YNKê xizmeta berjewendiyên gel dike ne yê partîtî

kurdistani 02:50 PM - 2019-02-19
YNKê xizmeta berjewendiyên gel dike ne yê partîtî

YNKê xizmeta berjewendiyên gel dike ne yê partîtî

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê xizmeta berjewendiyên gel dike ne yê partîtî ye.

Peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê Letîf Şêx Omer di barê pabendbûna YNKê di rêkevtina siyasî ligel PDKê ragihand; Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê YNKê pabende bi rêkevtina siyasî ya bi Partiya Demokrata Kurdsitanê re lihevkiriye.

Letîf Şêx Omer di heyama daxuyaniyeke xwe ya televizyonî de ku PUKmedia`yê dişopand ragiahnd: Li gorî rêkevtina ku bi PDKê re me lihevkiriye, biryarbû ku rûniştina Encûmena parêzgeha Kerkûkê û ya Parlemana Kurdistanê bi hev re bûne, ango di yek roj û demê de bû ye.

Her weha pêwîstbû ji bo rewşa Kerkûkê û hilbijartina parêzgeha Kerkûkê ji pêkhata kurd û bi taybet ji aliyê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê be li gorî maf û destkevtên YNKê di hilbijartinên parlemana Êraqê de bû, biryar bihata girtin.

Şêx Omer aşkire kir ku di dema ku me her du aliyan rêkevtin kir, me we zanî ku êdî deriyê çareserkirina dosya û mijarên Herêma Kurdistan û Kerkûk û Bexdadê hat vekirin û me ew rêkevtin bi girîng dizanî û me hêviyên xwe li ser danî, lê mixabin ku PDKê ew rêkevtin pûçkir û pabend nebû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket