Silêmanî; 40`mîn salvegera DGK bi rê ve diçe
kurdistani 06:57 PM - 2019-03-17.
40`mîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê tê pîroz kirin.
Di 40`mîn salvegera damezrandina radyo ya Dengê Gelê Kurdistanê de, roja 19-3-2019`an, meresîmeke taybet ji bo bîranîna wê yadê di mekteba ragiahandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de, bi xêrhatina mêvanan dike û bi rêve diçe.
Her weha DGK ku din destpêka xwe de bi navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû ku di roja û sala 21-3-2019`an de hatibû damerzarandin û piştî derbasbûna mehekê navê Radyo ji navê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bo Dengê Şoreşa Êraqê û di salên 1984-1985`an de, navê Radyo dîsan hat guhertin û vê carê bi navê Dengê Gelê Kurdistanê hat bi navkirin û heya roja îro bi wê navê dixebite û xizmeta doza gelê kurd û Kurdistanê dike.
Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê radyoya çiyayên Kurdistanê ye, derxistina dengê şoreşa kurdî ya nû bû, germkirin û amadekirina xelkên kurd ji bo pişgiriya li tekoşîna pêşmerge bikin, dengê hawara jin û zarokên ku di serhildana Başûrê Kurdistanê de serî li hemberî rêjîma dîktetor rakiribûn û azadiya xwe dixwastin û rastiya cejnên Newrozê di hemû salekê de bû, ji ber ku damezrandina wê, di 21-3-de bû.
Dengê Gelê Kurdistanê peyamên xwe dighand ji her çar aliyên Kurdistanê re, ew radyoya gelê kurd bû. Rastiya parastina û bergirî û xwedîderketin li doza kurd û Kurdsitanê ye. Ji rêbaza serok Mam Celal e. Ji bo wê demê ku ti kenal û malperên ragiahndinan tune bû ku piştgiriya şoreşê bikin, damezrandina RDG pêngavekî pir giring bû ku dengê gel û pêşmerge bi hemû dunyayê dida ragihandin. Di serdema rêjîma Besê ku stem û zordarî li dijî gelê kurd û Kurdistanê dikir kirin, Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê êdî dengê bû bi dengê şoreşê.
Mirov dikare wiha bibêje ku di 40`mîn salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de, Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê di demên derbasbûyî de, bibû dengê şoreşa nû ya Başûrê Kurdistanê, her weha di sala 1991`an jî bû bi dengê serhildana Ranyayê û tevahiya bajarên baûrê Kurdistanê, her weha herdem dengê hêzên pêşmerge li sengerên şer û cenga azadiyê bû, her weha dengê xwedîderketina li parastina mafên malbatên Enfal û pakrewanên doza gelê me li Başûrê Kurdiostanê û her dengê Newrozê jî ye.
Weşandina bernameyê bi zimanê kurdî her du zareveyên kurmanciya jorê û ya jêrê tê weşandin û car caran jî bi zimanê Erebî jî weşandin tê kirin û car heye jî hem bi îngilîzî û Farisî û Turkmanî jî di heftê yek demjimêran tê bexişkirin li gel wê jî, bi zareveya Hewramî jî bernameyên taybet hene ku têne weşandin û niha ji bilî zimanê Kurdî beşê zimanê erebî jî bi fermî heye û tê weşandin.
Hêjayî gotinê ye ku DKGê di nûçe û raport û weşana xwe de, rewşa kurd li her çar aliyên Kurdistanê dişopîne û rastiyên heyî tyi carî venaşêre û çi li Rojhilat, çi li Rojava û çi li Bkur be her dem xwedî helwest û erkê neteweyî xwe ye.
Di piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî roleke li ber çava bû ye, her di heman demê de, bernameyeke taybet bi navê Ji Rojavayê heftê 45 xulekan diweşîne.
Ji Rojavayê bernameyeke taybete ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê û şirovekirina li ser mijarên cuda cuda di dengê gelê Kurdistanê tê weşandin. Di vê bernameyê de li ser rewşa ramyarî , ewlekarî , civakî û giştî ê li Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî babetî û zelal bi nêrînên cuda cuda tên şirove kirin.
Hûn dikarin bi riya vê lînkê temaşeya çawaniya damezrandina DGK ê bikin..
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23