28,mîn salvegera raperîna gelê Kurdistanê ya 1991`an

kurdistani 12:31 PM - 2019-03-05
Raperîna Ranyayê

Raperîna Ranyayê

28 sal berê di rojke wek îro de, ango di roja 5`ê adarê sala 1991`an de,  serhildana gelê Kurdistanê ya li dijî dîktatoriyet û stemkariya desthilata partiya Ba`es a jinavçoyî ye.

Di vê rojê de, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê her sal raperîna sala 1991`an  bibîrtîne û ahengan digerîne, ji ber ku serhildana gelê kurd yek ji destanên qehremantî ya gelê Kurdistanê ye ku bi xwîna şehîdan û qurbaniyan hate avdanê û bi qehremaniya pêşmerge hate afirandinê ku gelê kurd gihêşte armanca xwe ji bo azadî û serfiraziyê û rizgarkirina herêma Kurdistanê ji hukmê şovenîzma rêjîma baas a dîktator.

Çirûska yekem ya vê destanê di 5`ê adarê sala 1991`an li bajarê Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê paytexta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê destpê kir û gav bi gav li tevahiya bajar û bajarokên herêma Kurdistanê belav bû.

Piştî wê di 7 adarê sala 1991`an jî bajarê Silêmaniyê bajarê helmet û qurbanî serî hilda û xelkê qehreman yê vî bajarî Silêmaniyê rizgar kirin. Piştî wê ew çirûska serhildanê di 11/3/1991`an de gihêşte Hewlêrê, her weha agirê serhildanê ji Duhokê, Koyê, Şeqlawe, Helebçe, Amêdî , Mexmur, Zaxo, Agirî, derbendîxan, Kelar, Çarta, Pênciwîn, seyid Sadiq û hemû qeza û bajarokên Kurdistanê da ber xwe û yekû yekû ji qirêj û gemara rêjîmas baas ya xwînxar hatin paqij kirinê.

Agirê serhildanê herî dawî bi agirê Baba Gurgurê re bû yek û bajarê Kerkûkê  di 20/3/1991`an hate rizgar kirinê û bi vê yekê ala azadî û serfiraziyê, ala Kurdistanê û serhildanê bi serkeftinên dîrokî hate hildan û gelê Kurd berhemên dîrokî bi wê serkeftinê bi dest xistin.

Yek ji wan serkeftinên dîrokî piştî ew destanên qehremanî ya serhildana gelê Kurd jî ew bû ku bereya Kurdistanî, herêma Kurdistanê birêve bir û di 19/5/1992`an parlemana Kurdistanê hate hilbijartin û hikûmeta herêma Kurdistanê hate ava kirinê.

Wek dîrok dibêje ku endazyarê raperîn û serhildana Başûrê Kurdistanê serok Mam Celal û rêhevalên xwe bûn ku xwedî roleke pir mezin bûn.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket