Hawarê 15`mîn ya serhildana 12ê adarê pîroz kir


12/3/2019 15:12:00
Çapkirin
     .

Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê ku ji bo salvegera 15`mîn ya serhildana Rojavayê Kurdisdtanê ku ji Qamîşloyê destpêkir û li Kobanê û Heleb û Efrîn û Şamê jî belav bibû, peyameke taybet weşand û me jî bi girîng zanî ku biweşînin ji ber ku wêneyek taybet ji me re hatiye şandin.

Ev jî naveroka wê ye;

Salvegera 15`mîn ya serhildana 12ê Adara 2004`an pîroz be

Salvegera  serhildana pîroz a 12,ê Adarê ya 2004 an- ji bo gelê Kurd li Kurdistan ê rojeke dîrokî û cihê serfiraziyê ye, buye bi roja hevgirtin û li hevnêzîkbûna gelê Kurd ji herêma Cizîre (Qamîşlo) ta Kubanî û herêma Kurdaxê(Efrîn) û hemû deverên din yên Rojavayê Kurdistan û Suriye.

 Lê rastiya wê rojê, bi nirxeka pir giran û biha hatiye zindîkirin ku wek tava rojê derketî  holê, ji mafê tu hêz û aliyan nîne ku nikoliyê li destkeftên wê serhildanê bikin, ji ber ku di wê rojê de serhildaneka berfereh û yekgirtî ji aliyê gelê Kurd ve li dijî sîstema desthiladariya Bass pêşkeftibû û bû roja xurtvîna gelê Kurd, jib o wê yekê, tê pêşbînîkirin ku ew roj, dê bibe bi roja yeketiya rêzên gelê Kurd li  Kurdistan a Suriye û di heman dem de, dê bibe bi yeketiya rêzên gelên Suriye bi gişî, çi Kurd, çi Ereb, çi Ermen, çi Aşur û Suryanî û çi Tirkman û çi Çerkes bin.

Hevkariya gelên Surye bi hev re, dê bi bîranîn û pîrozkirina roja 12ê Adarê dest pê bike, çumkê, ew roj bûye sedema şikandina pûtên 40, 50 salî ku ji aliyê desthilatên ku bi serokatiya  partiya Bass yek bi dûv yek re ku hikumeta Suriye bi rêvabiriye, partiya Bass, bi berdewamî neheqî li rastiya hebûna gelên din yên ku di wî welatî de dijîn û nikoliyeka bê wêne jî li wan  kiriye.

Ji bo wê yekê, em wek Rêxistina Hawar ya Parastina zarokên Efrînê, serî rêz û rûmetiyê li ber bîranîna wan pakrewanên gênc ku xwe fedayê doza rewa yê gelê xwe kirin ji Cezîrê ta Efrîna xweragir ku îro 52 roj bû ji berxwedan û nepejirandina dagîrkeriya Tirkiyê û komên çete ên opozisyona Sûrî.

Herweha  gelek bi pêwîst dibînin ku wê rojê bi awayekî pir berfereh binrxînin û girîngiyek mezintir bidin ê, lê dibe ku ne tenê ji aliyên Kurdan ve, ew nirx bê dayîn, lê belê dibe ji aliyê gelên din ve jî bê dayîn, bi taybet ew gelên ku  mîna gelê Kurd sitem û ne rewayî li wan hatine kirin.

Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê, pir bi girîng dizane ku hemû partî û rêkxistinên sivîl û bi taybet yên ku ji bo parastin û bergiriyê li mafên mirovan dikin û alîgiriya kar û xebat civaka sivîl dikin,  gelek bi dilsozî û hevparî hewil bidin ji bo parastina rastiyagelê me li Efrînê y58 rojan li ber çavên hemû dunayê û bêdengiya wan ji komkujiyan û qirkirina zarokên kurd li Efrînê hatibû tomarkirin.

Pêwîste hemû aliyên siyasî kurdî kar bikin ji bo derxistina doza Efrînê li cihên dîplomasî ên cîhanî û bi taybet ew welatên ku xwe di çarçoveya têgeha demokrsî û mafên mirovan de dibînin, daku rastiya rojê 12ê adara 2004`an were bi cihkirin, gerek pir mezin bê nirxandin, pêwîste ji bo berxwedana Efrînê em bikin bingeha sereke wek çawa wek roja şikandina pûtên ne rewa û jêrdestiya reş ku ji 40- 50 salên borî ve tê perestin.

Em di vê roja pîroz de, azadî û rizgarkirina Efrînê dixwazin û banga me ji tevahiya welatên peywendîdar û bi taybetî Amerîka û Rûsiyayê ku xwedî li doza gelê kurd li Efrînê derkevin û dagîrkerê Tirk ji axa Efrînê derxînin.

Her Bijî  Serhildana 12,ê Adarê
Her bijî doza gelê kurd li Efrînê û Kurdistanê.
Namirin Pakrewanên Azadiyê

Rêxistina Hawar ya Parastina Zarokên Efrînê

12-03-2019

PUKmedia


 

Brîtanya; Jineke kurd hat xelatkirin


Jineke kurd ji ber afrandineke nû ve hat xelatkirin.

Li welatê Birîtanyayê jina kurd Faniya Îsmaîl ji ber afrandina madeyeke nû ya berevanîki...


»  YNKê beşdarî serxweşiya Mîr Tehsîn bû
»  Malbateke kurd Yanesîbekî mezin jê re derdikeve
 

BIRADOSTÊ MÎTANÎ: NAVÊN MÎREŞÎN Û DEWLETÊN KURDÎ JI SALA 637z VE


Xwendevanên hêja : Gelo , ji dema hatina misilmanan ve 637z me Gelê KURD carinan desthilatî û xomanî li ser xaka xwe ya KURDISTAN&Ec...


»  Mam Celal Sembola Netewe Ya Kurd
»  El-Idlibî: Heke rêjîm Idlibê bigire dê ji bo Tirkiyê ziyaneke mezin be
 

DGK stêrkek ji rastiya ragihandina Kurdî ye..


Di helkevta 40`mîn ya salvegera damezrandina Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ku hilgirê Peyam û rêbaza Mam Celal e, germtirîn pîrozbahiyên ...


»  Ansata Navendî girîntirîn jêder e
»  Hawarê 15`mîn ya serhildana 12ê adarê pîroz kir

Karîkator