Newzlanda di 2 mizgevtan de komkujî

kurdistani 09:53 AM - 2019-03-15
.Newzlanda di 2 mizgevtan de komkujî

.Newzlanda di 2 mizgevtan de komkujî

Li welatê Newzlanda di êrişeke terorîstî de, bêhtir ji 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Îro roja înê serê sibê 15-3-2019`an, di naverasta bajarê Kirîst Çerç ya welatê Newzlandayê, di encama 2 êrişên terorîstî de, bêhtir ji 25 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Di wê barê de, rêvebiriya polîsê bajarê Kirîst Çerç ya welatê Newzlandayê ragihand; Heya niha sedema wê bûyerê û êrişa terorîstî nehatiye zelalkirin û 4 kesên tawanbar ji aliyê hêzên wan ve hatine girtin lê hîn lêkolîn bi wan re berdewame.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket