Kampeyna Îmzeyan Bo Vegera Efrînê Dom Dike

kurdistani 09:46 AM - 2019-03-01
Kampeyna Îmzeyan bo vegera Efrînê

Kampeyna Îmzeyan bo vegera Efrînê

Bi armanca xistina fişarê bo ser civaka navnetewî da ku bibe piştgîrî bo vegera Efrînê, Rêxistina jinan (Kongira Star)ê li herêma Şehba ku Efrînî li wir bûne penaber kampeyna komkirina îmzeyan destpê kiriye.

Derbarê vê kampeynê endama Kongira Star Zozan Mustefa ji me re axivî: “Daxwaza me ya sereke vegera gelê me ye jibo Efrînê, her wiha sazîyên mafê mirovan bi vê yekê bidin hişyar kirin”.

Mustefa, şert û mercên îmzeyan dîyar kirin, ku kesê îmze dike divê ji Efrînê be û temenê xwe jor 17 salîyê be.

Mustefa got “Kampeyna me dê li her devera Efrînîyên derbider li bi cih bûne bidome, û ne tenê li Şehba, ku ta niha pirtir ji 30 hezar îmze kom bûye”.

Endama kongira Star da zanîn ku piştî komkirina îmzeyan ewê daxwaza xwe ji sazî û rêxistinên navnetewî re yên peywendîdar rêkin.

Ji alîyê xwe ve penabera Efrînî ya bi navê Hêvîn Mihemed, gazinca xwe ji piştguhkirina penaberên Efrînê tîne ziman, û bi hêvîye ev kampeyn bi encam be.

Hêjayî gotinê ye ku ji Adara sala par de piştî êrîşa Tirkîyê û komên tundrê dijî Efrînê, bi sed hezaran gelê herêmê ji cih û warê xwe derbider bûn û li herêma Şehba, bajarê Helebê û deverên cuda li Bakurê Sûrî bûne penaber.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket