Belavokeke girîng ya Serkirdeyetiya YNKê

kurdistani 07:18 PM - 2019-02-16
Belavokeke girîng ya Serkirdeyetiya YNKê

Belavokeke girîng ya Serkirdeyetiya YNKê

Civîna asayî ya Encûmena Serkirdeyetiya YNKê bi dawî bû.

Civîna normal ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê li bajarê Silêmaniyê bi serperetştiya cîgirê yekemîn ya sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî bi dawî bû pştre jî belavokeke taybet weşand..

Bi amadebûna cîgirê duyemîn yê sekreterê giştî yê YNKê Dr. Berhem Salih û endamên desteya kargêr û politburoya YNKê û piraniya endamên serkirdeyetiyê, civîna asayî ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi dawî hat.

Her weha di wê civînê de, derbarê rewşa giştî yê YNKê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurditanê û bi destxistina destkevtên mafdarî ên YNKê di hikûmeta Êraqê de tev bi zelalî hatin gotûbêjkirin.

Di wê civînê de, rewşa Kerkûkê bi giştî û pêşeroja navçeyên kurdî ên qutkirî ji Herêma Kurdistanê û ew rêkevtinên di navbera YNKê û PDKê de ku di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û Bexdadê û mijarên neteweyî şû nîştimanî bi awayekî zelal hatin şirovekirin û gotûbêjkirin.

Di wê belavokê de hatiye ku Encûmebna Serkirdeyetiya YNKê tekez li ser girêdan û pabendbûna YNKê bi  rêkevtina her du politburoyên Yekîtiuya Nîştimanî ya Kurdistan û Partiya Demokrata Kurdistanê ku di roja 5- şubata vê mehê de mor û wajo li ser kirine ye.

JHer weha ew rêkevtin di derbarê rewşa Kerkûkê bi taybet civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê û destnîşankirina parêzgarê Kerkûkê bi hatina civîna parlemana Kurdsitanê re, ji ber wê jî, YNKê amadeye ku rêkevtinan bi giştî bike ji bo doza Kerkûk û Kurdistan û Êraq bi giştî ku Kerkûk yek ji wan dozên ku YNKê bi PDKê re lihevkiriye û di encamê de wajo li ser kirye.

Di vê barê de, her pêngavek ji aliyê her du partiyan ve ango YNK û PDKê bi bê xalên girîngî rêkevtina 5-şubatê, wê ne li berjewendiya gelê me ya bilind be û wê ne jî di xizmeta karên siyasî de be ku di demekê de navçe bi giştî li ber guhertinan de eye û berjwendiyên gelê me jî yekrêzî û girêdan û pabendbûn bi rêkevtinê ve heye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket