neteweyî kurdî Ey Reqîb dest pê kir ku bi serê xwe pêngaveke dîrokî û pir mezin bû. Lê mixabin hîn ev serkevtin li cem gelê me ti wateyên girîng û pêşeng jê re nehatiye kirin.

Mirov dikare nêrîn û helwestên kesayetî û berpirsên kurd û biyanî derbarê serkevtina yekcarî li ser DAIŞê û rûxandina Dewleta Islamî ya Li Êraq û Şamê bîne bîrê xwendevan û şopênerên gotarê...

Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û rola şervanên HSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de bilind nirxand û tekez kir ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê dirêj dike.

Di dirêjahiya axivtina William Robak de wiha hatiye"Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin. Heger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ tune bikira.”

Graham: Têkbirina DAIŞ’ê serkeftina mezintirîn a HSDê û DYA’yê ye

Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lindsey Graham li ser hesabê xwe yê Twitterê raber kir ku DAIŞ li herêma dawîn (Baxoz) a ku xwe tê de bi cih kiribû, têk çû.

Graham diyar kir ku têkbirina DAIŞ’ê serkeftina mezintirîn e ji DYA, hevalbendên wê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re. Her wiha spasiya serokê DYA’yê Donlad Trump kir ku hiştiye artêş çeteyên DAIŞ’ê têk bibe.

Îlham Ehmed: Pêvajoya bê girantir e

Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Ji bo tinkirina DAIŞ‘ê rizgarkirina erdîngariyekê tenê têrê nake, pêvajoya bê hîna girîngtir e. Dosayaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan derdora 5 hezarî ne bi dawî nebûye, divê li dadgehên navdewletî werin darizandin."

Talebanî; DAIŞ li ser destên pêşmerge û şervanên Rojavayê Kurdistanê têkçû.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ; Hêzên pêşmerge û şervanên kurdên Sûriye bi tenê bûn ku xwe ji bo şer û cenga li dijî DAIŞê ku bi vîneke bihêz û çekên normal û sivik ketin şer. Di wê şerî de, bo yekemîn car DAIŞ li ser destê kurdan bi hevrêziya hêzên Hevpeymanên Navneteweyî gund û bajarok û bajarên Herêma Kurdisdtanê hweya Kobanê tev ji destên DAIŞê rizgarkirin û DAIŞ dane revandin û rev û têkçûna herî dawî jî li Baxozê bû li ser destên keç û lawên kurd û hevpeymana navneteweyî jinav hat birin.

Trump jî pîroz kir û destxweşî li HSDê kir

Di heyama belavokek ê de Trump ragihand ku bi dileke xweş bi hevkariyê li gel Hêzên Sûryeya Demokratîk û Hêzên Êraq ê têkşikandin û tunekirina DAÎŞê didim ragihandinku li Sûriyê û Êraq ê DAÎŞ têkçû û tune bû . her weha HSD jî doh li ser serkeftin ê ragihand û got tirsa ku DAÎŞê ji 5`salan ve belav kiribû me niha ew tune kir.

Trump tekez li ser wê yekê kir ku dê ji bo terorî herdem hazir bin ku terorê têk bibin ,destnîşan li ser ciwanên ku li ser Entirnêtê baweriya xwe bi Rêxistin ê dikin re got kuştin li pêş we ye eger hun tevlî teror ê bibin.

Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket