Mila Mistefa û Mam Celal hevrêzê şoreşa başûr bûn

kurdistani 05:19 PM - 2019-03-02
.

.

Dilovaniya Xwedê li rewapakiya her du serkirdeyên kurd Mila Mistefa Barzanî û Mam Celal be..

Di rojeke wek îro de, ango di roja 1-3-1979`an de, li nexweşxaneya George Washingtonê li paytexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Her wekî navenda parêzgeha Columbia ye, rêberê şoreşa eylonê Mila Mistefayê Barzanî koça dawî kiribû.

**Jiyannameya Mila Mistefa Barzanî

Nemir Mila Mistefa di sala 14-3-1903ê de, li navçeya Barzan (Mêrgesor) ya ser bi Behdînanê li parêzgeha Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di hembêza malbateke welatparêz de hatibû dunyayê.
Ji ber kar û xebatên Şêx Ebdulselam Barzanî, birayê mezin yê Mila Mistefa Barzanî li hemberî dewleta Osmaniyan, di sala 1905`an de bi dayika xwe re, ji aliyê leşkerên Osmaniyan ve tê zîndankirin ku temenê xwe 2 salî bû ye.

Di sala 1931`an de, nemir Mila Mistefa dest bi çalakiyên li hemberî hikûmraniya padîşahiya Êraqê kir û bi brayê xwe yê mezin Şêx Ehmedê Barzanî re di rêberiya şoreşa kurdî de beşdar bû ye.

**Bidarvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî

Wek tê zanîn ku di sala 14-12-1914`an de, dewleta Osmaniyan li Mûsilê, Şêx Ebdulselam Barzanî bidarvekirin û ji holê rakirin. Li gorî  hevpeyvîneke Rudawê ku di 14/12/2018`an de, ku bi dîrokzanê kurd Kerem Serhedî re pêkaniye, Serhedî di peyvên xwe de li ser Şêx Ebdulselam Barzanî û Osmaniyan wiha dibêje; "Serbarî ku Şêx Ebdulselam Barzanî di dema şerê Osmaniyan li dijî Belqanan, nameyeke birayetiyê ji Bab El Alî re şand ku ew amade ne piştgiriya dewlêeta Osmaniyan li dijî Balqanan bikin û 12 000 çekdar amadekirine ji bo ku bişînin Balqanan û piştgiriya dewleta Osmaniyan li dijî Balqanan bikin, lê bersiva Osmaniyan ew bû ku rê dûr e û ew pêşniyar bi cih nabe."

Di nameya Şêx Ebdulselam Barzanî de wiha hatiye gotin; "Di vê demê de, şer û cengeke pir giran li Balqana dibe, ez jî li Akrê me û pir xemgînim, ji ber ku birayên min di dîn û olê de şer dikin û ez jî bi rihetî li vir rûniştime. Ji ber wê jî, ez ji we dixwazim ku hûn fermandarekî Osmanî û hinek leşker ji me re bişînin tako van 12000 çekdarên ku me jibo alîkariya biraylên me di olê de amade kiriye bibin û bidin şerkirin."

Kerem Serhedî di dirêjahiya axivtina xwe de wiha pê de çû; "Lê di bersiva Sultan Mihemed Reşad yê pêncemîn de hatiye ku ew kar kok nabe, ji ber kun rê dûre û em spasiya Şêx Ebdulselam dikin û em ji bo vê karî mezin ku 12000 çekdar amadekiriye, em pileya 4ê ya herî bilind di dewleta Osmaniyan de pêşkêşî bi wî dikin. Lê di sala 14-12-1914`an de, li Mûsilê Ebdulselam Barzanî ji aliyê kurdên xwefiroş bi pîlangeriyeke pir qirêj girtin û radestî dewleta Osmaniyan dikin û piştere jî bi destê Silêman Nezîfê bi regez kurd ji Amedê tê bidarvedikin wek çawa Şêx Seîdê Pîran jî bi destê fermanderekî kurd ji Rewandozê yê bi navê Elî Seîd hat bidarvekirin."

Mirov tiştê ku ji vê çêrokê têdige ku Osmaniyan herdem Hesin bi Hesin kutane, ango Kurd li dijî kurd bikaranîne. Ji bo ku êdî baweriya kurdan bi hevdu nemîne û jihev du bipijiqin û bibin neyarê hev û di xizmeta dewleta Osmaniyan de bin.

**Beşdarîkirina di Komara Kuristan ya Mihabadê de

Her weha di sala 1935'an de, ji aliyê hikûmraniya padîşahiya Êraqê ve neçarî mandina li bajarê Silêmaniyê bi derhqê nemir Mila Mistefayê Barzanî de hatiye kirin, ev yek piştî vemirandina şoreşa 1935`an hatiye holê. Piştî sala 1945'an, Nemir Mila Mistefa derbasî aliyê Rojhilatê Kurdistanê dibe, bi rêberê mezin yê gelê kurd rewanşad Pêşewa Qazî Mihemed re li Mihabadê beşdarî di damezrandina Komara Kurdistan ya Mihabadê de dike û posta wezîrê berevaniyê werdigre.

Lê piştî rûxandina Komarê Kurdistan ya Mihabadê, Mila Mistefa li ser daxwaza Yekîtiya Sovyeta berê derbasî axa Yekîtiya Sovyetê dibe heya sala 1958'ê careke din xwe amade dike û dest bi vegera Başûrê Kurdistanê dike. Di sala 1961`an de, û heya sala 1970`ê de, Mila Mistefa li hemberî rêjîmên Êraqê şer bilindtir kiribû.

**Rêkevtina li Mafê Otonumî kurd bi Êraqê re

Di sala 1970ê de, bi rêjîma Êraqê re dikeve nava diyalog û gotûbêjan, razî dibin û lihev dikin li ser Desthilat Xwserî ya kurdî li Başûrê Kurdistanê, lê piştî ku Êraqê bi fişarên Tirkiyê Kerkûk nexiste nava rêkavtina her du aliyan, ew rêkevtin hate pûçkirin û careke din şer dest pê kir û hikûmeta Êraqê pir lawaz bû, ereb tev bûne yek û xwe li ber lingê Şahê Êranê daxistin û daxwaza lihevhatina Êraq û Êranê kirin tako Êran dest ji piştgiriya şoreşa kurdî berde û serkotbikin.

**Peymana Cezayîrê ya têkder

Di sala 1975`an de, bi lihevkirina û wajokirina peymana Cezayîrê, şoreşa kurdî li Başûrê Kurdsitanê têkçû. Piştî wê karestê rêberê şoreşa Başûrê Kurdistanê Mila Mistefa Barzanî, ji ber nexweşiya xwe, neçarî serdana Amerîkayê dike. Her di sala 1979`an de, di nexweşxaneya George Washington di paytexta DYAyê ye.

Ew rêkevtina ku cihê şermezariyê ye, bi destpêşxeriya wezîrê derfe yê Amerîkayê Hinrî Gisinjir û wezîrê derve yê Cezayîrê Ebdulezîz Butilfîqa ku ev 20 salin serokê Cezayîrê ye. Pêkhat û kurd ji mafên xwe bê beşkirin.

Herwekî navenda parêzgeha Columbia ye koça dawî dike û piştre termê nemir vedigerînin Rojhilatê Kurdistanê li navçeyê Şinoyê ya li ber sînorê Başûrê Kurdistanê bi axê dispêrin heya rizgarkirina Başûrê Kurdistanê ku pişt re jî vedighusin bo cihê jidayîkbûna wî gundê Barzan ya Duhokê.

Hêjayî gotinê ye ku nemir Mila Mistefayê Barzanî xwedî 10 kuran Bû ku ev navên her 10 kurên wî ne; Sabîr, Luqman, Ubêdullah, Îdrîs, Mesûd, Sîdad, Nîhad, Dilşad, Sîhad û Wecîh.

**Mila Mistefa û Mam Celal hevrêzên şoreşê bûn

Di vê wêneyê de, rewanşad Mila Mistefa û rewanşad Mam Celal li pêş hejmareke ji pêşmergên Kurdistanê rawestîne ku ew nîşana wê yekê ye ku di destpêka şoreşa Eylonê de, her du kesayetiyên amaje pêkirî, xwedî roleke mezin bûne, lê mixabin, îro hinek facebookcî bi navên cuda cuda derdikevin holê, dixwazin rastiyên hebûn, bervaja bikin û perçebûnê di navbera aliyên siyasî kurdî de berferehtuir bikin tako dilê dujmin û neyaran geştir bikin.

Em hemû dizanin û agahdar bûn ku dîroka borî û ya niha jî dielmîne ku Mam Celal ji ser lûtkeyên çiyayên Kurdistanê gihîşte koşka komariya Bexdadê, ji sengerê pêşmergeyetiya Kurdistanê ya pîroz û giranbuha, bo koşka serokkomariya Êraqa federalê ku bi nasnameya xwe ya neteweyî û şoreşgerî wek yekemîn serokkomarê Êraqê ku bi hilbijartinan posta serokkomariya Êraqê bi dest bixe cihgirt û bû yekemîn serokkomarê Êraqê yê kurd.

Wek hemû aliyên kurdî û Kurdistanî û navneteweyî amaje bi rastiyên jiyannameya rewanşad Mam Celal dikin ku ew rêberekî ji bo gelê xwe tevahiya jiyana xwe texan kiribû. Ji zarokatiya xwe ve, her xwedî helwest û nêrînên pir cuda û bi lîmet bû, xwedî rê û rêbaz û ramanên nîştimanperwerî bû. Pir riq û bi kîn bû li hemeber neyar û dujminên azadî û mafan bû.

Mam Celal di kar û xebatên xwe de, ti carî binkevtin ji xwe re nekiribû asteng, ji ber ku ew her dem bi umêd û bawer bû ku di encamê de, wê her bi ser keve. Di encamê de jî, wek hemû dunya dît û agahadar bûn, ew ji xebata ser çiyayên Kurdistanê, bi serbilindî û serfirazî nasnameya xwe ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ber bi paytexta Êraqê birêket û derbasî nava koşka Selamê ya serokkomariya Êraqê bû.

Dîrok ji me re wiha dibêje; Pêşmerge û xebatkarê dêrînê gelê kurd û Kurdistanê, rewanşad Mam Celal di hemû jiyana xwe de, ti carî têgeha binkevtinê nasne dikir, her dem di hewildanên girîng û bê wêne de bû tako ew dest bi serkevtinên dîrokî bike û di xizmeta doza gelê kurd de terxan bike. Mam Celal yekemîn siyasetvanê kurd bû ku peywendiyên gelê kurd ligel aliyên navneteweyî bihêz bike û rewabûnê tê de tomar bike ye.

**Xwedî pênûsên jehrî wê ji xwe şerim bikin

Gelek nivîskar hene ku xwediyê pênûsa bihêzin û xwe bi ser rêbaza nemir Barzanî ve dijmêrin, lê mixabin di rastiyê de, ti peywendiyên wan bi rêbaza nemir Mila Mistefa Barzanî ve tune ye û bi rastî, ew li dijî rêbaza nemir e, ji ber ku pênûsa wan kesan ne ji bo yekrêziya gelê kurd û aliyên siyasî kurdî ye, lê mixabin, tenê ji bo tevbilhevî û têkbirina yekrêziya gelê kurd û tevgerên siyasî kurdî kar dikin û bi ecnîdeyên neyaran dilivin û xizmeta wan neyarên dikin ku doza gelê kurd dikin bi armancên xwe ên têkbirinê.

Mixabin di roja me ya îro de, gelek kesên bêkar û durû, her weha dij bi doza kurd li Rojavayê Kurdistanê xwe kirine xwediyê rêbaza nemir Mila Mistefa Barzanî. Dema ku mirov dîroka wan baş bixe ber lêokîn û lêpirsînê, ji bilî karên xerap û dijeyatiya tevgera kurdî tiştekî din nekirine. Lê mixabin her dibêjin em Barzanî ne.

Rastiya wan kesan li ber çavên hemû kes û aliyan e, ji destpêka buyerên li Sûriyê xwe bi ser Êxwan û komên çekdar ên bi navê Artêşa Azad dijmêrtin û rexne û êrişî Apociyan û Barzaniyan jî dikirin û xwe wek Sûrî didan nasandin. Lê dema ku tecgera Apocîtiyê bi serket û dikarî piraniya Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriye têxin bin desthilatên xwe û bandora xwe li ser hemû komên çekdar nîşandan û terorîstên DAIŞ û Eniya Nusreyê jî ji Rojavayê Kurdistanê dûrxistin û aramî û lihevî pêkanîn, ew kom û kesên bêkar û qurgkar û durû xwe dane aliyên rêbaza Barzanî û êdî gotin em Barzanîne û em ê apociyan nepejirînin û êdî li cihê Alah Muheyî Ceyş Alhur gotina Bijî Pêşmergê Roj bikar anîn.

Lê bi baweriya min, ew kesên durû, xwedî pênûsên jehrî, wê rojeke we re ku bi xwe nefret li xwe bikin şû reftarên xwe li hemberî kurdên pak û xebatkar şermezar bikin.


Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket