Murad; Em gotina ku Xwedê li yê berê dibore napejirînin


15/3/2019 12:45:00
Çapkirin
     Nedye Murad

Di civîna derbarê gorên bi komî yên li Şengalê de Nedye Murad gotarek pêşkêş kir.

Kêmek beriya niha li gundê Koço ya Şengalê, merasîmeke tayebt ji bo vekirina gorên bi komî ên kurdên Êzîdî ku di sla 2014`an de ji aliyê DAIŞa terorîst ve komkujiyên hovana pêkhatibûn bi beşdariya nûnerên neteweyên yekbûyî birêve çû.

Ew merasîma ku bi dirûşma Ber bi berpirsyaretiya Nîştimanî û Navneteweyî ji bo piştgiriya dosyeyên gorên bi komî li Şengalê û pêkanîna dadweriyê, bi serpereştiya serokwezîrê Êraqê Dr. Adil Abdulhadî û bi hevkariya bernameya UNê ya vejandin û nûjenkirinê, merasîma vekirina gorên bi komî li gundê Koco dest pê kir.

Di wê merasîma taybet ji bo gorên bi komî ên ku li gundê Koço li Şengalê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li dijî gelê kurdê Êzîdî pêkhatiye, Xwediya xelata Nobelê ya aştiyê keçka kurda Êzîdî Ndiye Murad ragiahnd; Em gotina ku Xwedê li yê berê dibore napejirînin.

Di wê barê de, balyoza Neteweyên Yekbûyî ya Niyazpakiyê Nediye Murad ku xelata Nobelê ya aştiya navneteweyî bi destxistiye di gotara xwe de got; Ew tiştê ku bi ser me de hatiye qirkirina bi komî ye, xiyanet û jipiştêve lêdan li me hat kirin. Di dirêjahiya axivtinên xwe de, Nediye Murad aşkire kir ku di dema êrişa hovana ya DAIŞê li dijî xelkên Şengalê, ne hikûmeta Êraqî û ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê erk û rolên xwe ên pêwîst nelîstin û xwedî li Şengakliyan deneketin.

Wiha pê de çû; Em milmilaniya ku li navçeya me di navbera hikûmeta Êraq û Herêma Kurdistanê heye napejirînin û ew gotina ku tê got; Xwedê li tiştê berê dibore ji aliyê me kok naye pejirandin û em lihevnetên napejirînin bi bê ku cîranên me wan tawanbaran radestî me bikin û em wan radestî dadgeh û dadweriyê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku îro roja înê 15-3-2019`an, wê goristanên bi komî ên ku DAIŞê bi derheqên gelê kurd ên Êzîdî pêkanîbûn, bi fermî vekin û ji bo cihên malbatên wan biguhzin.

Di wê barê de, Berpirsê ragiahndina karûbarên enfal û şehîdan Fuad Osman ji PUKmedia`yê re ragiahnd: Îro roja çnê 15-3-2019`an, bi amadebûna nûnerên Neteweyên Yekbûyî û kesayetiyên siyasî mezin û tîmeke ji wezareta enfal ûmşehîdan wê goristana bi komî yê gundê Koçoyê lin Şengala biîndar vekin.

PUKmedia


 

MSDê bi wezareta derva ya Amerîkayê re civiya


Encûmena Sûriye Demokratîk (MSD)ê bi wezareta derva ya Amerîkayê re civiya.

Di wê barê de, kordînesyonê ragihandina MSDê li...


»  Akam Elî kurdekî penaber wek palawan hat naskirin
»  Almanya; Buyereke hatûçûnê 4 Efrînî birîndar bûn
 

Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû


Di hevpeyvîneke xwe de, sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriye PYDK.S Mihyedîn Şêx Alî  ji PUKmedia`yê re da zanîn...


»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
 

Hevbîr û hevdozê Mam Celal Adil Murad ji bîr na be


Hevbîr û hevdozê Mam Celal Adil Murad ji bîr na be
19/8/2019 17:06:00
*Nemir Adil Murad hevalê hevbîrê Mam Celal bû

Piraniya ali...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Di salvegera şoreşa 19ê Tîrmehê de Efrîn min biborîn e

Karîkator