Jiyana bê Efrîn wek jiyana bê av e

kurdistani 03:20 PM - 2019-02-19
Hozan Efrînî; Jiyana bê Efrîn wek jiyana bê av e

Hozan Efrînî; Jiyana bê Efrîn wek jiyana bê av e

Ez ji bo hemû Efrîniyekî resen û rewşenbîr û guhdarvan û evîndarê Efrîn û çiyayê kurmênc vê peyvên watedar dibêijim; Efrîn Jiyan e... Dûrbûna ji Efrînê wek durbûna zarokekî nûbûyî ji dayîka xwe û wek ew masiyên ku ji av û rûbarê dûr be û bê bimîne ye. Jiyana bê Efrîn wek jiyana bê av e . Tê wê wateyê mirov bê av najî, ji ber wê jî, Efrînî bê Efrîn najîn.

Tako Efrînî bibin xwedî Efrîn, Pêwîste ku her Efrîniyekî resen ji xwe re vê dirûşma giranbûha bike bingeh; "Efrîn damarê dilê me ye, Efrîn Jiyane û bê Efrîn Jiyan mehale." Ev rastiyeke û eger bi vê rengî nêzîkbûn nebe, wê demê, jiyan mehale û metirsî li ser hebûna Efrîniyan berferehtir dibe û êdî Efrînî di demên pêş de, nikarin serê xwe di nava civaka kurdî de rakin û wê herdem melûl û perîşan bin.

Gotina min ya herî girîng ew e ku ezê ji bo dîrokê û felekê û tevahiya gelê kurd û Kurdsitanê li hundir û dervayî welat û ji bo ew wealtên ku peywendîdar in bi çareserkirina pirsa Efrînê wiha dibêjim; "Eger dagîrkirina Efrînê wek ya Filestînê dirêj bibe, wê demê hemû Efrîniyek wê nefret li Efrîntiya xwe bike, ji ber ku wê demê, wê çand û kûltura Efrînê ya resen wê hêdî hêdî were jibîr kirin û piştre jî wê ji holê bê rakirin ango ti wateya ku Efrîntiya RESEN namîne."

Eger wiha bû, wê demê gelê kured girîngtirîn navçe û herêma herî dewlemend û ku deriyê Kurdistan û Ewropayê ye ku kilîta çarseriya pirsgirêk û doza rewa ya gelê kurde wek Kerkûkê, ji destê gelê kurd derdikeve û êdî xewna serxwebûna Kurdsitanê ji holê radibe û wê gelê kurd ji Filestîniyan perîşantir û belangaztir bibin.

Tiştê ku tê xuyakirin eve; Efrîn ji ferhenga kurdan şû bi taybetî aliyên siyasî kurdan derdikeve û wê hêdî hêdî bê jibîrkirin. Dema ku mirov ramana xwe bi bîr bixe û rastiya buyer û tebger û livên ku di holê de tên kirin bîne ber çavên xwe, wê demê rastiya nêrînên min, di demên pêş me de, wê were bicihkirin ku êdî ji ber berjewendiyên partîtiya teng, aliyên siyasî ên kurdî ku wek sereke li ser asta Kurdsitanê têne naskirin, tenê li kursî û mirûdên xwe digerin û ti carî li berjewendiyên gelê xwe nagerin û Efrîn li ber çava ye.

Ez wek rojnamevan û nivîskarekî Efrînî ku ji sala 2005`an ve di nava rojnamegeriya kurdî de di kovar û rojname û saziyên ragiahndinên cuda cuda de dixebitim û ji sala 2006`an ve jî wek endamê Sendîkeya Rojbnamevanên Kurdistanê me. Di sala 2017`an de, piştî bi derbaskirina 12 saliya xwe di nava kar û xebata rojnamgeriyê û endamtiya Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê, ji ber karên xwe ên serkeftî û pabendbûna xwe bi rastiya destur û yasayên xebata rojnamgeriyê, bawername û kerta nasnameya rojnamegeriya navnetewî jî bi dest anî û niha endamê ‏‎Journalist‎‏ ‏‎IFJ - International Federation of Journalists‎‏ http://www.ifj.org/ ye.

Dema ku ez vê nivîsê dinivîsim, ne ji bê bawerî an jî bê umêdbûnê ye, lê hinek rastî hene, pêwîste bêne derxsitin, li pêş her tiştî, pêwîste mirov rastiyên ku talin, bi devê mirovên bê agahîne şêrîn bike, tako ew rastî were pejirandin.

Eger Efrîn ji rastiya çanda xwe bê valakirin, wê demê xalî li serê tevahiya Efrîniyan e, wê demê çanda resen ya kurdan li Efrînê bê wate dibe û Efrîn ji resentiya xwe dûr dikeve û guhertina demografîk ya neyaran bi serdikeve û Efrînî ji cewherê xwe ya pak dûr dikevin.

Di civîna serleşkerên Hêzên Sûriya Demokratîk de, xaleke sereke ji bo rizgarkirina Efrînê hatiye destnîşankirin û her weha serleşkerekî naskirî bi navê Polat Can jî piştgiriya xwe ji pêngava rizgarkirina Efrînê re dupatkiriye, lê di rastiyê de, ev tenê ne bese, ji ber ku doza Efrînê ji helwestên wiha mezintire û çareserkirina wê, tenê bi rêkevtineke navneteweyî dibe û bi bê biryar û fişarên navneteweyî, Tirkiyê ji Efrînê dernakeve û ti hêz jî nikarin bi aşkire şerê Tirkiyê bikin, ji ber ku ew endama Natoyê ye.

Wek çawa şerê gerîla li Tirkiyê bêhtir ji 30 salî berdewam e, heya niha ti encamên bi kirdarî negirtiye, ji ber ku Tirkiyê endama Natoyê ye û hemû wealtên endam Nato piştgirên Tirkiyê ne. Eger ji bilî Tirkiyê welatekî ne Natoyê ba, wê demê gerîlayan bi wê şerî, wê Kurdistan jî rizgar bikirana û wê aramî jî bisepandina. Mixabin ev yek li ber çavên me hemû rojê derbas dibe, lê em naxwazin wê rastiyê bi bîrbînin.

Ji ber wê jî, pêwîste hemû Efrînî milê xwe bikin milên hev û dest bi kemîneke sertanserî li cîhanê bikin û derî bi derî ên saziyên navneteweyî ên peywendîdar bixin û banga Efrînî û Efrîniyan bighêjin wan û rastiya ku di hundirî Efrînê de heye, bi zelalî şirove bikin û bi wan bidin nasandin û pejirandin. Eger na, wê demê piştî derbasbûna çend salan, wê Efrînî ji Efrîntiya xwe şerm û nefret bike. Ji ber ku wê demê, ne çand û ne jî resentiya Efrînê li ser kesayetiyên Efrînî namîne û wê wek Filestîniyan bê mirûz û bê rûmet bievin û wê ji aliyê her kesî ve reş û bê wate bibin.

Hezar carî Mixabin ku ew bela û bêtar bi serê Efrîniyan de hat.

Hozan Efrînî

19-2-2019

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket