DEMA ZEYTÛN DIDAGIRÎN

kurdistani 06:19 PM - 2019-03-16
DEMA ZEYTÛN DIDAGIRÎN

DEMA ZEYTÛN DIDAGIRÎN

Mîna ku ji her tiştekî re demek heye, mîna ku çawa ji barîna baranê re demsala Zivistanê heye, ji cengan re sedem û armancine veşartî hene û ji girî re êş û derdine giran hene herweha demsaleke dirêj ji giriyê zeytûnan re jî heye. Mîna çawa ku sedema barîna baranê ewr in herweha sedema giriyê zeytûnan jî êşine giran in. Mîna çawa zemîn baranê vedixwe herweha Xwedayek heye fêrmiskên zeytûnan vedixwe.

Dema ev Xweda tî dibe ew zeytûnan bi girî dike ji ber ku ew ji fêrmiskên zeytûnan xwe têr dike û ta ku ew zeytûnan bi girî bike divê ew li zeytûnan êşine giran bar bike. Dema zeytûn didagirîn firişteyên ku li ber destên Xweda xizmetkar in ew bi lez ji ezmên dadikevin da ku nehêlin rondikên zeytûnan li ser zemînê biweşin.

Her firişteyek ji firişteyên Xweda bi xwe re ji esmên satileke zêrîn ku bi kevirên pîroz xemlandî ne tînin da ku tê de rondikên zeytûnan bicivînin. Xweda li firişteyan qedexe kiriye ku rondikên zeytûnan li ser zemînê biweşînin ji ber ku ew rondik ne tenê rondik in lê ew ava pîroz in a ku Xweda tenê jê vedixwe ye. Ev rondikên ji hinava zeytûnan diherikin ne şêrîn in mîna ava zemzemê lê ew ji şorbûna ava deryan şortir in.

Ev şorbûn jî ji pirbûna êşên li zeytûnan barbûnî ye, ew êşan her roj tamarên zeytûnan hişk dikin û şaxên nûjan bi jiyanê şad nakin. Îsal demsala giriyê zeytûnan pir dirêj bû lewma êdî firişteyan li şûn satilekê du satil bi xwe re ji ezmên daxistin da ku rondikên zeytûnan tê de bicivînin. Ta niha firişte her roj ji ezmên dadikevin, satilên xwe ji rondikên zeytûnan dadigirin û ji Xwedayê xwe yê tî re dibin. Ev satilên bi rondikan dagirtî ne, tenê Xwedayê tî wan di kêmî kêliyekê de di hindir xwe de boş dike.

Her ku Xweda satileke fêrmiskan boş dike ew bêtir ji rondikan dixweze û ji firişteyan re dibêje dê bi lez ji min re rondikên zeytûnan wînin ez hîn tî me.
Bi rastî ey Xweda ez ji te matmayî me, ma çawa tu zeytûnan bi girî dikî û rondikên wan vedixwî? Ma çem û deryayên li esmên ne bes bûn da ku te zeytûn bi girî kirin û fêrmiskên wan vexwarin? Ma ne te bi xwe di pirtûka xwe de gotiye bajarê zeytûnan bajarê aramiyê ye? Ev ne rast e. Ez bawer im te wisa negotiye lê hinan bi navê te ew gotiye, ma eger te ew gotibûya helbet teyê bajarê zeytûnan biparasta û zeytûn bi girî nekirana.

Ma Xweda tu ewqas tî yî ta ku tu bi rondikên salekê têr nebûyî? Ma rewşa zeytûnên tên birîn û şewtandin te nêşandin da ku tu hîn zeytûnan dêşînî û giriyê wan bi salan dirêj dikî? Xwezî îcar Xweda tu têr bibî û bi fêrmiskên salekê bes bikî ji ber ku ne tenê zeytûnan dagirîn û şewitîn lê Efrînî bi tevahî bi zeytûnan re şewitîn.

HIND EBDELO

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket