Efrîniyan ji Rûsiye daxwaza derxistina Tirkiyê kirin

kurdistani 06:34 PM - 2019-03-18
Efrîniya derxistina Tirkiyê ji Rûsiyayê xwestin

Efrîniya derxistina Tirkiyê ji Rûsiyayê xwestin

Efrîniyan ji Rûsiyayê xwestin ku artêşa Tirkiyê ji Efrînê derxîne û rewşa herêma Efrînê wek berê vegere.

Îro roja duşemê 18-3-2019`an, li devera Şehbayê, ji bo şermezarkirina dagîrkirina Efrînê û koçberkirina bi darê zorê bêhtir ji 300 hezar Efrînî ji nava mal û gund û bajarên wan, xwepêşandaneke girsayî destpêkirin û heya ber baregeha Rûsî ya li gundê Kiştarê meşiyan û di encamê de, ji aliyê berpirsên leşkerî ên Rûsî ve hatin pêşwazîkirin û yadeşteke taybet ji bo derxistina artêşa Tirkiyê ji axa Efrînê radestî Rûsiyayê hat kirin.

Di xwepêşandaneke cemewerî yê xelkên Efrînê ên koçber li gundê Kiştarê ya ser bi navçeya Şahbayê hevsînorê kantona Efrînê ya dagîrkirî, gelê Efrînê yadeşteke nivîsî radestî rayederên Rûsî kirin ku tê de daxwaza derxistina Tirkiyê ji axa Efrînê dikin û ji ber ku Rûsiya xwedî rol û erkên mezin e di aliyê parastina ewlehiya Sûriye yê de.

Her weha di dema ku xwepêşander gihîştin ber deriyê baregeha Rûsî, Hevserokên cêbicêkar ên Efrînê Şîraz Hemo û Bekir Alo û dayîka şehîd Karzan yadeşta amadekirî radestî rayedarên Rûsî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket