Şoreşa 5-3-1991gerantiya pêşeroja kurd e
kurdistani 05:34 PM - 2019-03-03Mam Celal Endazyarê rabûna raperîna 1991`an
Bi helkevta salvbegera 28`mîn ya serhildan û raperîna dîrokî ya giranubuha ya Başûrê Kurdistanê ku ji bajarê Raniyayê dest pê kiribû, ez bi riya vê nivîsê pîrozbahiyên xwe li tevahiya xelkê kurd û Kurdistanê dikim û bi taybet li xwediyên pakrewan û birîndar û gazî û kêmendamên wê pêngavê û li endazyarê raperînê rewanşad Mam Celal dikim.
Wek em hemû baş dizanin ku bajarê Raniya û deverên derdora wê, di hemû salekê de, di roja 5-3-ê de, dest bi amadekirina aheng û çalakiyên salvegera Raperîna pîroz û qedirbuha tê kirin.
Her weha di roja 5-3 sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, raperîneke mezin û qeşeng ji aliyê gelê Kurd ve, li dijî rêjîma Bas yê xwînvexwer pêk hat û di encamê de, ew Raperîn li hemû dever û bajarên Başûrê Kurdistanê belav bibû.
Di wê Raperînê de, hêzên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û piştîvaniya gelê Kurd dikarî navçeyên Hacî Awa û Raniya û derdora wê ji tevahiya dem û dezgeh û avahiyên bassiyan rizgar û azad û pak bikin. Di encama wê Raperînê de, hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar û azad bûn, di gel wê yekê de, xebat û tekoşîneke nûjen û nûtir dest pê kir.
Di vê rojê de, gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê her sal raperîna sala 1991`an bibîrtîne û ahengan digerîne, ji ber ku serhildana gelê kurd yek ji destanên qehremantî ya gelê Kurdistanê ye ku bi xwîna şehîdan û qurbaniyan hate avdanê û bi qehremaniya pêşmerge hate afirandinê ku gelê kurd gihêşte armanca xwe ji bo azadî û serfiraziyê û rizgarkirina herêma Kurdistanê ji hukmê şovenîzma rêjîma baas a dîktator.
Çirûska yekem ya vê destanê di 5`ê adarê sala 1991`an li bajarê Ranya ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê paytexta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê destpê kir û gav bi gav li tevahiya bajar û bajarokên herêma Kurdistanê belav bû.
Piştî wê di 7 adarê sala 1991`an jî bajarê Silêmaniyê bajarê helmet û qurbanî serî hilda û xelkê qehreman yê vî bajarî Silêmaniyê rizgar kirin. Piştî wê ew çirûska serhildanê di 11/3/1991`an de gihêşte Hewlêrê, her weha agirê serhildanê ji Duhokê, Koyê, Şeqlawe, Helebçe, Amêdî , Mexmur, Zaxo, Agirî, derbendîxan, Kelar, Çarta, Pênciwîn, seyid Sadiq û hemû qeza û bajarokên Kurdistanê da ber xwe û yekû yekû ji qirêj û gemara rêjîmas baas ya xwînxar hatin paqij kirinê.
Agirê raperîn û serhildanê herî dawî bi agirê Baba Gurgurê re bû yek û bajarê Kerkûkê di 21/3/1991`an li ser destên law û mêrxwesên kurd Pêşmergeyên jêhat hate rizgar kirinê û bi vê yekê ala azadî û serfiraziyê, ala Kurdistanê û serhildanê bi serkeftinên dîrokî hate hildan û gelê Kurd berhemên dîrokî bi wê serkeftinê bi dest xistin.
Yek ji wan serkeftinên dîrokî piştî ew destanên qehremanî ya serhildana gelê Kurd jî ew bû ku bereya Kurdistanî, herêma Kurdistanê birêve bir û di 19/5/1992`an parlemana Kurdistanê hate hilbijartin û hikûmeta herêma Kurdistanê hate ava kirinê. Wek dîrok dibêje ku endazyarê raperîn û serhildana Başûrê Kurdistanê serok Mam Celal û rêhevalên xwe bûn ku xwedî roleke pir mezin bûn.
Piştî wê serkeftinê, li Herêma Kurdistanê Parlemana Kurdistanê hate hilbjartin û damezrandin û ji wê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ava bûê. Ji bo wê yekê ew Raperîn pêngaveke dîrokî û gelek mezine ji bo gelê Kurd ku dikarî naznavê ji gelê Kurd re bedî bîne.
Her weha ji bo nirx û giranbuhaya wê roja pîroz, Parlemana Kurdistanê ew roj 5-3- kir bi roja salyadaeke nîştimanî û li hemû salekê bi fermî tê bi bîr anîn û pîroz kirin û giranbuha ragirtin.
Di gelek peyamên politburoya YNKê de, derbarê raperîna 1991`an de, amja bi rola girîng ya gelê kurd li bajarê Raniyayê yên mêrxwes û qehreman tê kirin ku çawa dikarîn roleke mezin û dîrokî li xwe bigrin û li dijî rêjîma xwînvexwer yê Êraqê raperîneke sertanserî bikin û rêjîmê ji Herêmê dûr bixin.
Her sal di roja 5-3- de, gelê kurd di vê roja pîroz de, bi kar û çalakiyên xwe, li devera Pişderê û Ranyayê bi taybet, pîrozkirina 28`mîn salvegera raperîna xwe bibîrtîne û ji ber vê yekê jî, em jî vê pêngava giranubuha û nirxdar li tevahiya gelê me li Başûrê Kurdistanê û tev Kurdistan û bi taybet ku ji Ranyayê dest pê kiribû de pîroz dikin. Lê wek tê zanîn ku ew yada pîroz herdem di dilê gelê kurd û Kurdistanê de ye.
Endazyarê rabûna raperîna 1991`an
Serok Mam Celal û YNK`ê gerantiya serketina raperîna 1991`an bûn...
Weku hemû kesek dizane ku di sala 1991`an de, li bajarê Raniyayê, li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Basê rabû, di encamê de, gelê Kurd dikarî li hemû bajar û bajarokê Herêma Kurdistanê yeke bi dûv yekê de rizgar bikirane û gelek şehîd û pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildanan dîrokî hatin kirin.
Lê di rastiya wê de, endazyarê wê jî hebû û aliyê cêbicîkerê wê jî her amade bû bi hemû hêz û tiwanaya xwe ve. Her weha endazayarê wê raperînê jî, serok û rêber Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildayî.
Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kê me û her maf jê re naye dayîn ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya YNK`yî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji Qendîlê biçe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal. Ev rastî dide xwuyakirin ku meznatiya serok Talebanî di çi astekê de ye.
Her weha YNK`ê jî dikarî rêbaz û pilannameya endazyarê xwe di warên paratîkî de bicîbîne û bi wê yekê re şoreşa gel bi serket û gihîşte roja me ya îro ku Herêma Kurdistanê bûye xwediyê Parlemaneke demokrat û Hikûmeteke Kurdî û bûye Herêmeke ji bo hemû Kurdan.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Bandekî bazirganiya narkotîkê hat girtin
02:01 PM - 2024-03-19 -
Buroya Rêxistina YNKê xelat pêşkêşî malpera PUKMEDIA
09:09 PM - 2024-03-18 -
Amerîka ji bo Iraqê zêdetirî 18 milyar dolar xerc kiriye
05:51 PM - 2024-03-18 -
Pêşmergehê Qehreman,birêz Mihemed Hacî Mehmûd rastiyekî dîrokî eşkere dike
12:12 AM - 2024-03-17
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 12:03 PM - 2024-03-19 Dadgeha Federalî cîbicîkirina biryara xwe ya derbarê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê piştrast dike
YNK dê li Nînowayê serokatiya du komîteyên giring bike
11:55 AM - 2024-03-19
YNKê girêdayî roja hilbijartinên parlamentoyê ye
11:27 PM - 2024-03-18
Hikûmet ev 7 roj in mûçe rawestandiye û YNK jî daxwaza dabeşkirina mûçeyan dike
06:12 PM - 2024-03-18
Di derbarê mijara dabeşkirina mûçeyan de ji tîma wezîran a YNK zelalkirin
02:39 PM - 2024-03-18
zortrin xwendraw
-
YNKê girêdayî roja hilbijartinên parlamentoyê ye
Kurdistan 11:27 PM - 2024-03-18 -
Bexda li ser bidawîkirina dosya awareyan û girtina kampan cidî ye
Kurdistan 01:13 PM - 2024-03-18 -
Di derbarê mijara dabeşkirina mûçeyan de ji tîma wezîran a YNK zelalkirin
Kurdistan 02:39 PM - 2024-03-18 -
Hikûmet ev 7 roj in mûçe rawestandiye û YNK jî daxwaza dabeşkirina mûçeyan dike
Kurdistan 06:12 PM - 2024-03-18 -
Amerîka ji bo Iraqê zêdetirî 18 milyar dolar xerc kiriye
Êraq 05:51 PM - 2024-03-18 -
Buroya Rêxistina YNKê xelat pêşkêşî malpera PUKMEDIA
Kurdistan 09:09 PM - 2024-03-18 -
YNK dê li Nînowayê serokatiya du komîteyên giring bike
Kurdistan 11:55 AM - 2024-03-19 -
Dadgeha Federalî cîbicîkirina biryara xwe ya derbarê mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê piştrast dike
Kurdistan 12:03 PM - 2024-03-19