20 sal beriya niha nûçeya girtina Ocalan hat ragiahndin
kurdistani 04:52 PM - 2019-02-16.
Salvegera revandina Ocalan ji aliyê gelan ve hat şermezarkirin
wek hemû salekê ku bîranîna pîlangeriya navneteweyî tê şermezarkirin, îsla jî wek heman salê, 20`mîn salvegera revandina rêzdar Ocalan ji aliyê gelê kurd û gelên demokratîxwazan ve hate şermezarkirin.
20 salên beriya îro, ango di şeva 15 li ser 16ê şûbata 1999`an, li wealtê Kîniyayê serokê Partiya Karkerên Kurdsitanê rêzdar Abdula Ocalan bi pîlangeriyeke navneteweyî re hat girtin.
Hinek ji berhemên rêzdar Ocalan ku di wikipedia hatiye weşandin em jî ji xwendevan û şopênerên xwe re diweşînin.
Jînenîgarî Ocalan
Zarokatîya wî
Abdullah Ocalan, di 1949'an de li gundê Amara yê bi ser navçeya Xelfetiyê ya girêdayî Rihayê çêbûye. Dibistana seretayî li Cîbînê xwendiye û hê di wê demê de di lîstik, limêj û parve kirinê de pêşengî kiriye. Dibistana navîn li Nizipê dibistana navîn jî li Enqerê li dibistana navîna Tapu Kadastro qedandiye. Di 1969'an de li Amedê dest bi karmendiyê kiriye. Di karmendiya salekê de têkiliya dewlet û civakê û ya sazî û man feodal û dewletê ji nêz ve dîtiye. Di 1971ê de vebuhandina xwe deranîye Stenbolê û li wir di ber karmendiyê de xwe amade kiriye ku bikeve zanîngehê jî. Heman sal qeydiya xwe li zanîngeha dadê çêkiriye û dev ji karmendiyê berdaye.
Destpêka jiyana wî ya Ramyarî
Di wan salan de Stenbol di bin bandora bayê 1968'an de bû. Ocalan jî kete bin bandora vî bayî û Marksîzm - Lenînîzm nas kir. Ew salana weke salên werçerxa jiyana wî ne û her wiha ew Sosyalîzm, yeksanî û azadî pir nêzîkî xewnayên xwe yên zarokatiyê dîtin. Ocalan bîryar da bû ku Sosyalîzm û pirsgirêka Kurd li hev biguncîne. Bi vê armancê bîryar da ku dest bi siyaseta çalak bike û qeydiya xwe li zanîngeha zanîngên ramyarî ya Enqerê çêkir. Li vê derê xwe di nav atmosfereke tund a guftugoyan de dît û şeklek da ramanên xwe. Di 30yê adara 1972'an de pêşengên şoreşê Mahir Çayan û hevalên wî li Qizildereyê hatin kuştin û vê bûyerê şopên kûr di jiyan û ramanên wî de de hiştin. Di 7'ê nîsanê de di çalakîya şermezar kirina bûyera komkujiyê de hat binçav kirin û şandin girtîgeha Mamakê. 7 meh di girtîgehê de ma û di wê pêvajoyê de xwe gihand ramana wî ava kirina rêxistinekê û ji bo vê yekê gav avêt nav pêvajoyeke din a lêgerîn û lêkolînê. Piştî 1972'an pirsgirêka kurd bi gelek derûdoran re guftugo dike û di heman demê komela perwerdahiye bilind a demokratîk a Enqerê ava dike. Di heman demê de ew xebatên xwe yên bîrdoziyê yên ku di nava komekê de dimeşîne, digihîne gihaneka dawî. Koma di bin pêşengiya Ocalan de di dawîya sala 1975'an de civînekê li dar dixe û biryar dide ku li Kurdistanê xebatê bimeşîne.
Avakirina PKK'ê
Di 27'ê mijdara 1978'an de jî Ocalan û hevalên wî li Amedê li gundê Fîsê yê Lîceyê careke din li hev kom dibin û bîryara ava kirina Partiya Karkerên Kurdistanê didin. Xebatên rêxistinkirinê yên Ocalan û Partiya wî PKK yên li Kurdistanê di demeke kin de bala dewleta tirk dikişîne. Li ser vê şêweya nû ya Ocalan a li hemberî pirsgirêka kurd ku zikê nerm ê Tirkiyê ye, dewleta tirk zextên xwe zêde dike. Dewletê bi awayekî eşkere li hemberî koma Ocalan şer dide destpêkirin û ji ber vê yekê Ocalan sala 1979'an derdikeve derve û diçe Libnanê. Bi vî awayî meşa ku dê 20 salan li rojhilata navîn berdewam bikira, destpê kir. PKKê li Libanaê di 1982'yan de kongra xwe ya duyem pêk anî û bîryara vegera nava axa welêt wergirt. Milîtanên PKKê di bin pêşengiya Öcalan de perwerdehiya xwe ya îdeolojîk û leşkerî jî qedandibûn. Di encamê de di 15ê tebaxa 1984'an de li Bakurê Kurdistanê şerê çekdarî destpê kir. Ji wê gavê û şûn ve êdî pirsgirêka Kurd bi hemû dijwariya xwe di rojeva cîhanê de bûye.
Girtina wî
Di encama şerê çekdarî de li ser daxwazên ku ji Tirkiyê tên, ji 1993'an û şûn ve PKKê 3 caran agirbest danezan kir. Ev gavên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hatin avêtin, rastî pênûs û astengiyên derûdorên rentxwir hatî bûn. Di 9'ê dotmeha 1998'an de di encama hevanîyeke ku bi hevkariya hêzên navnetewî hat amade kirin, Ocalan neçar ma ku ji Suriyê derkeve. 9ê cotmehê de Ocalan dema dest bi rêwîtiya ber bi Ewrûpa kir wê wiha bigota: Ez ji niha û şûn ve dixwazim rola xwe di kanala siyasî de bilîzim. Ocalan dema li Îtalya bû gelek caran bangên ji bo aştiyê kirin lê belê ji yekîtiya ewrûpa hêviya ku dikir bidest nexist. Ocalan di 2yê sibata 1999an de bi zordayîna Yewnanîstanê heta Kenyayê diçe. Di 15ê sibata heman salê de jî li paytextê Kenya Nayrobiyê li pêşiya avahiya sefaretxana Yûnanîstanê bi hevanîyeke navnetewî ber bi Tirkiyê ve tê revandin. Serokê giştî yê PKKê Abdullah Ocalan li girava Îmralî ya li nav derya Marmarayê bi tenê li serê xwe di girtîgehê de hat bicîh kirin. Ocalan li Îmraliyê bi parêznameya xwe ya pêşî de daxwaz kir ku pirsgirêka kurd li ser bingeha aştiyê were çareser kirin.
Pirtûkên Ocalan ên bi kurdî
Riya Jiyanê, (nivîsên hilbijartî) Weşanên Axîna Welat
Ji Sedsala 19. Heya Îro Rastiya Kurdistan û Tevgera PKK ISBN 3-930943-16-6
Welatparêziya Kurdistan (1992, bi kurdî 2000) ISBN 3-930943-46-6
Perspektîv - 1996, Weşanên Rewşen
Ziman û Çalakiya Rastiyê
Di Pirsgirêka Kurd de Manîfestoya Demokrasiyê (1999) 3-930943-38-7
Em Tevgera Hemdem a Îbrahîmî ne
Ji dewleta rahip a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild I (2001, bi kurdî 2003) ISBN 3-931885-44-5
Ji dewleta rahip a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild II (2001, bi kurdî 2003) ISBN 3-931885-50-X
Parastina Gelekî (2004)
Edduba (2004)
Manîfestoya Civaka Demokratîk - Pirtûka 1 : Șaristanî (Hezîran 2009)
Manîfestoya Civaka Demokratîk - Pirtûka 2 : Șaristaniya Kapîtalîst (Hezîran 2009)
Manîfestoya Civaka Demokratîk - Pirtûka 3 : Sosyolojiya Azadiyê (Tirmeh 2009)
Girêdanên derve
Pirtûkên Abdullah Ocalan
Em Tevgera Hemdem a Îbrahîmî ne, Parêznameya Rihayê (kurmancî)
Ji dewleta rahip a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild I (kurmancî)
Ji dewleta rahip a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild I, beşa 1 (soranî)
Ji dewleta rahip a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk, Cild I, beşa 2 (soranî)
Parastina Gelekî (kurmancî)
Manîfestoya Civaka Demokratîk, Pirtûka 1 : Șaristanî (kurmancî)
Manîfestoya Civaka Demokratîk, Pirtûka 2 : Șaristaniya Kapîtalîst (kurmancî)
Girêdanên din
Jiyana Abdullah Öcalan
Malpera Abdullah Öcalan parêznamên bi kurdî hene
Înîsyatîfa "Ji Öcalan re azadî, ji Kurdistan re aşitî" (ne kurdî)
PUKmedia-wikipedia
hewal ziyatr
-
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25
zêdetir tamaşe bike
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
10:21 PM - 2024-04-26
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
07:57 PM - 2024-04-26
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Li ser êrîşa firokeyên bê firokevan lêkolînek despê kir
Kurdistan 10:31 PM - 2024-04-26 -
Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin
Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26