30 saliya koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo


9/3/2019 16:52:00
Çapkirin
     30 saliya koça dawî ya hunermend Mihemed Şêxo

Îro salvegera 30`mîn salvegera koça dawî ya hunermenê navdarî Kurd Mihemed Şêxo ye.


 Îro roja şemiyê 9-3-2019`an, salvegera 30`mîn ya koça dawî ya hunermendê navdar Mehemed Şêxo ye. Bi şoreşa Rojava re, gotina hunermend tê jiyanîkirin. Navenda Çand û Hunera Mehemed Şêxo, hunera wî zindî û li nifşên nû belav dike.

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo, di 30’emîn salvegera mirina xwe de tê bibîranîn. Hunermendê ku gelek êş kişand û li gel van êşên xwe êş û kederên welatê xwe, her wiha hesreta xwe ya welatekî azad di stranên xwe de anîn ziman, îro di dilê nifşên nû yên Rojava de zindî dibe. Mihemed Şêxo ku di dilê hemû Kurdan de cihê xwe girtiye, di sala 1948’an de li gundê Girbawî yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bû ye.

Navê wî yê rastî Mihemed Salihê Şêxmûsê Ehmed e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê di sala 1967’an de, ji ber sedemên abûrî û êşa çavên xwe dest ji xwendinê berdide. Şêxo di nava xwîşk û birayên xwe de yê herî mezin bû, lewre bi bavê xwe re, di nava zeviyên pembo û baxçeyan de kar dikir. Di salên xwe yên dibistanê de Mihemed Şêxo gelek hunermendên Kurd nas dike û di bin bandora wan de dimîne. Di sala 1969’an de dest bi dengbêjiyê dike û bi dengbêjan re tevlî şevbihurkan dibe.

Di dawiya sala 1969’an de diçe paytexta Lubnanê Beyrutê û di sala 1972’yan de dibe endamê Hevgirtina Hunermendên Lubnanê. Li vir hunermendên ereb ên wekî Feyrûz, Nesrî Şemsiddîn, Wedîh Elsafî û Asî Rehbanî nas dike. Li Beyrûdê 2 salan dersên muzîkê werdigire û demekê di nava koma muzîkê ya bi nave Serkeft de cîh digire.

Di sala 1972’yan de vedigere Rojavayê Kurdistanê û bi çend hevalên xwe re komek muzîkê ava dike û tevlî şahî û pîrozbahiyên Newrozan dibe. Êdî hêdî hêdî navê Şêxo di nava gel de belav dibe.

Şêxo ji ber rejîmê di dawiya sala 1972’yan de diçe Başûrê Kurdistanê û ji wir jî diçe Bexdayê. Strana xwe ya yekemîn a bi nave “Baxçê Gula” li wir çêdike. Mihemed Şêxo piştre dîsa vedigere Qamişlo, lê rastî gelek pêkutiyên rejîmê tê û tê girtin.

Piştî peymana Cezayîrê û têkçûna serhildana Kurdan, Şêxo jî diçe Rojhilatê Kurdistanê û piştî kû demekê li kampa penaberan dimîne, li Mahabatê bicîh dibe. Li vir zimanê farisî fêr dibe, lê xebatên xwe yên muzîk û welatparêziyê jî didomîne. Li Urmiye û Mahabatê li ser şopa Qazî Mihemed û Simko xebatan dimeşîne, lewre piştî 2 salan ji aliyê rejîma Îranê ve sirgunî parêzgeha Ostanê Mazenderan tê kirin.

Hunermend Şêxo ku di 1983’yan de vedigere Qamişlo, di sala 1987’an de, tomargehekê vedike, lê rejîm alavên wî hemû desteser dike. Şêxo li Qamişlo li navendek hunerî zarok û xortan hînî muzîk û sitranan dike. Bi taybetî sitranên gelerî û sirûdên netewî û welatparêziyê fêr dike.

Şêxo di 9’ê Adara sala 1989’an de di 41 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Hunermendê ku di dilê Kurdistaniyan de cihê xwe çêkiriye, ji aliyê nêzî 70 hezar kesî ve oxirî rêça dawî hate kirin.

PUKmedia


 

Siyasetvanê Kurd Bangi Haco koça dawî kir


Siyasetvanê Kurd cîgirê serokê KNKê Bangi Haco koça dawî kir.

Îro roja şemiyê 29-6-2019`an, li Ewropayê, siyasetvan û n...


»  Nadya Murad li Amerîkayê ye
»  Dêra Ancîlî; Biryara derketina Tirkiyê ji Efrînê da
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Gelo çire te bi telefonekê dagîrkirina Efrînê ranewesatnd?


Di nûçeyeke Demgê Amerîka ya Kurmancî de wiha hatiye weşandin ku Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Erdogan û Kurdan çi got?


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad


Karîkator