William Robak: Xebatên me ji bo tunekirina DAIŞ`ê dirêj dike

kurdistani 07:22 PM - 2019-03-23
Nûnerê Welatên Yekbûyî ya Amerîkayê, William Robak

Nûnerê Welatên Yekbûyî ya Amerîkayê, William Robak

 Nûnerê Welatên Yekbûyî ya Amerîkayê, William Robak di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de ku li Heqil Umer ê Dêrazorê tê lidarxistin, axivî.

Di ajansa Hawrwesê de, amaje bi Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak dike ku wî têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir û tekez kir ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomin.

Di dirêjahiya nûçeya Hawrnewsê de, wiha hatiye weşandin, Robak di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û wiha anî ziman: "Dixwazim li şûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyekê bidim. Em ji gelê Sûriyê re radigîhin ku DAIŞ`ê têk çû û herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê stratejiyeke mezin da koalîsyonê û hevalbendên wê."

Di gotara nûnerê Amerîkayê de ku di kongireya serkevtina li ser DAIŞê de Robak destnîşan kir ku DYA`yê ji nava 59 dewletên di nava Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de bi rola xwe serbilind e û wiha anî ziman: "Heger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ tune bikira.”

Di mijara pîrozbahiyê li hêzên ku li dijî DAIŞ ceng kirine de Robak di axaftina xwe de wiha got:"Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin."

Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin û wiha pê de çû: "Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Serok Trump got em ê her tiştê pêwîst li Sûriyê bikin."

Di dawiyê de Robak wiha got:"Em destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe."

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket