DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe

kurdistani 04:42 PM - 2019-02-13
DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe

DAIŞ ber bi dawiyê ve diçe

HSD ji Baxoz ê 2k.m kontrol kir

Li gor ragihandina ajansa  HAWAR ê  ku li aliya Baxoz ê Hêzên Sûryeya Demokratîk 2 k.m ji dest çeteyên Rêxistina DAÎŞê terorîst rizgarkirin û xistine bin kontrola xwe .

Her weha destnîşan kir ku piştî ku Şervanan doh li ser destpêkirina şerê dawî li dijî DAÎŞê ragihandin,şer di navbera çeteyan û Şervanan de bi dijwarî dewam dike û û pêvçên her berdewam e.

Li Hecînê 40 ton zêrên DAIŞê hene


Li Hecînê dapuyeke pir li zêr û kabikên zêr heye.

Li gor daxuyaniyeke serokê rewangeha mafên mirovê Sûrî Ramî Ebdurihman ku bi qasî 40 ton zêrên DAIŞê ku ji Sûriye û Êraqê dizî bûn di navçeya jjêr destê DAIŞê li navçeya Baxoz û Hecînê hene.

Ebdurihman aşkire kir ku piştî ku hat zanîn di destê DAIŞê de derdora 40 ton zêrê baket hene, hêzên navneteweyî ji wê demê ve, naxwazin wê cihê ku zêr tê de ye, bi tevayî birûxînin û ji ber wê jî, bomebarankirina li dijî DAIŞê pir kêmkirine tako ew depuya zêr jinav neçe.

Serokê rewangeha mafê mirov dibêje ku tirsa wan ewe ku Hevpeymana Navneteweyî dest bide ser depuya zêran û venegerîne bo gelên Sûrî û Êraqî û ji xwe re bibin ku her du gellên Sûrî û Êraqî bê beş bimînin.


Heta ku Dêre Zor were rizgarkirin,hereşeya DAÎŞê dê bimîne


 
 Di qonaxa dawî ji şerê li dijî DAÎŞê li Dêre Zorê de, Hêzên Sûryeya Demokratîk li Baxozê dest bi oparesyona dawî li dijî çeteyan kirine.

Dezgehên Çepemeniyê ragihandin ku Hêzên Sûryeya Demokratîk li gundê Baxozê ya Hecînê a li Dêre Zorê dest bi şereke mezin kirin û hewldidin ku bi temamî dawî li DAÎŞê bînin û sivîlan ji dest wan rizgarbikin.

Ji aliyeke din ve serkarê HSD Rêdor Xelîl destnîşan kir ku dê heta dawiya meha Şibatê dawî li DAÎŞê were anîn , lê amaje bi wê yekê kir ku heta ku navçeya Dêre Zorê were rizgarkirin metirsiya DAÎŞê dê bimîne û hereşe bike.

Fotil: Di heyama hefteyan de Emrîka dê ji Sûriyê vekşe

Serkar ê Serkirdeyetiya Leşkerî navendî yê Emrîkayê Joseph Joseph Fotil ragihand ku divê ku li ser biryara Trump di hevteyên deheto de Hêzên bejehî yên Emrîkayê ji Sûriyê vekşin.

Her weha jî Fotil yê ku li Rojhilata Navîn serpereştiyê li Hêzên Emrîkî dike destnîşan kir ku li Êraqê Hêzên me dê wek xwe bin , û got jî em naxwazin ku kesên bê erk li ser erdê bihêlin.

 Trump: Em û Hevalbendan Paşmayîyên DAIŞ’ê tune dikin

Trump: Em ligel Hevalbendan Dixebitin ku Paşmayîyên DAIŞ’ê li Sûrîyê Tune Bikin

Serokê Amerîka Donald Trump îşev di Gotara Salane ya Rewşa Yekîtîyê de got ku ew 19 sal in ku Rojhilata Navîn şer dikin û li Îraq û Afganistanê nêzî 7,000 Amerîkî canê xwe dane û pirtir ji 52,000 Amerîkî ji bi giranî birîndar bûn.

Serok Trump dîyar kir ku di wan 19 salan de wan 7 trîlyon dolar dirav xerc kirine.

“Dema kempeyna min hin soz dabûn ku ezê nêzîkbûneke nû ji rola Amerêka ya şerên dervayê welêt re bînim jiber ku dewleyên mezin nakevin nav şerên bê dawî.”

Trump dîyar kir ku dema ew dest bi seroktî kir, DAIŞ’ê herêmên berfireh yên Îraq û Sûrîyê kontrol dikir.

“Îro me hema hema hemî herêmên bin kontrola wan xwînmêjan hatine rizgar kirin. Niha em bi hevalbendên xwe re dixebitin ku paşmayîyên DAIŞ’ê tune bikin û şervanên xwe yên leheng bînin male.”

PUKmedia-Ajansên navneteweyî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket