Nûneretiya YNKê li Enqereyê tê vekirin

kurdistani 06:18 PM - 2019-02-27
nûneretiya YNKê li Enqereyê vedibe

nûneretiya YNKê li Enqereyê vedibe

Wê dîsan nûsîngeha nûneretiya YNKê li Enqereyê bê vekirin.

Berpirsê peywendiyên derve yê YNKê aşkire kir ku ew li gel Tirkiyê diyalogan pêşdixînin tako careke din nûretiya YNKê li Enqereyê vekin.

Di wê barê de, berpirsê peywendiyên derve yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, îro roja çarşemê 27-2-2019`an, daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re ragihand; Di navbera YNKê û Enqereyê de, diyalogên derbarê vekirina nûneretiya YNKê li Enqereyê dest pê kir. Wek diyare ku Tirkiyê wek ku pejirandibe ji bo vekirina nivîsgeha nûneretiya YNKê li Enqereyê wek berê.

Her weha derbarê dema vekirina nûsîngeha nûnertetiya YNKê de, Sedî Ehmed Pîre aşkire kir ku dema ku soz û rendewiya vekirinê bi awayekî kotayî bê dayîn, emê wê demê, bi fermî bidin ragiahndin, ji ber ku heya niha tenê danûstandin û diyalog bi hev re dest pê kiriye.

PUKmedia

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket