Herêm: çalakî û ahengên Newrozê hatin rawestandin

kurdistani 02:08 PM - 2019-03-22
Herêm: çalakî û ahengên Newrozê hatin rawestandin

Herêm: çalakî û ahengên Newrozê hatin rawestandin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di heyama daxuyayekê de ragihand ku ji ber bûyera xeniqîna bi dehan kesan li Mûsilê, biryara rawestandina hemû çalakî û ahengên fermî yên taybet bi cejna Newrozê da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûyera duh a ku li ser Çemê Decle yê li Mûsilê qewimî bû weke karesat ê bnav dike û dibêje: “Em xemgîniya xwe li hember karesata canjidestdana bi dehan kes ji welatiyên bajarê Mûsilê radigihînin, ku duh bi sedema wergeriyana balam di Çemê Decleyê de canê xwe ji dest dan, û tekez li ser alîkariya sazî û dezgehên tendirutiyê yên Herêma Kurdistanê bo birîndar û lêqewimiyên bûyera Mûsilê hatiye kirin û tê gotin: “Her ji destpêka bûyerê ve, hemû sazî û dezgehên pêwendîdar ên tendirustiyê û hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê hatin erkdarkirin ku bi hawara birîndaran û lêqewmiyan biçin û bi şêweyeke berdewam çavdêriya rewşê bikin, em vê yekê erke erkê xwe yê hevbeş ê niştimanî û biratiyê dizanin.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdar û hevbeşê şîna giştî ye li Iraqê û bi vê boneyê jî çalakî û ahengên fermî yên cejna Newrozê radiwestîne.”


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket