Civîna serkirdeyetiya YNKê bi rêve çû

kurdistani 05:21 PM - 2019-02-16
Civîna serkirdeyetiya YNKê bi wêneyan

Civîna serkirdeyetiya YNKê bi wêneyan

Civîna asayî ya Encûmena Serkirdeyetiya YNKê birêve çû.

Civîna normal ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê li bajarê Silêmaniyê bi serperetştiya cîgirê yekemîn ya sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî bi rêve çû.

Bi amadebûna cîgirê duyemîn yê sekreterê giştî yê YNKê Dr. Berhem Salih û endamên desteya kargêr û politburoya YNKê û piraniya endamên serkirdeyetiyê, civîna asayî ya Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê birêve çû.

Her weha di wê civînê de, derbarê rewşa giştî yê YNKê û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurditanê û bi destxistina destkevtên mafdarî ên YNKê di hikûmeta Êraqê de tev bi zelalî hatin gotûbêjkirin.

Di wê civînê de, rewşa Kerkûkê bi giştî û pêşeroja navçeyên kurdî ên qutkirî ji Herêma Kurdistanê û ew rêkevtinên di navbera YNKê û PDKê de ku di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û Bexdadê û mijarên neteweyî şû nîştimanî bi awayekî zelal hatin şirovekirin û gotûbêjkirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket