Trump Biryara Kongresê ya Ser Rewşa Awarte Red Kir

kurdistani 05:02 PM - 2019-03-16
sEROKê aMERîKA dONALD tRUMP

sEROKê aMERîKA dONALD tRUMP

Serokê Amerîka Donald Trump biryara Kongresê ya ser astengkirina rewşa awarte red kir.

Kongresê, bi piştgirîya hin endamên Komarîyan biryareke dijî rewşa awarte dabû. Trump li Qesira Sipî da zanîn ku Kongres di biryarên xwe de azad e û ew jî wek erk dikare biryarê red bike.

Wî dîyar kir ku ewê li ser sozên xwe yên dema kempeyna hilbijartinê bisekine û planên xwe bi cîh bîne. Trump bo bidestxistina budçeya avakirina dîwarê li Meksîko, di meha Sibatê de rewşa awarte ragihandibû.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket