Hişyarî ji bo Tirkmankirina Efrîn ê

kurdistani 11:30 AM - 2019-02-14
Hişyarî ji bo Tirkmankirina Efrîn ê

Hişyarî ji bo Tirkmankirina Efrîn ê

Efrînî da ragiahndin ku li Rojavayê Kurdistanê du rewşên cuda hene, li navçeyên jêr deshilatdariya HSDê DAIŞ ber bi nemanê ye û li Efrîna dagîrkirî guhertina demografîk li vejandinê de ye.

Nûnerê Hevpeymaniya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûrî li Herêma Kurdsitanê Hozan Efrînî li ser siyaseta guhartina Demografika li herêma Efrînê, hişyarî da raya giştî kurd û navneteweyî. Di dirêjahiya axivtina xwe de, Efrînî amaje bi wê yekê kir ku rewşa ku îro li Efrînê tê jiyankirin bi yekcarî naye pejirandin û metirsiyên pir mezin li ser çarenivîsa gelê Efrînê û pêşeroja wê heye.

Her weha di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re, serokê şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî  Hozan Efrînî ragihand; Ku piştî dawî anînê li DAÎŞê jî bîrdoz û ramanên DAIŞê wê li Sûriyê bimînin û dost û alîgirên xwe jî wê bi nihênî bilivin û kiryarên terorîstî jî car caran pêş bixin..

Efrînî destnîşan kir ku di van rojan de, Hêzên Sûryeya Demokratîk bi hevrêziyê ligel Hevpeymaniya Navdewletî, der dora DAÎŞê pêçane û di wareke 2 km de li Baxozê hêştine, lê her kes dibêje DAIŞ li ber nemanê ye, em jî dibêjin ku eger ji aliyê fîzîkî û leşkerî ve çekdarên DAIŞê nemînin, lê ew ji akliyê ramanî û têgeh û bîrdoz ve dimînin û metirsî jî çêdikin..

Her weha Efrînî di dirêjahiya dexuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re wiha pê de çû; Ew rewşa ku îro li Efrînê heye, roj bi roj xiraptir dibe û bûyerên kuştin û dizîn û revandin û çewsandin û guhertina demografîk Efrîn ketiye rewşeke pir metirsîdar.

Hêjay bîrxistinê ye ku dewleta Tirkiyê beriya salekê bi hevkariya komên çekdar ên tundrew ku xwe bi opozisyona Sûrî dinasînin, Herêma Efrîn ê dagîr kiribû .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket