DGK stêrkek ji rastiya ragihandina Kurdî ye..

kurdistani 07:57 PM - 2019-03-18
DGK stêrkek ji rastiya ragihandina Kurdî ye..

DGK stêrkek ji rastiya ragihandina Kurdî ye..

Di helkevta 40`mîn ya salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku hilgirê Peyam û rêbaza Mam Celal e, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya rêvebir û Karmend û rojnamevan û ragihandvanên wê radyoyê dikim.

Di rastiya wê radyoyê de, girêdana bi ax û welat û şoreşa parastina doza gelê kurd û Kurdistanê dide nîşandan û ek ji wan rastiyên ku hene, bi berdewamî nûçe û hewalên derbarê parçeyên din ên Kurdistanê ne.

Di 40`mîn salvegera damezrandina radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de, silav rêz ji bo ew karmend û xebatkarên ku ji nav me barkirine ku xwedî rol û erkên sereke bûn di hendana damezrandina wê Radyoyê de ku serol Mam Celal Telekom ji wan kesayetiyên xwedî rol û Hezar carî rewanşad be û cihê xwe beheşya berîn be.

Radyoya DGKê ku di destpêka damezrandina xwe de bi navê “Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê” bû ku di roja û sala 21-3-2019`an de hatibû damerzarandin û piştî derbasbûna mehekê navê Radyo ji navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bo “Dengê Şoreşa Êraqê” û di salên 1984-1985`an de, navê Radyo dîsan hat guhertin û vê carê bi navê Dengê Gelê Kurdistanê” hat bi navkirin û heya roja îro bi wê navê dixebite û xizmeta doza gelê kurd û Kurdistanê dike.

Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê radyoya çiyayên Kurdistanê ye, derxistina dengê şoreşa kurdî ya nû bû, germkirin û amadekirina xelkên kurd ji bo pişgiriya li tekoşîna pêşmerge bikin, dengê hawara jin û zarokên ku di serhildana Başûrê Kurdistanê de serî li hemberî rêjîma dîktetor rakiribûn û azadiya xwe dixwastin û rastiya cejnên Newrozê di hemû salekê de bû, ji ber ku damezrandina wê, di 21-3-de bû.

Dengê Gelê Kurdistanê peyamên xwe ên ji sengerên cengê û eniyê berxwedanê dighand ji her çar aliyên Kurdistanê re, ew radyoya gelê kurd ye. Rastiya parastina û bergirî û xwedîderketin li doza kurd û Kurdsitanê ye. Ji rêbaza serok Mam Celal vejandina rastiya kar û xebatên û ramalkirina rasteqînê di warê kirdarî de diweşîne. Ji bo wê demê ku ti kenal û malperên ragiahndinan tune bû ku piştgiriya şoreşê bikin, damezrandina RDK pêngavekî pir giring bû ku dengê gel û pêşmerge bi hemû dunyayê dida ragihandin.

Di serdema rêjîma Besê ku stem û zordarî li dijî gelê kurd û Kurdistanê dikir kirin, Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê êdî dengê bû bi dengê şoreşê.

Mirov dikare wiha bibêje ku di 40`mîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de, Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê di demên derbasbûyî de, bibû dengê şoreşa nû ya Başûrê Kurdistanê, her weha di sala 1991`an jî bû bi dengê serhildana Ranyayê û tevahiya bajarên baûrê Kurdistanê, her weha herdem dengê hêzên pêşmerge li sengerên şer û cenga azadiyê bû, her weha dengê xwedîderketina li parastina mafên malbatên Enfal û pakrewanên doza gelê me li Başûrê Kurdiostanê û her dengê Newrozê jî ye.

Wek tê zanîn ku ji DKGê di nûçe û raport û weşana xwe de, rewşa kurd li her çar aliyên Kurdistanê dişopîne û rastiyên heyî tyi carî venaşêre û çi li Rojhilat, çi li Rojava û çi li Bakur be her dem xwedî helwest û erkê neteweyî xwe ye.

Dikarim ji vê yada pîroz nimûneyekê li ser birayê xwe yê mezin nemir Mihemed bavê Şiyar bînim ser nivîs ku ji bîr û ramana xwe ve alîgirê Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê bû, bi taybet girêdayî kar û xebat û siyasta serokê nemir Mam Celal bû.

Tê bîra min ku ji salên heyştê ve, her roj radyoya xwe dixist ser pêla Dengê Gelî Kurdistan [DGK] û derdiket ser xanî û dengê radyoyê pir bilind dikir. Serbarî ku ti kadro an jî ti jêderekî ser bi YNK'ê bi nemir Bavê Şiyar re neketibûn têkeliyan, lê wî ji ber hezkirina xwe ji kesayetiya Mam Celal ve, bi riya radyoya DGKê, xwe wek endamek û alîgirekî pir bihêz û dilsoz ê YNK û Mam Celal didî. Malbat ligel Bakur û ew jî ligel Başûr bû.

Di wê demê de, malbat bi piranî alîgirên bizava rizgarîxwaza kurd ya Bakurê Kurdistanê bûn, lê Bavê Şiyar bi tenê alîgirê Bizava Başûrê Kurdistanê û YNK'ê bi taybet bû.
Nemir Bavê Şiyar di roja ku serokê nemir Mam Celal wek serokkomarê Êraqê hate hilbijartin, ji min re telefon kir û got; Pîroz pîroz li tevahiya gelê kurd, ma min beriya 20 salan ji we re nedigot ku serok Mam Celal rêber û mezinê kurda ye. Min nedigot ku ewê bibe nûnerê kurda di siyaet û diplomasiyê de. Min dema ku berevanî li Mam Celal dikir û jê hezdikir ne ji bê agahiyê bû, min bi Rita guhdarkirina gotarên wî di radyoya DGK rastiya Mam Celal naskiribûm.

Mam Celal serê gelê kurd pir bilind kir. Bi nêrîna Bavê Şiyar ewe ku bi nexeşkeftna Mam Celal rewşa Başûrê Kurdistanê wê pir were guhertin û wê ne li berjewendiyên gelê kurd be mixabin. Nemir Bavê Şiyar digot; di asta hemû Êraqê de tenê Mam Celal şoreşgerekî xwedî berwanameya parêzerî rasteqîne ye ku bi erk û hêza xe bi dest xistiye û di xizmeta gelê xwe û doza rewa de bi kar aniye.

Eger rewşa tenduristiya Mam Celal divê qonaxa hestyar de zûh baş nebe,wê rewşa doza kurd li Başûrê Kurdistan û Êraqê pir xerap bibe û ti kes jî wê nikaribin wek berê biparêzin. Ji ber ku hebûna Mam Cell li Qesra Aştiyê ya Bexdadê, tê wê wateyê ku Herêma Kurdistanê aram û parêzrawe û eger Mam Celal ne li wir be, tê wê wateyê ku êdî rewşa ewlehiya Herêma Kurdistanê ne arame. Bavê Şiyar bi riya radyoya DGKê girêdan û alîgiriya xwe bi YNK û Mam Celal re dupat dikir.

Di piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî roleke li ber çava bû ye, her di heman demê de, bernameyeke taybet bi navê Ji Rojavayê heftê 45 xulekan diweşîne.

Ji Rojavayê bernameyeke taybete ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê û şirovekirina li ser mijarên cuda cuda di dengê gelê Kurdistanê tê weşandin. Di vê bernameyê de li ser rewşa ramyarî , ewlekarî , civakî û giştî ê li Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî babetî û zelal bi nêrînên cuda cuda tên şirove kirin.

Ev derfet gelek girîngiya wê here ku di demeke Wigan girîng de xwedî li Rojavayê Kurdistanê derdikeve.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket