Naveroka rêkevtina YNK-PDKê bixînin

kurdistani 04:32 PM - 2019-03-04
Kongireya rojnamevaniya rêkevtina YNK-PDKê dest pê kir

Kongireya rojnamevaniya rêkevtina YNK-PDKê dest pê kir

Kongireya rojnamevaniya rêkevtina YNK-PDKê dest pê kir.

Piştî rêkevrti û lihevkirina YNK-PDKê li bajarê Hewlêrê, kongireya rojnamvanî ji aliyê her du peyvdarên fermî yên YNKê Letîf Şêx Omer û yê PDKê Mihemed Mehmûd ve hat lidarxistin.

Di wê kongirê de, peyvdarê YNKê Letîf Şêx Omer ragiahnd; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistanê dikarîn bi hev re buyereke dîrokî ava bikin.
Şêx Omer di dirêjahiya axivtina xwe de, Aşkire kir; Rêkevtina stratîjîk ku berê di navbera YNKê û PDKê de hatibû wajokirin û birêvebirin, serbarê pir rexneyan, dikarîn bi hev re dirêj bikin û rê li şerê navxwe bigrin û aramî di Herêma Kurdistanê de ava bikin.

Piştî rêkevrti û lihevkirina YNK-PDKê kongireya rojnamvanî ji aliyê her du peyvdarên fermî yên YNKê û PDKê ve hat lidarxistin.

Peyvdarê YNKê dazanîn ku piştî danûstandinan, me her du aliyan dikarîn bighêjin rêkevtinekê û ew rêkevtin rênîşandere ji bo niha û pêşerojê ye, rêkevtineke pir girîng û pêngaveke girîng e.

Her weha ji bo pêkanîna xalên wê rêkevtinê, komîteyek pêkhat û ew komîteya wê li ser çawaniya cê bi cêkirina xalên lihevhatinê kar bike û amadekariyê pêşbixin.
Di axivtina xwe de amaje bi pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê jî kir ku wê bi hevkariya her du aliyan ango YNKê û PDKê hikûmeteke nû ji Herêma Kurdistanê re pêk we re.

Ji aliyê xwe ve, peyvdarê fermî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed jî ragiahnd; Îro roja ku YNKê û PDKê lihev kirin û rêkevtin wajokirin e, ew rêkevtina siyasî bi armanca xema yekrêziya nav mala kurd e û bihêzkirina peywendiyên du qolî di navbera her du aliyan de YNKê û PDKê heya ku bi hev re hikûmraniyeke hevbeş pêkbînin ku li gorî xwesteka geê be.

Mihemed di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, aşkere kir ku Xelkê me li benda pêkanîna hikûmetê ye, rêkevtin jî hat wajokirin, her weha ew rêkevtina ji bo parastina nîştiman û berjewendiyên xelkê Kurdistanê ye û baştirkirina jiyana rojaneya xelkê kurd e.

Peyvdarê PDKê dazanîn ku Hewildanên me ew e ku bi piştgiriya hemû aliyan, hikûmeteke bihêz û yekrêz tako bi Bexdadê re kêşe û aloziyan çareser bikin.
Ev rêkevtin pêwîste ji bo hemû sazî û urganên jêrî jî bêne zelalkirin û agahdarkirin tako aramî û hêminî bê sazkirin.

Wajokirina rêkevtina YNK-PDKê dest pê kir

Kosret Resûl û Nêçîrvan Barzanî rêkevtin wajokirin

Li bajarê Hewlêrê, di encama gotûbêjkirin û danustandina du rojan bi ser yek ve, her du aliyên siyasî kurdî gihîştin rêkevtinê.

Îro roja duşemê 4-3-2019`an, li bajarê Hewlêrê, di avahiya politburoya YNKê de, her du politburoyên YNKê û PDKê lihevkirin û ew rêkevtina du qolî ku li ser Kerkûk û Bexdad û Herêma Kurdistanê bû, ji aliyê Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî hat wajokirin.

YNK-PDK lihevkirin

Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrata Kurdistanê lihevkirin.

Hat zanîn ku niha li bajarê Hewlêrê, her du politburoyên YNK-PDKê gihîştin rêkevtin û lihevkirineke siyasî û wê di çend demjimêrên dawiyê de, wajo li ser bikin.

Di wê barê jêdereke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand; Niha Her du politburoyên YNK-PDKê li ser pirsgirêka Kerkûk û Herêm û Bexdadê gihîştin rêkevtin û lihevkirineke siyasî û biryare ku wê di çend demjimêrên dawiyê de, her du politburoyên siyasî ên Yekîtiya Nîştimanî (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê wajo li ser bikin.

Wê jêderê got; ji niha ve, lîjneya darijtina rêkevtina du qolî ya di navbera  YNK-PDKê de mijûlî karê rêkevtina her du aliyan e û wê li çend demjimêrên bê de, bi amadebûna kenalên ragiahandinan, ew rêkevtin were wajokirin.

Aşkire kir ku her du alî kli ser pirsgirêkên sereke Kerkû-Herêm û Bexdadê gihîştin rêkevtinekê û lihevdu kirin, lê ew rêkevtin tenê li benda darijtin û rêkxistina xalên wê tê kirin û wê li ber kenalên ragihandinê dest bi wajokirinê bikin.

Civîna Kosret Resûl Mesûd Barzanî

Kosret Resûl Elî û Mesûd Barzanî li hev civiyan û derbarê rewşa siyasîgotûbêj kirin.

Îro roja yekşemê 4-3-2019`an, Selehedîn, şandeyeke YNKê bi serokatiya cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî bi serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî re rûnişt.

Her weha wek ahat zanîn ku şandeya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê, ya ku serdasna hawerhevîna Selehedînê kiriye ku pêkhatibû ji endamên politburoya YNKê Dr. Erselan Bayîz û Îmad Ehmed.

Piştî bi dawîbûna civîna du qolî ya di navbera şandeya YNKê û Mesûd Barzanî de pêkhatiye, belavokeke di wê barê de derket û li gorî naveroka wê belavokê kuher du aliyan li ser girîngiya karê cedî û berdewambûna rêkevtina 5-2-2019`an, ya ku di navbera PDK-YNKê de pêkhatibû, tako yekrêziya her du aliyan bihêz bikin û saziyên Herêma Kurdistanê birêve bibin.

Belavok aşkire dike ku ew pêngav ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê û giyana birayetî û hestbûn bi berpirsyartetiyê ji aliyê hemûyan ve û bi awayekî ku di asta nêrîn û daxwazên welatiyên Herêma Kurdistanê de be.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket