Rûniştina Parlemana Êraqê dest pê kir

kurdistani 03:50 PM - 2019-03-09
  Rûniştina Parlemana Êraqê dest pê kir

Rûniştina Parlemana Êraqê dest pê kir

Rûniştina Parlemana Êraqê ji bo xwendina hin pirsan dest pê kir.

Îro roja şemiyê 9-3-2019`an, li bajarê Bexdadê paytexta Êraqa federalê, rûniştina asayî ya Encûmena Nûneran Ya Êraqê, bi beşdarbûna piraniya endaman, dest bi karên xwe kir.

Di wê barê de, jêdereke ji Encûmena Nûneran ya Êraqê bo PUKmedia`yê ragiahnd; Ew rûniştina îro, ji rewabûna demsala 2 ye ku serokê Encûmena Nûneran Dr. Mihemed Helbusî dest bi karên xwe kir û ew civîn wê li ser desthilata jinavbirina gendalî di rêvebirî û aborî û darayî de be, her weha wê serokkomarê Êraqê Dr. Berhem Salih jî tê de amade be û serokwezîran Dr. Abdulmehdî jî amade bibe her weha serokê dîwana serdozgeriya Êraqê jî û serokê dîwana çavdêriya darayî û serokê desteya niyazpakiyêjî amadedibin.

Jêdera Encûmena Nûneran di dirêjahiya axivtina xwe de, aşkire kir ku ew rûniştin bo yekemîn care ku li derveyî Qesra kongireyan tê lidarxistin, bi sedema ku nûjankirin tê de tê kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket