Ehmedê Hacî Elê di zincîreya kesayetiyên Kurdaxê de

kurdistani 03:28 PM - 2019-02-25
Ehmedê Hacî Elê

Ehmedê Hacî Elê

Pêşgotin

Di jiyana mirovan de, tiştê herî biha û giran giyan û tendirûstiya baş digel parastina ebru û nirxên civakî û yên neteweyî ye. Dema ku mirov giyana xwe ji dest dide, du tiştên berevajayî hevdu lip ê wî dimîna, an

 tiştên baş ku ji aliyê wî mirovî de hatiye kirin, tên ser ziman û herdem rihmet jê re tê xwestin, an jî tiştên cirap ku wî di dirêjahiya jiyana xwe de, di derheqê xelkê de kiriye bi nelet û nefretan bi bîrtê. Ji bo wê yekê, ez jî di mijara xwe ya vê care de, rastiya kesayetiya mirovek û helwestek ji xwendevanên kurdî re tînim ser nivîs. Ew kes di van çend ristan de, xwe dide nîşandan û rastiya taybetmendiyên wî tev bi nirx û giranbiha têne şirovekirin.

Çend peyvek derbarê jiyannameya nemir Ehmedê Hacî Elê de

Ehmedê Hacî Hemo bi Bavê Ferîd dihate nasîn, li sala 1962an, li gundê Çobana ser bi bajaroka Cindirêsê di nav baxçeya malbateke welatperwer û kurdeyatî û mirovparêz jidayîkbûye.
Her weha xwendina xwe ya seretayî û ya amadeyî di dibistanên Cindirêsê de, xwendi b û hevjînî pêkanîbû, xwediyê 6 zarokan buye ku 3 law û 3 keç in.
 Di despêka salên heyştê de, tevlî refên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd (Yekîtî)bû, heya endamtiya komîteya navçeyî erk li stuyê xwe girtibû her weha digel wê yekê de, di komteya aştî û lihevhatinê ya bajaroka Cindirêsê de jî cihgirtibû, heya ku koça dawî jî kir,dest ji kar û xebata gel û ya neteweya Kurdî bernedabû.

Dema ku min wî naskir, di sala 1987’an de bû, Nemir Ehmed di peywendiyên xwe de, gelek hêmin û serxwebû, xweşdivî û ji aliyê hemû kesan ve dihate hezkirin û pejirandin. Lê mixabin di sala 2010’an de, rastî  nexweşiyekî giran û bê derman bû, ji ber wê yekê jî, bi welatê Almaniyayê hate şandin  taku bê dermankirin.

Dimeha 24-6-2010’an de, li bajarê Monîstirê ya Almaniyayê, ji ber giraniya nexweşiyê, çavên xwe li vê dine girt û ber bi ezmana şêrîn ve giyanda û tevlî dunyayeke din bû. Ez bi dilekî êş û xemgîn dibêjim xwedê rihma xwe lê bike û cihê wî jî di bihişta xwe ya razawî de bi cîh bike.

Di têgeh û peywendiyên xwe de, rasterast bû

Nemir Bavê Ferîd di şêwaza peywendiyên xwe de, gelek profesalbû, digel her çîn û tiwêjekî de, hevbîr û hevnasbû, çalakvan û xwebexşbû, dilovan û mîhrebanbû, disoz û dilyarbû.

Tiştê ku gelek di kesayetiya nemir de, li barçavbû, ew bû ku hemû felsefe û têgehên lib a wî, bi reng û dîmen û sîmeta neteweyî kurdî bû. Gelek hevsozê çareseriya doza gelê Kurd bû. Min rojekê nedît ku di gotina xwe de, tiştekî nerêtî bibêje û her ku min jê re digot rewşa te hale te çie, her digot: Ez herdem baş im, bi ebûna xebata gelê xwe serfiraz im.

Nemir di gotinên xwe de, herdem xwedî helwest û wişeya neteweyîbû, dilsozê aadiya gelê xwe bû, kesekî birder û biryaederbû, xwedî helwest û gotina azad bû di liv û tevgera xwe de, her dem ji bo qezenckirin û xizmetkirina  malbata mezin dixebitî.

Di têgeh û çemkên xwe de, nemir Ehmed bi zarokan re, zarok, bi ciwanan re ciwan, bi kalan re kal û bi hr kesî re li gorî taybetmend û têgehên wî tevdigerî.
Kesekî wurye û pir hişyarbû, bi taybet di nêzîketiyên xwe yên nîştimanî de, heya ku ji wî dihat, di hemû liv û xebata xwe de, xwedî  helwest bû.

Xwedî Helwesta xweyî bû

Nemir Ehmed yek ji wan kesên ku herî zêde dikarî xwedî helwesta xwe ya bê tirs û dudilî bû, bi taybet di demên ku pêwîstî mirovan bi helwesta wî heba, ev jî we li nemir kiribû ku ji aliyê hemû kesan ve bê hezkirin û pesendkirin.

Di bajaroka Cindirêsê û gundên derdora wê de, nemir Ehmedê Haciyê Elê bi camêrtî û merdbûna xwe yaxwebexkirî dihate nasîn û herdem jî di hemû aliyan de, ji bo parastina rastiyan û mafên mirov û teke kesan tevdigeriya.

Min ew ji nêz ve dişopand û bi taybet di dema ku digel aliyên siyasî û hizbî gotûbêj dikir, min taybetmendiyeke gelek cudatir ji yên mirovên me di kesayetiya wî de, naskir ku ew bû di dema rexne an jî têbîniyên kes û aliyên ku li hemberî wî an ya partiya wî bihata kirin, ew gelek bi dileke sade û bê ewê ku berevanî û awaya bergirîkirin li xwe û li part iya xwe bike, lê ew gelek bi hêminî û  lêzanî dikete nava nasandina têgeh û şêwazên qazenckirin û pêşxistina kadro û partiyên siyasî yên Kurdî taku bikaribin bi erk û xebatên xwe yên li stugirtî rabin û tê de serkeftî bin.

Kesayetiya nemir Ehmed ji bo doza gelê xwe nimûne bû

Ez dikar im bi reşkawî bibêj im ku ew girêdayî partiya xwe ya siyasî bû, ew girêdayî doza gelê xwe bû, ew girêdayî heval û hevbîrên xwe bû, ew girêdayî gund û navçe ş herêma xwe bû, ew girêdayî rêbazên neteweytî û tekoşîna rizgariya gelê xwe li her çar aliyên Kurdistan bû.

Di rastiya felsefeya nemir Ehmed de, digot : Bila mirov an bi serbilindî û serfirazî bijî û an jî bila bibe berxê qurbanê, ango di rêya parastin û pêşxistina doza gelê xwe de, bila mirov xwedî helwest û bila temenê wî jî kin be, lê ew dibe milkê dîrokê.

Jib o wê yekê min xwest ku ez çend peyvekî li ser taybetmendiyên wî mirovî binivîsim ku ji dîrokê re bimîne taku nifşên dahatî jî bizanibin ku mirovên xwedî helwest û têgehên rasteqîne û di xizmeta gel û nîştiman de mora xwe li ser rûpelên dîrokê de ne.

Ew ji bo kar û xebatê herdem liser piyan bû, herdem di rewşeke amadebaşiyê de bû, lê wî dizanî ji bo çi û ji ber çi dixebite û diweste, ji ber ku ew kesayetiyeke neteweyî bû.
Bavê Ferîd em te ji bîr nakin û bîranîna te wê ji me re bibe ronahiya rêya azadiya gelê me.

Hozan Xelîl Murşid Efrînî
Silêmanî-24-10-2012

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket