Trump: Me Temamê Axa di Destê DAIŞ'ê de Sitand

kurdistani 09:35 AM - 2019-03-01
Trump: Me Temamê Axa di Destê DAIŞ'ê de Sitand

Trump: Me Temamê Axa di Destê DAIŞ'ê de Sitand

Serok Donald Trump dîyar kir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), li Sûrîyê temamê axa di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de sitandîye.

Firoka Trump di vegera Vîetnamê de, bo neftê daket Alaska û ew li wir bi leşkerên Amerîkî re axifî. Trump ji leşkeran re qala pêşketinên di du salên dawî de yên li Rojhilata Navîn kir.

‘’Tim gotin 90 ji sedê, 92 ji sedê. Me 100 ji sedê xîlafetê bi dest xist’’ Trump got. Wî di meha Berfanbarê de dabû zanîn ku ew dijî DAIŞ’e bi ser ketine û dîyar kiribû ku ewê leşkerên xwe ji Sûrîyê vekişînin.

Piştî daxuyanîya Trump ya ser vekişînê, hin karbidestên payabilind dijî wê biryarê bertekên tund nîşan dabûn û Qesira Sipî di rojên borî de gotibû ku piştî vekişînê 400 leşker dê li Sûrîyê bimînin.

PUKmedia-VOA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket