Roja zimanê dayîka cîhanî pîroz be
kurdistani 06:39 PM - 2019-02-21Hozan Efrînî: Roja zimanê dayîka cîhanî pîroz be
Roja "Zimanê Dayîk A Navneteweyî" li hemû gelên gerdûnê û bi taybet li gelê kurd û Kurdistanê pîroz be.
Her sal di roja 21-2 ê Sibatê de, cejina zimanê zikmakî ya cîhanê ye. Ev roj li hemû deverên dunyayêtê pîroz kirin û bi coşeke mezin ji aliyên her ziman perwerekî ve hate pêşwazîkirin.
Wek tê zanîn ku pîroz ragirtin roja zimanê dayîk ya navneteweyî, di rastiya mirovahiya pêşkevtî de, tê wateya ku gel û neteweyên cîhanê di nava civaka mirovatiya pêşkeftî de cihe xwe digrin ew jî xwedî vîn û daxwazeke bi wteye ji bo cihgirtin di nava wê civakê de.
Lê mixabin li Kurdistanê, her çiqas li nav rêzên gel pêşketin û xweşdiliya xwendin û fêrbûna profesînal di derbarê zimanê Kurdî de heye. Lê mixabin ta niha ferheng û kultura Erebî- Tirkî û Farisî di hizir û ramanên wan de dirêjî dide û raman û nivîsên rewşenbîr, helbestvan, rojnamevan, hunermend, mamoste û nivîskarên me yên di facebook û malperan de dinivîsin zal û bi hêze.
Nîşana herî li ber çavan ewe ku dema mirov seyrî malper û rojnameyên elektronîk û facebook û yên din bike, bi piranî girîngiyê didin zimanê Erebî- Tuirkî û Farsî û Zimanê Kurdî jî bi pila duyemîn carna jî kok tune diznin û di warên piraktîkî de jî bicîdikin.
Lê tenê li başûrê Kurdsitanê ji ber ku ji 80 sal' ve zimaê kurdî fermî ye û piraniya zanîngeh û dibistanên wê bi kurdî ne, ew nifşên nû girîngî didin bi zimanê kurdî tîpa erebî, ew jî pêngaveke başe, lê mixabin, li hersê beşên din ên Kurdistanê hîn jî lawazî heye, serbarî ku li Rojavayê Kurdsitanê dibistan û zanîngehên kurdî hene, lê zimanê kurdî li Herêma Cizîrê ne ya sereke ye, lê mixabin di rastiyê de, zimanê erebî ya sereke ye.
Weku hemû kes dizane ku tenê li Herêma Efrînê her tişt bi kurdî bû, Jiyana rojane bi kurdî bû, danustandina bazirganan û karmendan, hunermendan, dewlemanedan û twev gelê Efrînê bi kurdî bû.
Efrîniyan zimanê kurdî ji xwe re kiribûn felsefeya jiyanê, felsefeya parastina çand û kûltura resen ya kurd û Kurdistanê.
Hezar carî mixabin ku îro di roja zimanê dayîka cîhanî de, li hemû dibistanên Efrînê û zanîngeha Efrêînê û di hemû saziyên wê ên piştî dagîrkirinê de, zimanê kurdî li Efrînê qedexe ye...
Weku em hemû dizanin û rojene jî dibêjin ku Ziman yekek ji girîngtirîn û buhtirîn nêrxên mirovan e, ji ber wê jî pêwîste mirov xwedî li ziman û çanda xwe derkeve.
Xwedîderketin li ziman tê wê wateyê ku xwedî derketine li rastiya hebûna gel û netewe û doza xwe ya rewa ye.
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23