Şermezarkirina dujmin xwedîderketine li Doza kurd e

kurdistani 10:27 AM - 2019-02-15
Hozan Efrînî; Doza kurd berî her tiştî ye

Hozan Efrînî; Doza kurd berî her tiştî ye

Doza kurd berî her tiştî ye...

Bila dirûşim û silogan û gotinên me ên jiyanî û rojene ew be ku berjewendiyên giştî yê netewe û doza rewa yê gelê kurd û Kurdistanê beriya her tiştî be..

Tikaye keseyetiyên kurd ên pakrewan û zîndankirî nekin milkê ti aliyên siyasî û ji ber nakokiyên xwe bi wan aliyan re, neyartiya wan nekin û dilê dujminan xweş û geş nekin.

Roja 15/2/ roja reş û cihê şermezariyê ye û Azadî ji bo serkirde û rêber Apo mafeke rewa ye û şermezarkirna vê rojê erkê me hemûyane...

Ev erkê hemû kurdekî ye ku azadiya mirovên xwe bike ku di zîndana neyaran de be. Di rewşên wiha de nabe kumirov bibêje ev ne ji partiya me û ev ne ji bîrdoz me ye û ev ne ji navçe û herêma me ye. Lê pêwîste hûn ji bîr ekin ku ew serkirde û rêberekî kurde, ew çalakvan û siyasetvanekî kurde...

Ji ber ku ew serkirde ji bo berevaniya li doza gelê kurd hatye girtin û li ser wê mjarê hat dadgehkirin û zîndankirin û daxwazkirina azadiya serkirdeyê kurd erkê hemû kesên kurd e.

Bi nêrîna min, her kurdek eger ji bo bidarvekirin û terorkirina serkirde û rêberên kurd ji dîroka borî û heya îro ango ji Bedirxan Beg, Îhsan Başa, Şêx Seîd Pîran, Seyid Riza Dêrsimî, Şêx Seîdê Berzencî, Qadî Mihemed, A. Qasimlo, Sadiq Şeref Kendî, Sakîne Cansis û herdu hevalê wê, dilgeş bû ye û şermezar nake û bi xemgînî bi bîr nayîne, wê demê bila ew kes nefret li xwe bike û rastiya wî tênê cihê şermezarî û nefretkirinê ye.

Yek ji nexweşiyên herî pîs û metirsîdar ku neyaran di nava gelê me de weşandiye û belavkiriye ew ku têgeha partîtiya teng ku bû ye bela û zaletan li ser gelê kurd û Kurdsitanê.

Bi reşkawî dibêjim ku yên ku ji neyar û dujminan bêhtir ziyanê didin bi doza rewa yê gelê kurd, mirûdên aliyên siyasî û serkirdeyên wanin, bi taybetî ew kesên ku ji xwe re dibêjin rewşenbîr û ronakbîr û rojnamevan û nivîskar û hinek hunermend jî di nav de, hezar carî mixabin.
Îro rojeke reş heye ku bi boneya pîlangeriyekî navneteweyî li diî serkirde û rêberekî kurd pêkhatiye, erkê her kurdperwerekî ye ku piştgiya azadiyê bike û pîlanê bi tundî şermezar bike.

Ji ber ku ev pîlangerî berê jî li dijî serok û rêberên me hatibû, lê me wane jê negirtibû, îro dîsan dubare dibe ku gelek kes hene dibêjin ti karê me bi azadiya Ocalan nîne, lê eger mirov gotinên kurdperweran di wê barê de gotinên wan rastiya helwestên kurdeyetiya rasteqîne nîşandide;

1- Nemir Îbrahîm Ehmed digot; "Ocalan mirovê herî aştîxwaz û kurdperwer û pêwîste hemû kurdek û demokratxwazek piştgiriya azadiya wî bike."

2- Abdula Hesen Zada digot;" Pêwîst em tev pîlangeriya li dijî heval Ocalan şermezar bikin û daxwaza azadiya wî bikin, ji ber ku îro li ser wî ye sibê wê li ser me be."

3- Rewanşad Mam Celal digot; " Girtina heval Apo cihê xemgîniyê ye û ji Tirkiye daxwaza dadgeheke dadperwer kir tako bê azadkirin û doza gelê kurd bi siyasî û aştî were çareserkirin."

4-Stran Abudla rojnamevan û sernûserê Rojnamey Kurdistanî New wiha got; VDoza gelê kurd bi bê Ocalan çareser nabe."


5-Siyasetvan rêzdar Şanaz Îbrahîm Ehmed;"Ji dil ez ji bo serok Apo azadî û serbestî û temendirêjî û cansxiyê dixwazim."

Lê mixabin îro jî em dibînin ku hinek rewşenbîr û siyasetvnê bi nav piştgiriya Tirkiye dikin wek çawa destxweşiyê li rayedarên tirkan bikin ku ev rêber û serkirdeyê mezinê kurd girtine.

Kurdno merdno bi yek bin û dest ji bira û xwîşkên xwe bernedin û ji dujmin bawer nekin ku bira û xwîşkên we terorîst bin ji ber ku daxwaza azadî û jiyaneke azad ji we re kirine wek mirovên gerdûnê bijîn ji ber wê jî ezê her bibêjim ku doza gelê kurd yê rewa berî her tiştî ye, ango berî kursî, berjewendiyên kesayetî û partîtî, nakokiyên bingehî û ne bingehîn, êl û malbatî ye.

Ji ber wê jî, dema ku serok an serkirde an rewşenbîr û ronakbîr û hunermend û her çalakvan û mirovekî sadeyî kurd bikeve jêr stema dujim û neyarên gelê kurd, ji erkê me ye em piştgir şû piştîvan bin û neyaran şermezar bikin û xwedî li kurdên xwe dekevin ku çi di be bila bibe û çiqas partiya min bi ya din re nakokdar be, pêwîste ez doza kurdî berî her tiştekî bi bingeh bigrim û xwedî li wan kurdên ku di destê neyar û dujminan de derkev im.

Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket