Rûsya Hêza Xwe Ya Leşkerî Nîşan Dide

kurdistani 07:25 PM - 2019-03-11
Wezîrê berevaniya Rûsya Sergei Shoigu

Wezîrê berevaniya Rûsya Sergei Shoigu

Wezîrê Berevaniya Rûsî şanaziyê bi pêşxistina sektora leşerê Rûsya dike û dibêje wan di çend salên derbazbûyî de hezar firoke û bi hezaran tank dirust kirine.

Sergei Shoigu wezîrê berevaniya Rûsya, roja Duşemê di peyvekê de ya li hember parlamena Rûsî pêşkeş kirî got, ew serbilndin ku di dema 6 salên wezîfeyê de şiyane hêza leşkerî pêş bêxin û niha hêza wan ya leşkerî hêzeke berhemdar û veguhêzere.

Sergei Shoigu got ji sala 2012an heta sala 2018an wan 1000 firokên cengê û Helikopter û zêdetir ji 3700 tank berhem anîne, herwiha10 lîwayên leşkerî bi nûtirîn cûrên çekî û mûşekên Iskander hatine biçek kirin.

Shoigu herwiha da eşkere kirin kû di operasyonên li Sûriyê de, ji sala 2015 û vir de Rûsya hêza xwe ya leşkerî nîşan dide û rê daye leşkeran li Sûriyê ku çekê nû biceribînin di nav de mûşekên cruise yên dûravêj yên ku ji ser gemiya cengê tên avêtin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket