Ansata Navendî girîntirîn jêder e

kurdistani 05:16 PM - 2019-03-13
Salvegera 25 saliya Ansata merkezî

Salvegera 25 saliya Ansata merkezî

Salvegera damezrandina Ansata Navendî bi helkevta yobela zêvî hilgirê rêbaza Mam Celal hat pîroz kirin.

Li bajarê Silêmaniyê di mekteba ragihandina Yekîtiya Nîştîmanê ya Kurdistanê de, bi beşdariya hejmarek ji rojnamevan û siyasetvan û nivîskar û sernûser û karmendên Ansata merkezî, merasîma boneya salvegera 25`mîn a damezrandina Ansata merkezî ya ku ji aliyê serok Mam Celal ve dihate piştgirîkirin birêve çû, bi awayekî gelemperî hate pîrozkirin.

Li gorî otinên sernûerê Ansata Navendê ku (Ansata Navendî) wek kovar ango peleşureke zanyarî û nûçegerî ku bi zimanê erebî ji aliyê mekteba ragiahndina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ve tê weşandin, ew bi destpêşxeriya serok Mam Celal hatiye damezrandin û bi piştîvaniya serok Mam Celal hatiye birêvebirin û endazyarê pêşketin û berdewamkirina wê jî her Mam Celal bû.

Her weha di axiftina Şêx Osman se wiha hatiye ku; Mam Celal ji destpêkê ve û heya roja ku nexweşket, herdem di her hejmareke nû de, yekser hemû babatên wê dixwaend û dişopand.
Ansata Merkezî di heyama 25 salan ve, wek diyartirîn jêder tê naskirin û pejirandin ku piraniya xwendevanên wê, ji aliyên ronakbîr û rewşenbîr û çalakvanên erebî Êraqî û Sûrî ve û her weha beşek ji kurdên ku bi erebî dizanin ve tê şopandin û xwedin ku ev jî wek berhemeke girîng yê kurdî ji rêbaza serok Mam Celal ji bo xwendevanên zimnê Erebî ye.

Ez wek rojnamevanekî kurd ê Rojavayê Kurdistanê, di hemû demên şopandina xwe ya Ansata Merkezî de, ku ji sala 1998`an ve dikarîm rastiyekê bibînim ku Ansatê dikarî xizmeteke li berçav pêşkêşî şoreş û doza kurdî li her çar aliyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê bikiraya û bi taybetî di van salên dawiyê ên çarnûsazê de.
Ji ber ku Ansat bi bîrdoza Mam Celal a sosyal democrat û nîştimanî dihate weşandin û li gorî rêbaz û felsefeya rasteqîne ya bîrdoza resen û dewlemend ê Mam Celal dihate amadekirin û weşandin.

Ji sala 2005`an ve li Başûrê Kurdistanê di beware kar û xebatên rojnamegerî ya kurdî yên cuda cuda de û nivîsandin û xebatên sivîl dixebitim.
Ji 2010`an ve di PUKmedia û heya niha jî dirêjpêder im, her weha ji 2017`an de, ez di radyoya Dengê Gelê Kurdsitanê de wek pêşkêşkarê bernameya Ji Rojavayê dixebitim û ez yekek ji şopêner û xwenevanê Ansata Navendî me ku ev 2 rojin pîrozbahiyên salvegera wê ya Yobela Zêvî berdewam e.
Ez bi reşkewî dibêjim ku Ansat ji aliyê zimnê Erebî ve, bû ye jêdereke pir girîng û bi nûçe û raport û agahiyên rasteqîne ku wek palpişteke rojnamegerî ji tekoşîna Hêzên Sûriye Demokratîk ku YPG-YPJê wek hêzên here sereke di wê de pêşengin li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin.

Ansatê wek hemû ew rojname û kenal û malperên ku ji rêbaza Mam Celal derketine ye ku ji wan jî bi taybetî rojnameya (Kurdistanî New û malpera PUKmedia`yê û kenala Kurdsatnewsê dikarî roleke berferehtir bi dest bixe û bibe jêdera yekemîn ya Başûrê Kurdistanê ji Rojavayê Kurdistanê re û bi taybetî di biwarê nûçe û raport û lêkolînên ku bi zimanê erebîheya îro diweşîne. Bi tayebt gelek caran wek bersivderê li hemberî vir û derewînên kenalên ragihandinên erebî ên şovînîst bû.

Dema ku ez van peyvan li ser kar û xebatya Ansatê dibêjim û dinivîsim, ne ji bo xwe an jî berjewendiyên xwe yên keseyatî teng, lê ez ji bo dîrokê dinivîsim û ewê ku bixwaze rastiyên peyvên min nas bike, bila here erşîva Ansatê temaşe bike. Wê demê wê rastiyên ku hene û çawaniya xizmetkirina Ansatê ji şoreş û doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê re wê zelal bibe.

Berê jî min li ser salvegera PUKmedia`yê û ya Kurdistanî New û Kurdsatê jî ew rastiyane aşkire kiri bûm. Dibe ku mirov rastiyên hene, kok veneşêre û bide xuyakirin û ji raya giştî re şirove û zelal bike, ji ber ku ew dibe pişka dîrokê, rastkirina dîroka xwer û ler, ji ber wê jî, dibe ku mirov bi wîjdanî û wefadarî wan rastiyan bide xuyakirin.

Wateya kar û xebata Ansata Navendî ji bo parastina rastiyên doza kurdî û şoreşa wê li hemberî kenalên ragiahndinên dijber, tê wê wateyê komkirina zanyarî û weşandina wê li gorî rastiyên heyî, bo nimûne ku di şerê DAIŞê de, piraniya ragiahndinên ereban ên şovenîst dixwastin ku rastiya Hêzên kurdî ji YPG-YPJê û HSDê têkbibin û bi rayea giştî ya cîhanî bi awayekî şaş û çewt bidin nasandin, Ansata Navendî bi berevajayî wan, rastiyên hene, dida weşandin û şirovekirin û pîlanên wan kenal û rojnameyên erebî pûç dikir.

Ez wek nûnerê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistan û hem wek rojnamevan û hem wek serokê Rêxistina Hawarê ya Parastina Zarokên Efrînê dubare germtirîn pîrozbahiyên xwe û heval û alîgirên hevxebat û hevpîşiyên xwe arasteya sernûser û karmend û rojnmavanên Ansata Navendî dikim û bi dil û hizir dibêjim, rewana rojnamevan û mamosteyê mezin Mam Celal şad be ku li pê xwe gelek ecnîdeyên xizmetkirina doza gelê kurd hîşt û her serfiraz bin.

Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket