Pakrewaneke lê bi ken

kurdistani 12:41 PM - 2019-03-12
Pakrewan Ristem Efrîn

Pakrewan Ristem Efrîn

Pakrewanê bi erk û xebat...

Rewanpakê diloz û mirovdost û welatparêz..

Rêhevalê nemir û rewanpak Ristem Efrîn, tu kok namirî.

Di salvegera roja tevlêbûna te ji refên pakrewanên riya azadiya kurd û Kurdistanê re, em bi rêz û lîmet, te û hevalênn te bi bîrtîne ey qehremanê doza giran, ey lehengê Efrîna birîndar û sembola berxwedana Eyîn Deqneyê pakrewan Ristem em te kok ji bîr nakin.

Dema ku mirovbixwaze kesayetiyekî şoreşger û xwedî bîrdoz û kar û xebatên kirdarî, wê demê wê Şehîd Ristem yekser bê bîra wî.

Dema ku mirov bixwaze dilsoiya mirovekî ji ax û welat û doza gelê xwe re bêne bîra xwe, yekser wê şehêd Ristem di ber çavên xwe re derbas bike.

Şehîd Ristem wek kesayetiyekî şoreşger û mirovdost û kurdperwer û welatparêz û xebatkar û tekoşerê gelê kurd li Herêma Efrînê heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da û soza xwe ya pîroz ku dabû bi serwer û doza gelê xwe di warê kirdarî de, bi cih anî.

Ji ber ku ji malbateke welatparêz û xwedî helwesta neteweyî bû, dikarî bêhtir destkevt û destanên dîrokî tomar bike û axa xwe biparêze û gelê xwe ji êrişên terorîst û caş û xwefiroşan biparêze û xwedî li rastiya navê xwe derkeve.

Bîranîna te, rastiya rewabûna doza me dide xuyakirin û ji ber wê jî, emê te kok ji bîr nekin, tu her dem di hizir û dilê me de dijî.
Hozan Efrînî.

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket