Pira kevn a Reqayê hate sererastkirin

kurdistani 06:48 PM - 2019-03-18
Pira kevn a Reqayê hate sererastkirin

Pira kevn a Reqayê hate sererastkirin

Piştî ku parçeyê madenî yê pirê danîn, tevgera veguhastina di ser pira berê ya Reqayê ‘Pira El- Mensûr’ re, dest pê kir. Tê payîn ku di van rojan de bi awayekî fermî, pir ji erebeyên piçûk re were vekirin.

Di van rojan de dê karê jinûve sererastkirina pira kevn a Reqayê, piştî ku şêniyên bejahiya başûrê Reqayê zehmetî kişandin, bi dawî bibe.

Ji destpêka sala derbasbûyî ve, Meclisa Sivîl a Reqayê  ji bo ku ji nû ve pira kevn a Reqayê ‘Pira El- Mensûr’ dixebite. Tê zanîn ku ji bajarê Reqayê re, pir rêya sereke ye ku başûrê bejahiyê bi bajêr ve girê dide.

Komîteya Rêveber xebateke hêja ji bo sereraskirina pira kevn a Reqayê kir. Ev jî cara yekem e piştî bidawîkirina komîteyê ji danîna parçeyê madenî, ku rêya çûn û hatinê vedibe.

Têkildarî mijarê berpirsyarê xebata sererastkirina pira sivîl a Reqayê  Ebdulrehman Mihemed El-Hisên wiha axivî: "Xebata sererastkirin û amedekirina beşa madenî pêk hat û niha jî em xebata danîna parçeyê dawîn ê beşê dikin.”

El-Hisên wiha gotina xwe dewam kir: "Me ser beşê avakirinê tecrube çêkirin, ji ber ewlehiyê me rê daye erebeyên piçûk da ku ne zêdetirî 4 tonan derbas bibin, niha jî di ser re derbas dibin. Di nava çend rojan de dê ji bo derbasbûnê amade bibe."

Şêniya bi navê Sireya El-Hesen der barê xebata Meclisa Sivîl a Reqayê de spasya xwe anî ziman û wiha got: “Dema em di ser pirê re derbas dibûn, me gelek zehmetî kişand, mîna kelekên mirinê bûn."

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket