Dîmeneke watedar û pir bi êş

kurdistani 03:48 PM - 2019-02-12
Hozan Efrînî-Dîmeneke watedar û pir bi êş

Hozan Efrînî-Dîmeneke watedar û pir bi êş

Dema ku min dîmena şervaneke YPJê ya şoreşger dît, ez pir pê bandor bûm, bandoreke pir bihêz li ser min çê kir, ez pir xemgîn û xembar bûm, bi taybetî dema ku min nivîsa pakrewanbûna wê xwend ku piştî 2 salan ji dayîka xwe dûrketiye û di nava rêzên YPJê de dicenge û dixebite ji bo azadiya nifşên nû yên dahatoya gelê me li Rojavayê Kurdsitanê.

Min xwest tiştekî wiha li gorî wê û mafê wê bidim li ser wê dîmenê bînim ser nivîs, lê ez wiha pê de çûm;

Ez nizanim çi binivîs im..?

Ez nizanim çi bibê im..?

Ez nikar im we binirxîn im..

Ez nikar im we binasîn im..

Ez li hemberî wêne û dîmenên we bê hal im.

Ez li hemberî hevdîtina we lal im...

Ez êdî nizanim çawa xwedî li vê dîmenê derkev im.

Ez lêborîna xwe ji we û ji dîrok û felekê dixwaz im ku ezê her hewil bidim ku gotasrekê li ser we binivîsim, lê ez ji niha ve dizanim ku ezê nikaribim mafê dîmenê bidim, lê ji erkên min e ku ez dest bi nivîsê bikim û bi zimanê dayîkê ez şirove û nasandinê li gor hizir û ramanên xwe ji xwendevanan re pêşkêş bikim.

Wek dema pakrewan Kawa Kora ku di berxwedana Efrînê de tevlî karwana pakrewan û nemiran bû, ji aliyê dayîk û bavê ve, li ser milan hat rakirin û ber bi goristanê hat şandin ku wê demê ez pir xemgîn ketim û min nikarî xwe bigrim ten bi dil girî. Lê îro dîsan ez ketim rewşeke wiha û ez neçar im ku pênûsa xwe ji bo vê dîmnenê bilivînim û hinek dema xwe jî di xizmeta erkên ku pir girîngin bikim.

Dema ku min vê sibê li rûpela Facebookê nerîm, yekem dîmen ya şervaneke YPJê û Dayîka xwe bûn, ew dîmen di rûpela ciwanekî çalakvan yê Efrînî Mehyedin Baklaro (محي دين بكلرو) de bû, li hemberî wê dîmena bê wêne, ez pir metmayî û sêr mam, dema ku min dîmena pêşwazîkirina dayîka wê şervana leheng dît, ez dilgerim bûm, henes û hestên min tev ketin tvgereke bê wêne, mixabin ji wan kesên ku pêmnûsên xwe li dijî van firîşteyan dilivînê û wîjdanên xwe difroşin û xwe dikin kehayeke parastinê ji neyar û dujminên doza gelê kurd re.

Ez çiqas binivîsim, ez nikarim mafê vê dîmenê bidim û nikarim ji xwendevanên gotara xwe re şirove û zelal bikim, ji ber ku ev dîmen, ti carî naye nirxandin û nirxê wê kok tuneye.

Ez lêborîna xwe ji we tevahiyan dixwaz im ku bi rastî ez nikarim mafê vê dîmenê bidim, lê tiştê ku ez bikaribim tenê ew e ku ev dîmen bi riya nivîsa min, di rûpelên dîrokê de dibe belgeh û ji bîr nabe û naye wundakirin.

Di dawiya nivîsa xwe ya kurd û kurmancî de, ez wiha dibêjim; Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo gelê kurd li Rojavayê, wek şanseke dîrokî û bê wêne bû ku hêza YPG-YPJê serpereştiya wê şoreşê kirin û dikarîn rûmet û abruya gelê me biparastina ji terorîst û neyaran. Her çende di wê şoreşê de, kêmasî û şaştî û çewtî jî hebûn, her çende ku di wê şoreşê de pir tevilheviyên cuda cuda ên tekruyî jî hebûn, lê wê ew şoreş bimîne ya herî rast û pak ji gelê kurd re.

Her çiqas ev dîmen bi êşe, lê gelek jî watedar e. Wê ji dîrokê re bimîne û ji kurdên her çar aliyên Kurdistanê re jî wek mal û moreke wajokirî bimîne.

Hozan Efrînî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket