Hevpeymana Nîştimanî 28mîn salvegera raperîn pîroz kir

kurdistani 03:40 PM - 2019-03-07
Westa Resul û Hozan Efrînî

Westa Resul û Hozan Efrînî

Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî 28`mîn salvegera raperîna Ranyayê pîroz kir.

Duh roja çarşemê 6-3-2019`an, şandeke Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî ji bo pîrozkirina salvegera 28`mîn salvegera destpêkirina raperîna Başûrê Kurdistanê ku ji Raniyayê destpêkiribû, serdana rêvebiriya Raperînê kir û ji aliyê berpirsê malbenda 24ê ya YNKê Westa Resûl ve hat pêşwazîkirin..

Di wê serdanê de, şandeya Hevpeymana Nîştimanî bi serokatiya serokê ê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî li Herêma Kurdistanê Hozan Efrînî li gel berpirsê Malbenda 24ê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Westa Resûl civiya.

Di wê civînê de, her du aliyan li ser rewşa heyî li Kurdistan û şerê li dijî DAIŞê û çawaniya hevrêziya aliyên kurdî û parastina maf û azadiya gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hozan Efrînî; Rola YNKê li piştîvaniya şoreşa Rojavayê Kurdsitanê bi taybetî berxwedana Kobanê pir bilind bû.

Serokê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Kurdsitanê Hozan Efrînî di serî de, bi helkevta 28`mîn salvegera raperîna Ranyayê ku hemû başûrê Kurdistanê li xwe girt, germtirîn pîrozbahiyên xwe û Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî Rojavayê Kurdistanê li tevahiya xelkên Raniya û Başûrê Kurdistanê kir ku pêngaveke dîrokî li dijî stema rêjîma Ba`es ya dîktetor tomarkirine û îro jî li Rojavayê Kurdistanê dirêjahiya wê raperînê serkevtin bi dû serkevtin li dijî neyar û terorîstan tomar dikin.

Her weha Efrînî di dirêjahiya axivtina xwe de, rola YNKê li piştîvaniya şoreşa Rojavayê Kurdsitanê bi taybetî berxwedana Kobanê pir bilind nirxand. Dazanîn ku her çiqas erkê her aliyekî Kurdisdtanî ye ku piştgiriya xelkê Rojavayê Kurdistanê bikin, lê rola YNKê di wê barê de, pir nirxdar û giranbuha bû.

Westa Resû; Tekez li ser dirêjepêdana peywendiyan di navbera YNKê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve jî, berpirsê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Westa Resûl bi xêrhatina şandeya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrasta Sûrî kir û tekez li ser dirêjepêdana peywendiyan di navbera YNKê û Rojavayê Kurdistanê kir. Her weha derbarê rola YNKê bi giştî û berpirsê saziya parastin û zanyayriyên li Herêma Kurdistanê Şêx Lahur Şêx Cengî kir ku xwedî roleke mezin bû di pêşxostina peywendiyên dîplomasî yê Rojavayê Kurdistanê û Amerîkayê.

Resûl di dirêjahiya axivtina xwe de, serkevtina raperîna Raniyayê bi dirêjepêdana berxwedana Rojavayê Kurdistanê ve girêda û tekez li ser hevrêzî û hevkariya di navbera hemû aliyên kurdî û Kurditanî da û hêvî kir ku yekrêziya gelê kurd di pêşerojê de bi serfirazî bê tomarkirin taku wefadarî bo xwîna şehîd û pakrewanan bê kirin.

Şandeya Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî serdan emîd Qdir jî kir û cansaxî jê re xwest.

Ji aliyekî din vê, şandeya Hevpeymana Nîştimanî ya Sûrî serdana mala emîd Qadir Xoranî kir ku rewşa wî ya tenduriostiyê têkçû bû, şandeya serdanger li rewşa Qadir Xoranî pirsiya û cansaxî û tenduristiyeke baştir jê re xwestin û spasiya rola wî di piştgiriya li Rojavayê Kurditanê jî kirin.

Ji ber ku emîd Qadir xwedî roleke liberçavan bû, wek çawa YNKê hevkar û alîkarbû, emîd Qadir yek ji dilsozên nêzîk ji xelkê Rojavayê Kurdistanê ye çi li Rojava û çi li Herêma Kurdistanê herdem xwedî helwesteke kurdeyetî û merdî bû ye.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket