31`mîn salvegera komkujiya Helebçe ji bîr na be

kurdistani 07:11 PM - 2019-03-13
Helebçe birîneke bê wêne ye

Helebçe birîneke bê wêne ye

Carekî din di yada 16/3 de di hizûr û xemgîniya we de yada komkujiya niştimanî û netewî û mirovî a kîmyabarana Helebçeyê dikin, bîranîneke ku di dîroka miletê me de qonaxekî çarenûsaz bûye, demekê di dawiya sedeya borî de dîroka zulm û zora dijminan bi dirêjahiya wê sedsaliyê asta xwe ya bilind bo îmhakirina kesayetiya netewî û binpêkirina mafan û stemkirina axê û niştimana me gihêşte konaxa tesfiyekirina fîzîkî û şehîdkirina çiya û bajar û rez û bax, kanî û av û hemû zindiyek ta jiyana me.

Komkujiya Helebçe sedsala xedir û zordariyê bi kîmyabaranê kilît kir, ew dema ku Be`sê bihara Kurdistanê jehr kir û di 16/3/1988`an de Helebçe şehîd kir. Bêhtir ji 5000 welatiyên sivîl û şehîd kir û ji 10 hezar kes jî birîndar û bê ndamên laş kir. Xwezayî û jîngeha Helebçeyê jî wêran û pîs kir, jiyan tev jinavbir.

31 sal bi ser wê tawana mezin de derbas dibe û Helebçe û Kurdistan di qonaxekî werçerxanî de derbas dibe, di van 31 salan de gelek guherîn çê bûne, Raperîna Kurdistanê ku şadiyekî dine yê xema Helebçeye, derfetek bû bo rizgariya Helebçe jî bo azadî û avadanî ta beşek ji êşa Helebçeyê kêm bibêt.

Gelek caran YNKê di belavok û gotarên xwe de wiha gotiye; Bi serbilindî Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê li hemû ew wêstegehane de peroş û palpişta te bû. Her weha heya ew salên ku Helebçe li derveyî sînorê îdarî ya hikûmeta Herêmê li Silêmanî bûye, xizmetkirina Helebçe beşek bû li stratejiya me, di dema ku hikûmeta Herêmê jî bû bi yek karwanê avadaniyê û pêşxistinê li helebçe bi hîmeta rihê pêşmergayetiyê birêve diçe taw ê demê ku bajarê me yê hêja û xweşewîst gihêşte qonaxa bi parêzgehkirinê. Ruxana rêjîma Be`sê jî bi xebata Kurdayetiyê û demokrasiyê û derfeta guherandinê û hevkêşeyên navdewletî ku bahoza wê li dewrana kîmyabarana Helebçe de Kurd di pêdengiyekê de hate xeniqandin û di 2003`an de bi berovajî xwesteka celadên Helebçeyê û Enfalê wergeriya asoyekî ronak û dadperwerî ku weha kir ku berpirsên Be`sê deynê qirkirina Kurdan û kuştina Helebçeyê bidin û niha jî xebat bûye bi navdewletîkirina jenosîda gelê me xwestekek berdewam e.

Bi hemû hewldanan jî û hêşta em weku Yekîtî (YNK) bi me weha ye ku hîna gelek maye em bo Helebçeyê bikin û bê kirinê taku ev birîna li ser vê zemînê jiyan li paytexta Şarezor berdewam be û birîna heta hetayî li dil û derûn û endîşeya hemû Kurdistaniyekî de weku bijareyekê kûrbûna netewî bimîne, daku bîranînên me yên netewî qet ji bîr nebin û bîranîna kîmyabaranê û pênc hezar şehîdên Helebçe di wijdana niştimanî û netewî ya me de bimîne bo parastina Kurdistana rizgar û dilniyaya yek carî li çarenivîsa netewa me de.

Ta ew roja Kurd û Kurdistan dimînin jibo pêkanîna xewnên şehîdan û qurbaniyên Helebçe û çespandina niştimanî ya kurdewariyê têkoşîn wê berdewam bê. Ta ew roja destkefta vê tekoşîn bi saya ew qurbaniyan de Parêzgeha Helebçe di dîroka dûr û dirêj de bibe wêstgehekî roja 16/3/1988`an jî de.

Peyama Polîtboruya YNK`ê ya sala 2013`an wiha hat gotin: Helebçe tu birîna me ye û her tu di bîra me de ye

Îro 16/3/ 2013`e, bi helkefta 25 salvegera feleketa Helebçeya Şehîd,  a ku li ser destê peyanên rêjîma Baas a têk çûyî di 16/ 3/ 1988 `de, rastî kîmya baranê hat, Polîtboruya Yekîtiya Nnîştimanî ya Kurdistanê belavokek ragihand, û ev e naveroka wê:
Malbatên û xizmên qurbaniyên Helebçeyê yên birumet
Ey cemawera gelê Kurdistanê
Di jîna netewa Kurd û Mirovahiyê de, feleketa bomberana kirina Bajarê Helebçeyê bi çekên kîmawî, yê ku bûye nimûneyeke ji tunekirina Mirovan, Erd û Xuzayê, birîna dilê me, a ku hêja derman ne bûye, Îro di16/ 3/ 2013`de,  ev bû çarîkek ji sedsalekê di ser xema me ya hevpar ve derbas dibe.
Rêjîma Baas a faşêst,  bi bombebaran kirina bajarê Helebçeyê, di polîtîka  xwe a dijberî gelê Kurd de gihşte asta xwe a hovîtiyê  û çekên Kîmyawî yên qedexe bi karanî, di encamê de bi hezaran welatî şehîd û birîndar ketin,  her wiha bi hazarên din jî seqet man, ku heya niha û ev bû 25 sal bi ser ve derbas bûye hêja ev kes ji aliyê piskolojîk û tendirustiyê û ji aliyê civakîve , ji ber bi karanîna van çekan êş û azarên vê êrişa hovana dikşînin, her wiha hêja xuzayê deverê û zindiyên li deverê ne ji sedemên vê feleketê zoriyan dikşînin.
Feleketa Helebçe ne tenê di kêlikekê de şehîd kirina 5000 mirovê Kurd bû, ew di  heman demê de, operesyoneke talankirina û ji hevxistina jiyana bi hezaran malbatên û niştecihên bajêrê Helebçeyê bû, yên ku rêjîma Baas ew ji hemû xizmên  wan mehrûm kirin,  ji bira û xweşkên wan ji bav û dayîkên wan,  ew kocber kirin malên wan şewitandin xuza û jîngeha wan tune kir û ew ji hîmên jiyana mehrum kirin.
Bi kîmyabarana Helebçeyê rêjîma Baas ne tênê di rojekê de, ziyan da gelê Kurd û Helebçeyê, lê wî di laşê hemû qurbaniyan û xizmên wan de,  birînên kûr çêkirin, birînên ku ji bo bêne derman kirin kedeke mezin bo wê pêwîsîte, brînên ku di wîjdana me de cihê xwe girtine, gelê me û ji 23 salan ve bi ser rêzgarkirinê ve her hewldide van birînan ji holê rake. 
Feleketa Helebçe di dîroka gelê me de, demeke bi êş û xwîne, lê li ser eniya peyanên rêjîma Baas a dagirker ew şermeke mezine, yên di encamê de û li ser hemû gunehên xwe, di dadgehên dadwer de, siza ya xwe yên  dîrokî dîtin,  û bi teybet di derbara tewanên kîmya barana Helebçe û operesyonên Enfalkirinê de.
Her çiqas li Kurdisranê Helebçe kêlikeke bi êş e, lê di heman demê de jî, ew bo banga bihêz a netewa Kurd, a ku wijdana siyasî ya nevdewletî ji xewê hişyar kir, Em niha dibînin Helebçe`ya ku bi gaza bê dengiyê û ji nedîtîve hate vetsandin,  li hemû Paytextên dinya`yê yên mezin û li perlemantoyên rojava û li netewên yekgirtî,  tê bibîranîn û bûye semboleke ku her kes bo wê silavan bi rê dike.
Dadweriya Êraqê û perlemantoya wê ligel Hikûmeta wê,  ev tewan weku komkujîyekê  nas kirin, îro perlementoyên dinya`yê yek li dû ya din li ser diaxifin, her wiha em dibînin ku her kesê ligel rêjîma têkçûyî bûye alîkar ta ku van çekên komkujiyê bi dest bixe, rastê qedera xwe ya  reş tê.
Xizmên şehîdên nemir
Ey welatiyên Helebçe
Her çiqas Helebçe bo nasnama zulimdariya ku bi ser niştecihên wê de, û sambola nas kirina gelê Kurd li Cîhanê û yek ji qorpaniyên komkujiyan (cinosayîd) li nav gelên Cîhanê de, lê Helebçe ne tenê êş, azar û xwîne, ew di heman demê de di dîroka tekoşîna Kurdayetiyê de, ji Şehrezor bigre ta ku  her dervera Kurdistanê û herêma rojhilata navîn , avahiyeke dîrokiye û navendeke ji wêje çandê  ye, ew xudiyê dîrokeke dagirtiye ji serhildanan, şoreşan û tevgera siyasî di tekoşîna Kurdayetiyê de, yenê bi wateyeke din,  ew ne tenê rû yê êş û azaran ne, ew ji dema serhildana bo azadiyê bûye qada pêşketinê û avakirinê, di 20 salên buhîr de, û ji birêveçûna desthilatdariya Kurd de, xelkê bajêr bi hemû hêzên xwe bajarê xwe û bi alîkariya  Hikûmeta Kurdistanê û alîkariya rêvebirtiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê,   ji nû ve avadikine, ev yek bi silogana ( Baas talan kir, em ê baştir avabikin ) weku rêbazek bo tekoşîna xwe hilbijartin.
Bê guman di vê derbarê de, li Helebçeyê gelek tişt hatine avakirin, lê bi rastî Helebçe û xelkê Helebçe yê hêja pir tiştî heqdikin, û ji mafê wane ku ji hikûmetê hêvî bikin ku hêja bêtir xizmetgozariyê pêşkêşî wan bike, ta ku ji vir û pêve Helebçe ne tenê Helebça êş û birînan be, lê Helebça nû,  bibe nimûneya avakirinê  û di dîroka  Kurdistanê û gelê Kurd de bi  xwe ve serbilind be.
Her wiha Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê her dem soz û wefedariya xwe nû dike, ta ku her dem di xizmeta bîranîna xweş a şehîdên Helebçeyê û xelkê wê debe, û her bîranînekê bike bigeheke di avakirina dîwarê wê a bilin de.
Di bîranîna 25 a şehîd bûna Helebçe de, Kurdistan û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê wê Helebçeyê bi tenê nehêlên, bila Helebçeyî dilniya bin e, û bila şehîdên Helebçe`yê di aramiyê de bimînine, ji ber ku :
Helebçe .. tu her dem di bîra mede ye tu birîna me ye
Heya birînên te lidarnekevin , tekoşîna bê hempa wê berdewam be
Polîtboruya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
16/ 3/ 2013`e

Amrîka li ser piştivaniya Helebçe`yê tekez dike
29/10/2018

Qunsil ê Giştî yê Amrîka`yê Steve Fakin yê li Herêma Kurdistan ê Steve Fakin serdana parizgeha Helebçe kir û tekez li ser pitgirî û piştivaniya welat ê xwe ji jinûh avakirina Helebçeyê re kir.

Piştî hevdîtin ê li gel parêzger ê bajêr û serdana mezara şehîdan,Steve di heyama kongireya Rojnamevanî de ragihand ku şereziyeke mezina ji bo me ku me serdana Helebçeya şehîd kiriye ji ber ku gelek rêz û hurmet ji me ji şehîdên Kîmyewî re hene.

Steve amaje bi wê yek ê jî kir ku ev sedana wek piştgiriyek ji nûştecihên bajêr re tê ku pêşerojeke baştir ji wan re peyda bikin.

Amerîka palpiştiya xwe ji bo Helebçe nû dike
18/3/2015

Bi boneya salvegera kîmyabarankirina bajarê Helebçe, nûsîngeha berdevkê balyozxaneya Emerîka li Êraqê ragihand ku Emerîka piştevaniya xwe ji bo Helebçe nû dike.

Di beyannamekê de ku wêneyek ketiye destê PUKmedia`yê têde hatiye: Em pabendiya xwe ji bo dilniyabûn ku careka dinê ew karên hovane qet dubare nebin nû dikin.

Di beşek din ya daxuyaniyê de hatiye. Îro wîlayetên yekbuyî Emerîka mil bi milê Êraqiyan di şerê li dijî DAIŞ`ê rawestiyaye, di bîranîna ev roja nexweş de em pabendbûna xwe nû dikin bo dilniya bûn li wê yekê ku careka din ew karên hovane li ser axa Êraqê qet dubare nebin ku têde ereb û, kurd , mesîhî , Tirkuman , Êzîdî, Şebek û Sabîe menayî eve bi sedê salane li gel hev jiyan kirine. Em ji bo wê yekê kar dikin ku Êraqî bikarin bi aştî û dûr li ev curên karesatan bijîn.

Balyozê Emerîka di beyannameya xwe de dibêje: Em soz didin ku em li kêleka Êraqiyan de rawestin û ji bo Êraqekî demokrat û federal û fereyî û yekgirtî xebat bikin.

Li dawiya beyannameyê de hatiye: Nûnertiya wîlayetên yekbuyî Emerîka li Êraqê li şûna hikûmeta Emerîka ji dil serxweşiyê ji bo malbatên qurbaniyê re dişînin.


Îro rojekî dîrokî ye bo Helebçe
5/2/2015

Îro 5/2/2015 parlemana kurdistanê rûniştina xwe ya asayî li bajarê Helebçe saz dikê.

Jêderekê ji PUKmedia`yê re ragihand: Biryare îro projeyasaya bi parêzgehbûna Helebçe bê pesend kirin, parlemanter jî hewl didin di demekî kin de projeyê pesend bikin.

Her weha cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdarî civîna parlemanê dike.

Her di vê derbarê de Bêgerd Dilşad,  seroka fraksyona kesk (YNK) li parlemana Kurdistanê îro 4/2/2015 ji PUKmedia`yê re ragihand: Em weku fraksyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê her ji destpêka dengoya biprêzgehbûna Helebçe me bi temamî piştevaniya xwe li ser wê pirsê di warê siyasî weku partî û çi li nava fraksyona me de û li nava parlemana kurdistanê em hevkar û hemaheng bûn daku Helebçe bibe bi parêzgeh, çûnkî bûna Helebçe bi parêzgeh ji bilî xewnên Helebçeyiyan her weha curek ji piştgîriya manewî ye jî ji bo xelkê Helebçe û daku xizmetên zêdetir bo xelkê xweşewîstê Helebçe bête kirinê.

Bêgerd Dilşad got jî. Helebçe di dîroka netewa me de jî yek ji sembolên nasandina doza netewî bi cîhanê bûye, kû vî bajarî bi hezaran şehîd bûne qurbanê bicîanîna xwestekên netewî li ser destê rêjîmên yek li dû yekên Êraqê bi taybetî jî rêjîma baas a faşist ya jinavçûyî jiber ku Kurdbûn.

Ragihand jî: Sibe civîna parlemana Kurdistanê li parêzgeha Helebçe li nava monomênta şehîdan birêve diçe û weha biryare jî hemû fraksyon jibo rêzgirtin li canê pak ê şehîdên Helebçe li gel desteya serokayetiya parlemanê biçin serdana gorîstana şehîdan û gurzek gul bo rêz û wefa deynin li ser gorê şehîdan û piştre jî civîna parlemanê li nava monomênta şehîdên Helebçe destpê bike.

Bêgerd Dilşad ew jî aşkira kir ku ji bilî gotara serokê parlemanê, cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civînê de amade dibe û gotara xwe dixwîne û nûneratiya encûmena nûneran a Êraqê jî di rûniştina parlemanê de amade dibe.


Şanda Helebçe ji Bexdadê vegeriya
14/3/2015

Piştî ku şanda parêzgeha Helebçe bi mebesta gotûbêjkirina çend projeyekê ji bo parêzgeha Helebçeyê li gel berpisên bilind ên Êraqê çûbûn Bexdadê şeva borî ew şand vegeriya.

Qeymeqamê Helebçe Erkan Hesen bi daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand ku: Serdana me piştî serdana serokomarê Êraqê ji bo Helebçe hatiye û bi alîkariya endama parlemana Êraqê Ala Talebanî em çûne Bexdadê û bi mebesta danîna budçeyeke taybet bo Helebçe û dirustkirina 2 pirên stratejîk li Helebçe û holekî mezin hêjayî Helebçe û pirsa zarokên me yên windayî em li gel serokwezîrê Êraqê Heyder Ebadî civiyan û wî jî soz da ku hemû daxwaziyên me cî bi cî bike.

Erkan Hesen got: Em li gel serokê parlemana Êraqê Selîm Ciborî jî civiyan û wî jî soz da ku di heftiya bê de nûsîngeha parlemana Êraqê li parêzgeha Helebçe aktîv bikin û ew daxwaziyên me yên dinê jî di heftiyên pêş de bixe rojeva parlemanê.

Qeymeqamê Helebçe da zanîn ku şanda wan li gel tevahiya fraksyonên Kurdî li Bexdadê civiyane û biryar dane ku pêkve ji bo xizmetkirina Helebçe kar bikin.


Parlemantoya Kurdistanê projeyesaya Parêzgehkirina Helebçe pesend kir
5/2/2015
 

Parlemantoya Herêma Kurdistanê îro pêncşemê 5 / 2 / 2015`e bi mebesta projeyesaya Parêzgehkirina Helebçe pesend bike li bajarê Helebçe rûniştineke ne asayî lidarxist.

Çavkaniyên çavdêr ji PUKmedia yê re ragihandin ku Parlmantoya Herêma Kurdistanê îro di rûniştina xwe ya ne asayî de ya li bajarê Helebçe lidarxist, parêzgehkirina Helebçe pesend kirin.

Ji aliyê xwe ve cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê  Qubad Talebanî yê bi tev hejmarek ji rayedarên hikûmetê beşdarî rûniştina Parlemantoyê  bûn, biryara Parlemantoya Kurdistanê ya bi parêzgehkirina Helebçe pîroz kir.

Talebanî bi gotarekê got; Ev roj bo me hemûyan girînge, divê em ji bo ji gengeşeya siyasî û kêşeyên navxweyî yên zinayê didin Kurdistanê û bi teybet di van helûmercên zor de, yekrêziya xwe biparêzin. Talebanî bal kişand ser bi wê yekê ku îro ji her rojê bêtir pêdiviya kurdistanê bi yekrêziya ref û dengê kurd heye û parêzgehkirina Helebçe li hemû aliyên bi dengê xwe yekrêzî parastin pîroz kir.

Ji aliyê xwe ve palemantera firaksyona Kesk di parlemantoya Kurdistanê de Bêger Talebanî ji PUKmedia yê re di demeke bihurî de da xuya kirin ku firaksyona kesk a YNK`ê ji dest pêkê ve ligel wê yekê ye ku Helebçe bibe bi parêzgeh û ev yek daxwaza xelkê Helebçe ye, her wiha  dê ev yek  rê li ber pêşketina bajarê Helebçe û avakirina gelek projeyan li bajarê Helebçe veke, Talebanî cexit li ser wê yekê jî kir ku bajarê  Helebçe,  Kurd û doza Gelê Kurd bi hemû cîhanê da nasandin û xelkê wê li ser destê rêjîma Baas bi hezaran qurbanî dan.

Qubad Talebanî: Xelkê Helebçe hêjayî hukimraniyek dirustin
11/6/2015

Cîgirê serokê hikûmeta herêma kurdistanê bi temamî piştevaniya xwe bo rêveberiya xwecihî ya helebçe nîşan da bo xizmetkirina xelkê wî bajarî û ragihand jî ku parastin û xizmetkirina milet erkê ser milê hikûmetê ye.

Di merasîma destbikarbûna parêzgarê Helebçe û cîgirên wî, cîgirê serokê hikûmeta herêmê Qubad Talebanî gotarek pêşkêş kir û pîrozbahî li parêzgar û cîgirên wî û her weha li xelkê herêma kurdistanê û bi taybetî yê Helebçeyê kir û ragihand: Ew erkê bo parêzgar û cîgirên wî hatiye spartin ne padaşte belku berpirsyartiyeke bo xizmetkirina xelkê Helebçe û berpirsyartiya hikûmetê jî xizmetkirina xelkê Kurdistanê ye.

Qubad Talebanî got: Yekrêziya niştimanî û pêkve karkirina hemû aliyên siyasî em gîhandin îro û ji bo wê jî ez pîrozbahiyê li xelkê Helebçe dikim. Her weha ew yekrêziya çiqas pêwîstbû ku em gîhand îro ji wê zêdetir jî pêwîste ku bi hukimraniyeke dirust xizmeta xelkê bajêr jî bikin.

Di berdewamiya axaftina xwe de Qubad talebanî got: Xelkê Helebçe hêjayî hukimraniyeke dirustin, berpirsên rêveberiya bajêr jî daku di erkê xwe de serkeftî bin pêwîstiya wan bi hevkariya hemû saziyan heye, em jî li encûmena wezîran bi temamî piştgîriya xwe bo vê yekê nîşan didin.

Got jî: weku hikûmet du erkên mezin li ser milê wêne ew jî parastin û xizmetkirina milete.

Li dawiya gotara xwe de Qubad Talebanî ragihand. Ez di wê baweriyê de me ku hikûmeta xwecihî ya Helebçe bi hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dikare Helebçe vegerîne bo navenda rewşenbîriya caran û bi hevkarî û piştgîriya hikûmetê dikare Helebçe bike parêzgehekî mînak.


Lahayî biryar da monumenta qurbaniyên Helebçe avabike
17/3/2014

Rêwijakrê wezîrê karûbarên Şehîndan û Enfalkiriyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Fuwad Osman da xuya kirin ku şaredariya bajarê Lahayî ya Holanda biryar da monumenta bi bîrxistina qurbaniyên Helebçe li bajar avabike.

Osman di hevpeyvînekê de lige Ajansa Anadol ragihand ku dê monumenta qurbaniyên Helebçe vejînkirina wêneya ku wênegirê Tirk Ramazan Ozturk ji qurbaniyên Helebçre girtiye be, Ozturk yekem rojnamevan bû, ku piştî bomberana kîmyayî hate bajarê Helebçe ya şehîd û wêneya ku bi navê Govanê bê Deng ( Şahidê bê deng ) girt û ev wêne derbarê nasandina karesata Helebçe yê de gelek bi nav û dengê bû.

Her wiha Osman da xuya kirin ku komîta peywendiyên derve ya şaredariya Lahayî gelek xebat dike, ji bo ku welatên Yekîtiya Ewropa bûyerên li Helebçe rû dana weku operesyonên komkujiyê-cinosayîd nas bikine.

Ji aliyê xwe ve rojnaevanê wênegir a Tirk ya bi wêneyan  komkujiya Helebçe kir dikoment Ramazan Ozturk da xuya kirin ku ew yekem rojnamevan bû piştî êrişa kîmyayî ya rêjîma Beis gihîşte Helebçe û gelek wêne girtin ku hovîtiya bi sere werlatiyên bê çek de hatiye kirin eşkere dike.

Ozturk wekî din diyar kir ku wêneya ku wî ji yek ji qurbaniyên ku li Helebçe  jiyana xwe ji dest dan e Omer Mihemed Salih re girtiye ku hêja kurê wî di hembêza wî de ye, bi rastî beşeke biçûk ji rastiya mezin a bi êş ya karesata komkujiyê eşkere dike, û da xuya kirin ku ew bi xwe yek ji wan kesan bû, ku ji şaredariya Lahayî daxwaz kir monumenteke qurbaniyên Helebçe berz bête rakirin û bi xwe pêşniyar kir wêneya ku wî girtiye bibe sembola wê tirajîdiya mirovahiyê.

Helebçe roja cîhanî ya windayiyan bibîr anîn
26/5/2014

Bi amedebûna qeymeqamê Helebçe Erkan Hesen û hejmarek berbiçav ji kesûkar û malbatên windawî ên Helebçe, birêveberiya monomênta Helebçe roja cîhanî ya windayiyên cîhanê bi merasîmekê li monomênta Helebçe hate bîranîn.

Serpereştyarê merasîmê û xwediyê zarokekî windayî bi daxuyaniyekê rojnamevanî ragihand: Di roja cîhanî ya windayiyan de em daxwaza dîtina windayiyên Helebçe dikin ku hejmara wan 48 kesin û piştî karesata Helebçe winda bûne.

Piştre jî Erkan Hesen ragihand û got. Di vê rojê de em daxwaz dikin neviyên Helebçe li her welatekî bin bêne radest kirin û di pêşerojek nêzîk de jî bêne vegerandin û di demek nêzîk de em lijneyekê bo vê mebestê pêk tînin.

Roja 25/5 bi roja cîhanî ya windayiyan tê naskirin û dîroka wê vedigere bo sala 1970 dema ku zarokekî Emerîkî bi navê (Yitan) li dibîstanê winda dibe û di sala 1983`an de tê dîtin û ji aliyê serokê Emerîka wê demê li koşka sipî pêşwazî li wî zarokî dike. Her weha ew roj jî bi roja windayiyên cîhanî tê naskirin û ji ber karesata Helebçe jî 48 zarok winda dibin û heya niha nehatine dîtinê.


Parlemana Êraqê vekirina nûsîngeha Helebçe qebûl kir
19/3/2014

Serokayetiya parlemana Êraqê rezamendî li ser vekirina nûsîngeha Helebçe li parlemanê nîşan da û rêveberiya Helebçe jî ew rezamendiya parlemanê bi helwestek erênî wesif kir.

Di nava kongireyekî rojnamevanî de qeymeqamê Helebçe Goran Edhem ragihand: Li ser daxwaza çend parlemanteran serokê parlemana Êraqê Usame Nûcêfî vekirina nûsîngeha Helebçe a parlemana Êraqê erê kiriye ku ev biryare giringî û taybetiya xwe heye û bi wê wateyêye ku Helebçe jî parêzgehekî Êraqê ye.

Goran Edhem ji PUKmedia`yê re ragihand ku: heya niha tu komekî parlemanê dijayetiya projeyasayê nekiriye ewê ku hebû jî çend kesekî şovenîst ku di dema berê de jî li beramber her dozekî Kurd ew helwesta wan hebû.

Qeymeqamê Helebçe got jî: Em di hewlên xwe de berdewamin bo axaftina li gel hemû aliyên Êraqî de.


Saman Fewzî: Ji mafê Herêmê ye Helebçe bike parêzgeh

9/3/2014

Parlemanterê hevpeymana Kurdistanê Saman Fewzî îro yekşemê 9 / 3/ 2014`e m di da xuyaniyekê de ji PUKmedia yê re tekez kir ku destur rê dide Herêma Kurdistanê  bê ku vegere yesayekî ji aliyê Encumena Nûneran a Federal ve pesendkirî Helebçe bike bi Parêzgeh.

Fewzî ji aliyê xwe ve da xuya kirin ku wî bi xwe daxwazeke nivîskî ji Serokê Parlemanê re Nuceyfî re rêkir û jê pirs kir ji ber çi pirojeyesa parêzgehkirina Helebçe nakeve rojeva parlemana Federal, û got Serokê Parlemanê soz da ku dê vê mijarê gotebêj bike, û wiha berdewam kir lê tiştê diyar ewe ku heya niha parleman bi rastî naxwaze vê mijarê gotebêj bike.

Her wiha Parlemanterê hevpeymana Kurdistanê da xuya kirin ku eger Paremantoya Federal wer li ser helwesta xwe berdewam be, dê Herêma Kurdistanê vegere desturê , ji ber ku destur dibêje dive hemû biryarên ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne girtin bêne pesend kirin.

Parlemanter Fewzî da xuya kirin ku di dest pêkê de hemû aliyên siyasî parêzgehkirina Helebçe baş pêwazî kirin lê pişt re gav paşve avêtin û bi teybet piştî mijara parêzgehkirina çend Qeza ku bi ser deverên ji Herêma Kurdistanê ve hatine qut kirin ve ne ket rojeve  siyasî li Êraqê û bû merce ji bo Helebçe bibe Parêzgeh aliyên siyasî xwe dan paş.



PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket