AGIRÊ VEJÎNÊ_Xizan Șîlan


23/2/2019 19:28:00
Çapkirin
     Xizan Șîlan

keda xwêdana eniya
kedkaran
êşa kul û birînên nehatî
kewandin
sebira pelweşiyayî
kaniya bêrîkirinên
miçiqî
bêxewiya şevistanên
dilteng
xewnên mişext bûyîn
dê bibin agirê roja vejînê
xemgîniyên rojên stewr
çirûskên stêrka asîmana
xemkêş
berfînên quntara çiyayên
stûxwar
xilmaşiya tava serê sibehê
dê bibin agirê roja vejînê
xwîna ji çavên dayikan
diniqutin
hêviya salên derengmayî
tovên gulgenimên
hişk bûyînî
wêneyên albûma bîranînên
rengmirî
dê bibin agirê roja vejînê
dîwarê hestên herifî
keştiya wijdanên
serûbin bûyî
temenê
li nav bagera keservedanan
bihûrî
giyanên bedenên li ber sermayê
dicirifin
dê bibin agirê roja vejînê
mêjiyê li nav toza gumanan
kelkela eşqa di nava min de
sar bûyî
îskeîska gewriya zarokên
tî û birçî
qêrîn û hawara malbatên
ji cîhwarên xwe dûrketî
bextewariya stûnqelişî
şadiyên li quncikên tenha
sêwî mayîn
têlên tembûra dengxweş
dê bibin agirê roja vejînê
reşewrên bi hêrs mirinê
dibarînin
hesreta li xerîbistana xopan
dinale
bejna keç û bûkên bi reşgirêdanê
hatî pêçandin
kêlên goristana cangoriyên
nemir
kelemçeya zendê ramanên
qedexe
sêdarên heyama pûşt
şîretên Mîrê mîran
ên serî netewandî
dê bibin agirê roja vejînê

Xizan Șîlan
2019-01-09
Stockholm


 

Hunermenda kurd Leyla Zerya dipeyve


PUKmedia hevpeyînek bi hunermenda ciwan a kurd ê Bakurê Kurdistanê li Almanyayê dijî hunermend Leyla Zerya sazkir û evê li xwerê naveroka w&ec...


»  Hunermend Şaban Sebrî koça dawî kir
»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist


Rojnamevanekî Holasndî  Wladimir van Wilgenburg pirtûkek li ser Rojava derxist.

Rojnamevanê navdar û dostê gelê kurd û Kurdistan ê...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

Karîkator