YPG-YPJê tola Şengaliyan rakirin
kurdistani 05:39 PM - 2019-02-21Hozan Efrînî; YPG-YPJê tola Şengaliyan rakirin
Wek hemû dunya û cîhan dizanin û têghîştin ku şervanên kurd li Rojavayê Kurdistanê dikarîn tola Şengaliyan û yê hemû qurbaniyên ku bi destên çekdarên DAIŞê hatine jinavbirin, li navçeya Baxozê ya rojhilatê Firatê hat rakirin û bû moreke bi ronî li ser rûpela dîrokê ku mirov dikare bi reşkawî bibêje; "Tola gelê me Yê Êzîdî li Baxozê hat rakirin".
Di roja çarşemê 20-2-2019`an, li devera Baxozê ya rojhilatê Dêrezûrê, şervanên gelê kurd efsaneya terora navneteweyî bi yekcarî şikandin û rûxandin û ew lîmeta ku gelek desthilatdariyên cîhanê ji DAIŞê re saz dikirin, bi destê keç û kurên kurdên Rojavayê Kurdsirtanê jinavhatbirin.
Hêza gel ewe ku liger derê be tola gel ji neyaran take û bi kirdar ne bi kinc û guzlikên reş û otombîlên modêrin.
Di heman roja serkevtinê de, mixabin bi zanabûn an jî ne bi zanebûn, nûçeyeke tevilheviyê hate weşandin ku di wê nûçeyê de, dibêjin ku piraniya gelê Qamîşloyê û hunermend Bengîn jî di nav de, hatine şehrawîxwerdin û tev li nexweşxaneyan de ne. Vê nûçeyî nerihetiyeke pir mezin di nava rûpelên facebookan de çêkir, lê dema ku min wiha dît, min yekser ew nûçe kopî kir û min ji hunermend û rojnamevan Şerîf Mihemed re şandin ku gelo çi rastiya vê nûçeyê heye.?
Her weha di bersiva wî ji min re got; Raste hunermend Bengîn hinekî rewşa tenduristiya wî têkçû, lê ne weke ku di nûçeyan de dibêjin e, ew mijar ne bi wê mezinbûnê ye, rewşeke normal derket û ew niha di bin kontirola dermankirina bijîşkiyê de ye û rewşa tenduristiya wî asayî ye.
Daxuyaniya Bengin Hunermend ji bo gelê Kurd derbarê weşandina nûçeyên tirsndininê li ser tenduristiya wî di facebookê de hatibû weşandin bi şaş nirxand û got;" ez başim û ez namirim heya her çar parçeyên Kurdstanê rizgarbibin piştre ezê bimrim."Hunermen Bengîn dibêje; Ne pêwîste ewqas mijara tenduristiya min mezin bikin. Ez ji ewqas xurt û keçên me ku şehîd bûne û birîndar bûne ne çêtirim..
Em cansaxiyê ji te re dixwazin hunermendê mezin ê gelê kurd û rexne li ew kesê ku bi awayekî derewzin Nûçe belavkir ku wek dibêjin ku her hal wî xwest bi wê rengî navê xwe derxîne holê û xwe navdar bike wek wî kesî ku di serî kaniyê de rûnişt.
Mixabin di vê rojin pir girîng de, ku serkevtinên mezin li ser terorîzma cîhanî bû ye, hinikan jî ji dilpakî xwestin berê ragihandina kurdî ji ser serkevtina HSDê YPG û YPJê li ser DAIŞê dûrbixin û bi aliyekî din ve bibin. Gelek tişt tên kirin ji dilpakî ye lê mixabin di xizmeta dujminan de ye.
Di encamê de, mirov dikare bibêje ku law û keçên kurdan tola hemû qurbaniyên cîhanê ji DAIŞê rakirin, lê gelê xwediyên wan qurbaniyan wê çi ji şervanên YPG-YPJê re bibêjin:?
Gelo wê xelat bikin an jî wê bixine nava lîsteya terorê.? Gelo wê spas bikin an jî wê bi dest Tirkiye û rêjîmê de berdin tako bi yek carî ji holê rakirin.?
Ev pirsyar hîn jî di serê piraniya gelê kurd e ye û tê gotin.
Ji ber ku piraniya gelê kurd gihîştiye wê baweriyê ku HSDê û YPG û YPJê tola Şengaliyan rakirin.
Di vir de pirsyareke din heye ku tê hizrê mirov ku gelo wê nûnera Êzîdiyan ku xelata Nobelê wergirtiya Nediya Murad wê çi ji YPG-YPJê re bibêje ku tola malbat û mirovên wê rakirin û kelatya terorê bi yekcarî li kêleke Şengalê jinavbirin.??
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19