Civîna YNK-PDK dest pê kir

kurdistani 12:04 PM - 2019-03-19
Civîna politburoyên YNK-PDK dest pê kir

Civîna politburoyên YNK-PDK dest pê kir

Niha li bajarê Silêmaniyê paytextê rewşenbîrî Civîna YNK û PDKê dest pê kir.

Îro roja sêşemê 19-3-2019`an, li bajarê Silêmaniyê di hola politburoya YNKê de, şandeyeke bilind yê PDKê serdana YNKê kir û di hola politburoya YNKê de lihev civiyan.

Her weha di wê barê de, peyvdarê fermî yê YNKê di riya daxuyaniyekê de ji PUKmedia`yê re ragiahndibû wê şandeyeke Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê li bajarê Silêmaniyê serdana Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê bike û lihev du bicivin. Di dirêjahiya axivtina xwe de, Şêx Letîf dazanîn ku wê di civîna du qolî de, derbarê pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Şandeya YNKê ku ji Îmad Ehmed, Rifet Abdula, Ednanî Hemey Mîna, Lahur Şêx Cengî, Bafil Talebanî, Letîf Şêx Omer û Şalaw Kosret Resûl pêkhaiye û şandeya PDKê ji Kemal Kerkûkî, Dilşad Şehab, Elî Ewnî û Elî Hisên û Firset Sofî pêkhatiye û her du şande yê YNKê bi serokatiya Imad Ehmed û yê PDKê bi serokatiya Kemal Kerkûkî ye.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket