YNKê ligel çareseriya li Bexdad, Hewlêr û Kerkûkê ye

kurdistani 05:13 PM - 2019-02-20
Pîre pêşwazî li şandeke Birîtanî kir

Pîre pêşwazî li şandeke Birîtanî kir

Sedî Ehmed Pîre ragiahnd; YNKê ligel çareserkirina hemû kêşeyekê li Bexdad, Hewlêr û Kerkûkê ye.

Îro roja çarşemê 20-2-2019`an, piştî nîvroyê  endamê politburoya YNKê û berpirsê peywendiyên giştî yên Nîştimanî YNKê di baregeha politburoya YNKê de, pêşwazî li berpirsa nusîngeha siyasî ya konsilgeriya Brîtanya li Herêma Kurdsitanê xanim Sara Maş û dîblomatkar di nusîngeha karûbarên Êraqê de yê wezareta derva ya Bîtanya yê Jonapan Tan kir .

Di wê hevdîtina du qolî de, berpirsê peywendiyên giştî yên Nîştimanî YNKê di baregeha politburoya YNKê Sedî Ehmed Pîre spasiya Brîtanya kir ku di dema berê û niha jî her hevkar û alîkariya gelê kurd bûne û di çarçoveya hevpeyamniya li dijî terorîstên DAIŞê jî xwedî roleke mezin bûne.

Derbarê rewşa dawî û armanca YNKê ji bo hikûmeta nû ya Herêma Kurdsitanê, endamê politburoya YNKê û berpirsê peywendiyên giştî yên Nîştimanî YNKê  Sedî Pîre dazanîn ku YNKê herdem amadeye ku li ser bingeha hevpariya rasteqîne di hikûmeta nû de beşdarbin û ligel çareserkirina hemû alozî û pirsgirêkên ligel Bexdad û Hewlêr û Kerkûkê in.

PUKmedia

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket