Politburoya YNKê DGK pîroz kir

kurdistani 05:04 PM - 2019-03-18
Politburoya YNKê DGK pîroz kir

Politburoya YNKê DGK pîroz kir

Politburouya YNKê peyameke pîrozbahiyê şand ji Radyoya Demgê Gelê Kurdistanê re.

Di peyameke tayvbet de, politburoya YNKê germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya kadro û ragihandvan û karmendên radyoya Dengê Gelê Kurdistanê kir.

Bi helkevta 40`mîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê peyameke pîrozbahiyê arasteya rêvebir û kadro û ragihandvanên Dengê Gelê Kurdistanê kir û tê de serkevtin û pêşketinên mezin xwest ku di biwarê ragihandina kurdî de bi dest bixin û herdem bibin mînak.

Dengê Gelê Kurdistanê xwedî roleke mezin bû di destpêkirina şoreşa nû ya gelê kurd û Kurdistanê bi serokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê. ku di bilindkirina moralên pêşmergê Kurdistanê de û piştgiriya gelê me pêşeng bû. Wê dengê Gelê Kurdisdtanê wek dengê erdhejînê ji şoreş û dîrokê re di hundirî wîjdanê gelê me de bimîne.

Her weha di dema serhildana buhara 1991`an de jî, Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê her pêşeng bû.deqe bi deqe mizgîniyên serkevtin û pêşketinên ku pêşmerge û gelê kurd li dijî rêjîmna Sedam Husên tomardikirin dida ragiahndin.

Her weha piştî ku serhildana gelê me gihîşte armancên xwe êdî radyoya Dengê Gelê Kurdistanê dest bi peyamên aramî û aştî û biratî û çawaniya parastina destkevtên gelê me û ew ezmûna ku li Başûrê Kurdistanê peydabûye ligel veguhertinên girîng û vegihandina peyamên xwe ên bi awayekî şarestanî ji bo tevahiya cîhanê.

Di dawiya wê peyamê de, politburoya YNKê careke din germtirîn pîrozbahiyên xwe rasteya rêvebir û kadro û karmend û rojnamvanên wê radyoyê dike û serekvtin û serfirazî ji hemûyan re xwest.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket