YNK-PDK lihevkirin

kurdistani 03:09 PM - 2019-03-04
YNK-PDK lihevkirin

YNK-PDK lihevkirin

Yekîtiya Nîştimanî û Partiya Demokrata Kurdistanê lihevkirin.

Hat zanîn ku niha li bajarê Hewlêrê, her du politburoyên YNK-PDKê gihîştin rêkevtin û lihevkirineke siyasî û wê di çend demjimêrên dawiyê de, wajo li ser bikin.

Di wê barê jêdereke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand; Niha Her du politburoyên YNK-PDKê li ser pirsgirêka Kerkûk û Herêm û Bexdadê gihîştin rêkevtin û lihevkirineke siyasî û biryare ku wê di çend demjimêrên dawiyê de, her du politburoyên siyasî ên Yekîtiya Nîştimanî (YNK)ê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê wajo li ser bikin.

Wê jêderê got; ji niha ve, lîjneya darijtina rêkevtina du qolî ya di navbera  YNK-PDKê de mijûlî karê rêkevtina her du aliyan e û wê li çend demjimêrên bê de, bi amadebûna kenalên ragiahandinan, ew rêkevtin were wajokirin.

Aşkire kir ku her du alî kli ser pirsgirêkên sereke Kerkû-Herêm û Bexdadê gihîştin rêkevtinekê û lihevdu kirin, lê ew rêkevtin tenê li benda darijtin û rêkxistina xalên wê tê kirin û wê li ber kenalên ragihandinê dest bi wajokirinê bikin.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket