Êzidîyên rizgarkirî gihîştin malbatên xwe

kurdistani 04:42 PM - 2019-03-02
Êzidîyên rizgarkirî gihîştin malbatên xwe

Êzidîyên rizgarkirî gihîştin malbatên xwe

Jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji baxozê hatin rizgarkirin û duh gihîştibûn Şengalê îro li ‘Baxçeyê Serok’ yê Şengalê bi merasîmeke bi heybet radestê malbatên wan hatinkirin. Zarok û jinên piştî esareta çend salan gihîştin hev

Di çarçoveya pêngava QSD’ê ya bi dawî anîna DAIŞ’ê li Sûriyê bi hezaran welatiyên sivîl li gundê Baxozê yê Dêrazorê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. 24 jin û zarokên Êzidî yên hatin rizgarkirin bi rêya Mala Êzidiyan a Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê radestê saziyên Şengalê hatin kirin. Tevî astengiya hêzên Iraqê yên li korîdora mirovî jî li ser israra gel kesên hatin rizgarkirin ji aliyê gelê Şengalê ve hatin pêşwazî kirin û bi karwaneke girseyî derbasê Şengalê bûn.

Piştî TAJÊ navê kesên ku hatine rizgarkirin tomar kir, îro bi merasîmeke din a bi heybet radestê malbatên wan hatin kirin. Jin û zarokên piştî esaret û êşkenceya çend salan a di destê DAIŞ’ê de îro bihevre li gel malbatên xwe serdana ‘Baxçeyê Serok’ ya Şengalê kirin. Piştî Baxçeyê Serok girse berê xwe da navenda Meclîsa Gel a Serdeştê û li wir merasîma teslîmkirina kesên rizgarkirî hate lidarxistin.

Piştî ku merasîm bi dawî bû kesên hatine rizgarkirin tevî malbatên xwe û gelê Şengalê serdana Şehîdgeha Ş. Dilgeş û şehîd Berxwedan ku piştî fermanê hatiye çêkirin kirin. Her wiha serdana gora Mam Zekî Şengalî jî kirin. Zarokên ku ji destê DAIŞ’ê rizgarbûne li şehîdgehê jî kêliyên hestiyar jiyîn û weke minnetdariyek ji şehîdên Êzîdxanê re kêlên wan maçîkirin.

Li Şehîdgehê û merasîma teslîmkirinê de şervanên YBŞ û YJŞ’ê jî hebûn û wan bi tenê nehiştin. Malbat spasiya hêzên Êzîdxanê û bi taybet jî şervanên QSD’ê kirin.

Ji ber malbatên kesên hatine rizgarkirin piranî li kampên Herêma Kurdistanê ne, li gel malbatên xwe derbasê herêmê bûn.

Navê kesên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin

Sedam Hisên Qasim (15) ji gundê Dûkirê

Miled Hisên Xelaf (13) ji gundê Solax

Secîd Ebas Bedir  (12) ji gundê Til Ezir

Hediya Mehsin (9) navenda Şengal

Eyad Hisên (10) ji Gûndê Herdan

Mehir Xelil Birehîm (13) navenda Şengal

Samîr Salim Xîdir (11)  navenda Şengal

Wîsam Esmaîl Birehîm (10) navenda Şengal

Xîşmen semir xîşman (13) ji gundê Koço

Mehir teman (8) navenda Şengal

Dilvin Xelaf (7) navenda Şengal

Dîlber Elî Reşû (7) ji gundê Koço

Mistefa Ehmad Zeynal (12) navenda Şengal

Mezin Sîlim Elî (13) gundê Til qesab

Sîviyen Xelaf Silêman (13) gundê Til Izêr

Cihan Xîrû Qesim (20) navenda Şengal 

Berfê Xelaf Ferho (24) navenda Şengalê li gel du kurên xwe

Ciger Celal Xelaf (5)

Mehdiya Bişar Qesim ji gundê Herdan, li gel du keçên xwe

Meriya Merwan Eliyas

Berê niha jî gelek kesên hatin rizgarkirin ji aliyê Mala Êzidiyan ya Amûdê ve radestê saziyên Şengalê û malbatên wan hatin kirin.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket